Bersivên Gel:
-Dayîk e.
-Cewherê kes e.
-Evîn e.
-Nasname ye.
-Hêvî ye.
-Bêrîkirin e.
-Jiyana mirov e.
-Welatparêzî ye.
-Jiyanek azad e.
-Êşên di kêliyê de hatine jiyan kirin e.
-Sînor e.
-Xweşik bûnek nayê pîvan e.
-Xeyalê şehîdan e.
-Bedel dayînên girane.
-Hestê azadiyê ye.
Welat cihê ku mirov lê niştecih bûyî ye. Bi pênaseyek din welat dayîk û nîştîman
e. Cihê ku mirovan lê bergirtî, li ser mezinbûyî, li gorî wê şikil û şêweyê xwe
girtiye. Dema mirov temaşeyî cihanê dike her welatekî li gor erdnîgariya xwe şikil
girtiye. Her mirov bi şikil û bergirtina xwe dibe xwedî nasname, çand û zimanek
taybet. Mirovek ji welatên Asya, ji
mirovekî Afrîka yan jî Ewropayê cûdaye. Ne di şikil de, ne jî di dîrok,
çand, ziman, xwarin û vexwarinan de neşibin hev. Ne tenê niştîman teşe dide
awayê mirov yê fizîkî, şêwe dide ruh, awayê fikirinadin û hizirîndina mirov jî.
Di wateyek din de welat weke mekanê
jiyanê ye, bêyî wê jiyan nabe. Welat bi tenê ne cihê ku li ser çand pêktê û
hilberîna maddî ya jiyana civakî çêdibe. Ew xanî û dergûşa jiyana civakê ye ku
têde ruh û dîroka wê jî pêktê ye. Dema mirov
jê mehrûm û bê par bimîne, ji bê ruh û bê xanî mayînê xirabtir dibe. Yên civakê
bê ruh û bê xanî dihêlin, dikare wan bê çanda madî û menewî jî bihêle.
Mirov
bi hezar salan li ser rûyê cihanê li cihekî jiyanê geriyane. Bi derketina ji
Riha Efrîqa û ber bi cihê belavbûyîn yek ji armanca bikaribin erdnîgariyekî ku
li ser jiyan bikin bû. Ji bo vê jî bi milyonan km meşiyane û rastî bi milyonan
pirsgirêkên weke nebûna zad, şert û mercên avhewayê hatine. Li mezopotamya
kevana bi bereket Kevana Zêrîn li kontara çiyayên Torus û Zagrosan bicihbûne.
Bi cihbûna mirovan ya li kevana
bi bereket girîngiya welat ango mekanê jiyanê jî bi xwe re aniye. Kevana bi bereket yekem şoreşa çandinyê ya di aliyê
ziman, çand, bawerî û endezyarî de pêşengtî kiriye. Welat dibe dayîknîştîman û
weke têgînekî sosyolojîk, erdnîgariyeke bi sedan salan li ser şoreşa çand û
ziman hatiye afirandin. Têgîna welat û dayîknîştîman di serdema netewbûnê de
girîng bûye. Dema ku mirov temaşeyî beriya sedsala 19’an dike, niştehcih ayîdê
netewekê nîne û ew netew nikare tenê têde jiyan bike. Ji ber ku ne li ser
bingehê netewbûnê bû. Di dîrokê de jî tê destnîşan kirin ku bi sedan netew di nava
xakekê de bi hev re jiyan dikirine. Tenê ya dihate guhertin desthilatdarî bû.
Welatê
me Kurdistan jî yekem ware ku malovanî ji mirovatiyê re kiriye û bûye dergûşa
jiyanê, lê dema ku mirov îro li rastiya Kurd ya dayîknîştîman dinêre, rastiyeke
birîndar û bi perpite ye. Neteweke ku li dayîknîştîmana xwe xwedî dernekeve ev
tê wê wateyê ku dest ji dîrok û çanda xwe berdaye. Di encamê de dest ji
netewbûnê û jiyana bi awayekî civakî jî berdide. Ma mirov dikare rastiya
neteweyekê bê welat bi nase? Na mirov nikare û mirov nikare rastiya civaka Kurd
bê welatê wî bide naskirin. Ji ber ku ti netew nikare bê welat hebûna xwe berdewam
bike. Her çiqasî rastiyeke ya welatê me Kurdistan ya mêtîngeh û parçekirî hebe
jî, hebûna Kurdistanê nikare were înkar kirin. Heta di welatekî de kesên ku dixwazin
bi awayekî azad, girêdayî û hêjayî dîroka wê jiyan bike hebe, wê yek parbûna wî
welatî berdewam be.
Ji
bo hebûna welat berdewam bibe jî divê mirov bi xaka welat ve girêdayî û ji bo parastina
wê di nav xebatê de be ango divê ferdên welatparêz be. Em di rastiya Rêbertiyê
de ruhê welatparêziyê dibînin. Yên ku rastiya Kurdan di dîrokê de fêhm nekirine
ew nikarin ji welat hez bikin. Rastiya welatparêzî li Kurdistanê bingihê wê
digihe 12 hezar sal beriya niha. Yên rastiya welatparêzî fêhm nekirine nikarin ji bo welat bedelên giran bidin.
Mirov ji welatê xwe hez neke, li ser lêkolîn neke, nasneke û girîngiya wê nezane
wê nekaribe xwedî li dewlamendiyên madî û menewî yên wê xakê jî derbikeve.
Welatparêziya gelê Kurd xwedî kokek kevnare, Kurdan ti caran dest ji dîroka xwe
bernedaye. Çûye kuderê herdem çanda xwe, zimanê xwe parastiye. Ev ji
welatparêziya wan tê.
0 Yorumlar