Evdirehman Evdilkerîm diyar kir ku ew ji xwedîkirina hêştirmehan (Deve kuşu) hes dike û wiha got: “Bi heskirinek mezin, min û hevalekî xwe beriya 6-7 salin dest bi xwedîkirina hêştirmehan kir.”
Evdirehman Evdilkerîm yê ku bi eslê xwe xelkê Bawenûr’ê ye û niha li Derbendîxan jiyan dike beriya 7 salan li gel hevalek xwe yê li Gundê Feqê Cinê yê ser bi Derbendîxan dest bi xwedîkirina hêştirmehan kiriye. Girêdayî vê mijarê Evdirehman Evdilkerîm ji rojname me re axivî.
‘Deriyê me ji bo herkesê vekiriye’
Evdirehman Evdilkerîm di destpêka axaftina xwe de diyar kir
ku li gel hevalekî xwe beriya 7 salan dest bi xwedîkirina hêştirmehan kiriye û
wiha got: “Bi heskirinek mezin, min û hevalekî xwe beriya 6-7 salin dest bi xwedîkirina
hêştirmehan kir. Li Kurdistanê xwedîkirin û xwarina goştê hêştirmehan kême. Ji
ber ku ev lawir bi eslê xwe Efrîqî ne. Me destpêkê sê hêkên hêştirmehan jî
Îranê anî û wisa dest bi xwedîkirina hêştirmehan kir. Gelek ji van hêştirmehên ku
em niha xwedîdikin 5 salîne, bi texmîn jî salek û nîv temenê wan maye. Di salê
de nêzî 40-50 hêkan dikin. Lê cardin li gorî xwedîkirina wan hêkkirina wan jî
digûhere. Hevalek min heye ku ew jî xwedîdike dibêje 70- heta 80 hêkan dike. Her
48 demjimêran carekê hêk dikin. Ev lawir gelek paqij û zîrekin. Goştê wan tê
xwarin, goştek xweş û bi tame. Ji ber ku piraniya malbatan naxwin, em di
firoşin xaringehan. Karê min yê din jî heye, ez ji bo xweşiyê vî karî dikim.
Gelek kes ji derdor tên dîtina wan. Deriyê me ji bo herkesê vekiriye ku bên
bibînin.”
‘Di zivistan û hevînan de gûhertina cih pêwîst nake’
Evdirehman di berdewama gotinên xwe de destnîşa kir ku
xwedîkirina hêştirmehan ji bo wî gelek hêsan tê û ji xwedîkirina hêştirmehan
hes dike û wiha pêde çû: “Ez her roj demjimêr 13:00 heta êvarî bi xwedîkirina
wan re mijûl dibim. Sibê kiloyek û nîv genim û ce têkelî hev dikim û didim wan.
Xwedîkirina van lawiran ji min re hêsan tê, ji ber ku ne şivanî pêwîst dike û
ne jî paqijiyek zêde dixwaze. Her wiha di zivistan û hevînan de gûhertina cih
pêwîst nake. Ji ber ku di befir û baranê de jî dikarin ji derve bimînin. Ez
tenê bi wan re mijûl dibim, dema yên nas nakin nêzî wan dibin helwestek cûda
raber dikin. Ger mirov nas bikin hevaltiya mirov jî dikin.”
‘Min bixwe jî feyde jê girt’
Evdirehman di dawiya gotinên xwe de daxuya kir ku rûnê di
nava goştê hêştirmehan de ji bo dermanan tên bikaranîn û wiha bi dawî kir: “Rûnê
laşê hêştirmehan gelek zêde ye. Ger yek ji wan 100 kg be, ji wî 100 kg 20 kg
rûnê wê ye. Rûnê laşê wan, ji goştê laşê wan cûda ye. Em piranî rûnê hêştirmehan
didin kesên nexweş ku ji bo dermanan bikarbînin. Em goştê hêştirmehan difiroşin
20 hezar dînaran. Ger em rûnê bi firoşin jî em didin 10 hezar dînaran. Goştê
hêştirmehan bê hestî ye. Ji bo êşa çok û piştê gelek başe. Ez bixwe jî nexweş
bûm min bixwe jî feyde jê girt. Piranî rûnê wan em bi diyarî didin xelkê. Hêkê
wan jî 1600 gr me. Yanî bi qasî 27 hêkên mirîşkane. Wek zarokên min in. Dema ku
ez wan serjê dikim, ez gelek pê di êşim. Ji ber ku çend salan xwedîdikim û bi
wan re eleqeder dibim. Ji ber wê ji bo min gelek nexweşe.”

0 Yorumlar