Ticker

10/recent/ticker-posts

AXINÊNEKÎ KÛR JI HINDIRÊ DIL

Kuçe û kolanên Mexmûrê ji êş, penaberî, bê warî, xerîbî, winda kirin, mirin û birçîmayînê re şahidî kiriye. Her wiha ji jinên berxwedêr yên ku çok ji dewleta desthilatdar ya Tirk re netewandî jî malovanî kiriye. Di her gotinek ya xwe de berxwedan kirin nefesek û heta nava cegara xwe ya spî kêşandin û bi wê nefesê li hemberî hemû zoriyên jiyana penaberî û êrişên dijmin li berxwedan û bûn xwedî çîrok û serpêhatiyên bedew yên vê axa pîroz. Yek ji van dayîkan jî dayîk Gehwer e ku beriya 70’ê salan li gundê Nêrweh ya ser bi navçeya Qilabanê ya bajarê Şirnexê ji dayîk dibe. Dayîka Gehwer li zozanên Botanê li seranserî Kêla Memê zarokatiyek bi keyf, henek, lîstok û xeyalên mezin derbaz dike. Di 6 saliya xwe de bavê wê jiyana xwe ji dest dide, êşa bê bav bûnê bi hemû hestên xwe jiyan dike. Li gel dû birayên xwe êtîm dimîne. Piştî mirina bavê wê malbat biryar dide ku dayîka wê li gel mamê wê bizewice û di nava malê de bimîne. Ji ber ku jin neçar bûn, birayarên ku di hatin diyarkirin tenê li gorê wî jiyan dikirin, tiştek ji destê dayîka wê nehat û li gel tiyê xwe dizewice. Ji êşên xwezayî zêdetir êşên dihatin feriz kirin, kulên Dayîka Gehwer zêdetir dikir. Mam û xalên dayîka Gehwer, di 13 saliya wê de wê neçarî zewaca darê zorê dikin. Dayîka wê gelek li berxwe dide ku ev yek pêkneyê, lê cardin ew biya xwe dikin. Malbat û derdor jiyana bi êş ya zewaca zarokatiyê li ser pişta dayîka Gehwer dikin bar, lîstokên wê yên zarokatiyê dikin êş û zehmetiyên qedera wê. Dema di zewice xwedîkirina sewal, karê malê û xwedîkirina zarokan ji wê re gelek giran tê. Lê mîna ku bibêje hûnê nekarin pişta min bişkînin û min li erdê bidin, li hemberî hemû zoriyên jiyanê xwe li ser lingan digire û dibe jinek jêhatî ya Botanê. Di destpêkê de çar zarokên wê çêdibin, ji ber ku doxtor û nexweşxanyên pêwîst li gund û navçeyê tine bûn, heta salekê dimînin sax piştî wê jiyana xwe ji dest didin. Heta niha jî nizane ji ber çi zarokên wê, di wê demê de jiyana xwe ji dest didan. Piştî herçar zarokan, çar kur û du keçên wê çêdibin. Heta niha jî êşa windakirina zarokên xwe dibêje û di hestên xwe de dide der û axinên kûr ji hindirê dilê xwe dikişîne.

Bi derketina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê re wek her gundek yê Botanê, gundê Nêrweh jî guhertin û veguhertinên siyasî jiyan dikir û heyîna PKK’ê wek rizgarbûyînê dipejirandin, ji bo vê yekê dest bi têkoşînê dike. Ev têkoşîna xwe bi beşdarkirina zarokên xwe ya nava refên têkoşîn dide diyarkirin. Kurê Dayîka Gehwer, Sedîq Bulut jî di ciwantiya xwe de beşdarbûna xwe ji nava refên têkoşînê re dide çêkirin. Piştî beşdarûna ciwanên gund êdî êrişên dewletê yên li ser gund jî berfirehtir û mezintir dibe. Di nava şevekê de 100 guleyên topan di avêjin nava gund û dibêjin pêwîste hûn ji gund derbikevin. Di sala 1993’an de li ser vê yekê dayîka Gehwer li gel malbata xwe berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û derbazî bajarê Zaxo dibin. Salekê li Zaxo dimînin lê vê carê ji ber zextên PDK’ê ji vir jî derbazî nava penaberên Bakurê Kurdistanê yên li Şeraniş dibin. Li vir jî dewleta Tirk û PDK’ê êrişî gelê wargehê dikin û wan cardin neçarî penaberiyê dikin. Dayîka Gewher her carê bi zarokên xwe ve mala xwe li pişta xwe dike û wargeh li pey wargehan diguhere. Li Wargeha Geliyê Qiyametê di nava ambargoyê de birsîtî û bêderfetiyên jiyanê êşa dayîka Gewher hîn mezintir dike. Bi dehan caran nanê ji bo sewalan hatibû hişk kirî û di nava kifkê de mayî, dişûşt û dida zarokên xwe. Wek wê jî gotî: ‘Êşa herî mezin birsîtiya zarokê min ya li ber çavê min bû’ lê ev jî ne êşa dawî ya dayîka Gehwer bû. Piştî ewqas wargehan li wargaha Penaberan a Mexmûrê niştecih dibin  û ev 25’ salin li vê wargehê li hemberî hemû zilm û zoriyên dewleta Tirk û PDK’ê li berxwe didin. Rûkeniya dayîka Gehwer di qurmîçekên rûyê wê de mîna axinekê bêdawî şewq dide li ser rûyê wê û dibêje hûnê nekarin vê rûkeniyê li ser lêvên me qut bikin.

Jiyan Pîran

Yorum Gönder

0 Yorumlar