Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 207’an de bi koma 41’emîn didome.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 207’an de bi koma 41’emîn berdewam dike.
Çalakiy nobetê li Saziya Ciwanan bi amadebûna xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Li ser navê koma 40’emîn Mamosta Emer Kara axivî.
Mamosta Emer Kara di axaftina xwe de diyar kir ku ev 25 salin Rêber Ocalan di nava tecrîdek girankirî de tê ragirtin û wiha got: “Ev sê salin tecrîdek di nava tecrîdê de li ser Rêbertî tê meşandin û bi tu şêweyî nahêlin ne malbat û ne jî parêzerên wî serdana Îmraliyê bikin. Ev mafê rewa yê her girtiyekê lê ev maf di ji bo Rêbetiya me nayê dayîn. Ji ber wê ev ji 200 rojan zêdetire ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyek li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tê meşandin. Girêdayî vê li girtîgehên Bakurê Kurdistanê jî çalakiya birçîbûnê hatiye destpêkirin. Em çalakiya wan silav dikin. Her wiha meşa azadiyê ya ku DEM Partî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daye destpêkirin wan silav dikin û ji derveyî welat jî li her cihê ku Kurdek lê heyî bi awayê girseyî meş û çalakiyên cûrbicûr lidar dixin. Ji bo wê jî divê her Kurdek li kûderê dibe bila bibe divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî erkê ku dikeve li ser milê wî pêk bîne.”
Çalakiya nobetê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma nû hate kirin.
0 Yorumlar