Bersivên Gel:
-Qontirolkirina
civakê ye.
-Serokatiye.
-Berdeveke.
-Rêzane.
-Rênişandere.
-Ronahiya
rê ye.
-Rastî
dîtine.
-Pêşengê
civakê ye.
-Pêşengê
jiyanê ye.
-Stêra
rê ye.
-Jiyane.
-Rêvebirina
civakê ye.
-Avekerê
civakê ye.
Netêrkeriya
civakê ye.
-Şivantiye.
-Yê
civakê rêve dibe ye.
-Nûnertî
kirine.
-Rênase.
-Xizmetkarê
gele.
Gelek peyv
hene ku em di jiyana xwe ya rojane de bikartînin lê em nizanin ka bingihê wan
peyvan de çi heye. Peyva Rêber jî yek ji wan peyvane ku em rojane belku hezar
caran bi kartînin. Lê di aliyê wate û girîngiya peyvê de em nekarin hevokekê jî
li ser hevbêjîn. ‘Rêber’ di ferheng û rêzimana Kurdî de cihê xwe girtiye û eslê
xwe peyvek Kurdî ye. Ji nav û ‘Rê’ yan jî rêbar ‘Ber’ jî te wateya berdayîn yan
berê cihek nîşandan yan jî aliyek diyar kirin e. Wek peyva hevgirtî jî tê
wateya Rêberiya rê, kom, partî, rêxistin, tevger, tîm yan jî civakekê kirine.
Rêber kesên zana, di karên ku dikin de xwedî tecrûbe û îdeolojî ne. Kes li gor
zanist û hişmendiya xwe heskirina xwe di nava civakê de çêdike û Rêbertiyê ji
wê civakê re dike. Wateya ‘Rêber’ wek kes Rêber, Serok yan jî serwerê ku di hinek
dem û rewşa de ji ber hêza wan nav lê hatine kirin. Pozisyona kes ya di jiyana civakê
de guhertin û birêvebirina helwest, tevger, çalakiyên komî pêre têkildar nîşa
dide. Wateya berfireh ya vê peyvê ya di warê civaknasî de mirov dikare wisa
destnîşa bike, kesên bi nav û deng, bi hêz yan jî xwedî helwesta civakî ku
dikare Rêbertiya tevgerên civakî bike û birêve dibin e. Di heman demê de peyva
pêşeng jî dikare di wateya Rêber de were bikaranîn. Di nava civak û derdor de
ji bo kesên civak, partî, rêxistin yan jî netewekê birêvedibin re ‘Rêber’ tê
gotin. Di nava gelê Kurd de hem ji bo navê kes hem jî yên xwediyê wî erkê
‘Rêbertiyê’ dikin re kartînin. Li gorî lêkolînên hatine kirin kesên ku navê Rêber
bikartinin kesên enerjîk, çalak û xwedî îradeyek xurtin. Di heman demê de kesên afrêner, xwedî xeyalên
mezin û ji mûzîkê hes dikin e. Bikaranîna navê Rêber di olê Îslamê de jî erênî
tê girtina dest, ji ber ku navek watedar û di aliyê erênî de bandorî li ser
kesayeta mirov dide çêkirin. Kesên Rêbertiyê ji civak yan jî partiyekê re dike
divê xwedî hêz, zanist, îdeolojî û kesayetên dilnizim bin. Heskirina xwe di
nava gel û endamên partiya xwe de dabe avakirin. Rêber kesên pêşengtî ji civak
û netewa xwe re dikin û li ser bingehê berjewendiyên civakî xebatên xwe didin
pêkanîne. Li gorî civak, netew û partî taybetmendiyên Rêber û pêşengên wan tên
guhertin û veguhertin. Di nava civaka Kurd de gelek kesan li ser bingehê azad
kirina Kurd û Kurdistanê têkoşîn dan meşandin. Lê heta niha gelê Kurd ti kesek
ji wan wek Rêberê Netewa Kurd ne dan destnîşa kirin, ji ber ku kesên beriya
Rêber Apo têkoşîn ji bo gelê Kurd dane meşandin azadiya gelê Kurd di azad
kirina herêma xwe de girtin dest û têkoşîna dayî meşandin jî nekirine malê
netewa Kurd. Ji ber vê yekê jî kesên serhildêr yên gelê Kurd ne bûne Rêberek
netewî. Lê bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re Rêber Apo gelê Kurd dibin
yek îdeolojiyê de kom kir û got: “Pêwîste Gelê Kurd bi yekîtî ji bo yek armancê
yanî azadiya Kurd û Kurdistanê têkoşîn bike.” Ev bîrdoziya Rêber Apo hişt ku
gelê Kurd û gelên Azadîxwaz yên cîhanê îro Rêber Apo wek Rêberê xwe yên sereke
bibîne û ji bo azadiya wî têkoşîn bike. Niha jî gelek caran dema ji bo Rêbertî,
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê gotin netewên din yên Rêbertî wek Rêberê
xwe dibînin aciz dibin. Bixwe jî dibêjin ‘Rêber Apo Rêberê Gelê bindeste.’

0 Yorumlar