Ev 12-13 salin êriş li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Suriyê berdewam dike. Jixwe destpêkê bi rêya Cepe El Nusra û Cêhşil Hur êrişî Rojavayê Kurdistanê kirin û piştre jî bi rêya DAIŞ’ê, bi taybet piştî şikandina wan ya di Kobanê de Tirkiyê dest bi êrişan kir. Di wê demê de sê bajarên Kobanê wek Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrîn hatin dagirkirin. Em dibînin bi taybet herêmên ku hatine dagirkirin di navbera çekdarên girêdayî dewleta Tirk û komên çekdar yên li wêderê de şer û pevçûn çêdibin. Li wêderê herî zêde jin û zarok tên qetilkirin. Lê binpêkirina mafê mirovan û guhertina demografî ya li wan bajaran tên kirin, kesekî ku li dijî vê guhertina demografî û bêmafiyê derbikeve me nedîtiye. Li rûxmê ewqas zor û zehmetiyên di wan herêm û çiyayên dagirkirî de tên jiyan kirin, heta niha jî ti çareserî ji bo wî gelî nehatiye danîn. Ji bo guhertina demografî jî di 23’ê Cotmehê de bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojihatê Suriyê kir. Piştî lihevkirina peymana civakî û ragihandina wê, her wiha piştî şikandina dewleta Tirk ya di Herêmên Parastina Medyayê de me dît ku derbeyek mezin li wêderê xwar, vê carê dewleta Tirkiye yekser berê xwe da Bakur û Rojhilatê Suriye û binesaziyên herêmê kirin hedef. Ji zarokekî bigire heta kal û pîrên di Bakur û Rojhilatê Suriyê de jiyan dike her yek vê dibêje, piştî 12-13 salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku hevpeymana civakî li vêderê hat erêkin û Sîstama Netewa Demokratîk hatî rûniştkandin, wekheviya gelan, wekheviya zimanan bi yek destî gel li himberî hemû êrişên dagirkeriyê sekinîn. Dewleta Tirkiye dît ku nikare bi vî awayî serbikeve, ji bo wê jî bi balefirên keşifê û yên şer êrişî ser binesaziya herêmê kir ku îradeya vî gelî bişkêne û gel ji mal û welatê xwe koçber bibe.
Di van 12 salên şoreşê yên derbazbûyî de ku ber bi sala 13’emîn ve diçe, bi
her awayî di şerê taybet û şerê bejayî de komên çekdarî hatin avakirin û êrişî
gelê vê herêmê kirin. Lê dewleta Tirkiye dît ku her cûre êrişên ku kirine ji
armanca wî re nebûye bersiv, ji ber wê niha bi awayek dijwar êrişî binesaziya
herêmê dike. Niha herêm ber bi aloziyekî mezin ve diçe. Bi taybet zehmetiyên ku
gel dibînin, peydakirina pêdiviyên jiyanî yên sereke weke gaz, benzîn, av û
elektirîke ku ji gelek bajar û navçeyan hatine qutkirin. Lê dîsa jî em dibinin
ku berxwedaniya gel ya li himberî van êrişan bi awayekî xurt tên meşandin.
Dewleta Tirk û her kes êdî vêya baş dizanin ku gerîla û Rojavayê Kurdistanê
ji hev ne qutin û jixwe gel jî vêya her tim tînin ser ziman. Dewleta Tirkiye bi
balefirên şer, bi madeyên qedexekirî êrişî Herêmên Parastina Medya dikin. Me
dît ku gerîla çiqas zorî û zehmetî li Herêmên Parastina Medya dikişînin, bi
taybet di nava vê berfê de derbeyên pir giran li dewleta Tirk dixe, ji bo dewletekî
di NATO’ê de weke dewleta duyemîn cih digire binketinek mezine. Dewleta Tirkiye
êdî nikare şerekî demdirêj li himberî gerîla bide meşandin. Ji ber ku ev bi
salane bi her awayî hewil dide dibêje ezê gerîla li Herêmên Medya qirbikim û nahêlim cihekî bi navê Kurdistan
bê avakirin. Metirsiya wî ya herî mezin ewe ku dibîne gel û gerîla bi hevdû ve
girêdayiye û hêza xwe ji hevdû digirin, ji ber wê rasterast êrişî Rojavayê
Kurdistanê dike. Lê em dibînin berovajî wê dema li vêderê êriş pêktên, li
wêderê derbeyên mezin dixwin û gel jî bi berxwedana xwe diyar dikin ku ew di
piştgirîdayîna gerîlayan de bi israrin.
Niha berxwedana gel ya li herêmê jî di astekî pir baş deye. Di nava van
salên derbazbûyî yê şoreşê de gel tecrûbe ji vî şerî girtiye. Bi taybet di van
êrişên herî dawî de ku bi balefirên şer û keşifê li ser herêmê dihatin kirin,
me didît ku dema êriş çêdibû gel hemû berê xwe dida cihê bûyerê, xwe dikirin
mertalên zindî û ji raya giştî re dida nîşandan ku em dest ji xaka xwe bernadin
û em ji van êrişan jî natirsin. Gel bi axa xwe ve girêdayîne ji ber wê jî ber
bi meşa azadiyê ya ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo dayî vî gelî, ji xwe
re esas digire û ber bi wê xetê ve dimeşe. Van êrişan ti carî îradeya vî gelî
neşikandiye û naşikîne jî. Li rûxmê hemû êrşan û nemayîna navenedên jiyanî yên
li herêmê, gelê herêmê cûr ber cûr çalakî pêktanîn û berxwedana xwe ji raya
giştî re didin nîşandan. Raste herêm ber bi xeteriyekê ve diçe ji ber ku
peydakirina pêdiviyên jiyanî yên serek pir zehmete bi taybet di gundan de, li
navçeyên li ser xeta sînor peydakirina av û elektirîkê pir zehmete. Lê dîsa jî
em dibînin dayîk, zarok, kal û pîrên herêmê berxwedaniyek pir mezin didin
meşandin. Bi ruhê şerê gelê şoreşgerî ku îro ev berxwedanî tê meşandin, ne
berxwedaniykî ji rêzê ye.
Li kêleka vê eger li hevkirinek di navbera Rêveberiya Xweser û Rejîma
Suriyê de çênebe, wê ev êriş bi taybet li Bakur û Rojhilatê Suriyê bidome. Ev
jî heye, Rejîma Suriye destê xwe xistiye destê dewleta Tirkiye û dewletên din
yên NATO’ê de ku ev êriş li ser tevahî Suriye bên kirin. Em dibînin îro li ser
Şamê ku paytexta Suriyê ye rastî van êrişan tê û Suriye bêdenge, li ser xeta
sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de leşkerên Rejîma Suriye tên
kuştin lê dîsa jî ti bertek nadin nîşandan. Bêdengiya Rejîma Suriye jî tê wateya
ku li hevkirinek di navbera wan û dewleta Tirikiye de heye. Eger Beşar Esed li
beranberî van êrişan bi vî awayî bêdeng bimîne wê Suriye ber bi şerê cîhanê yê
siyem ve biçe û her ku diçe jî rewşa Suriye xirabtir dibe. Lê eger Rejîma Surî
destê xwe ji destê dewleta Tirkiye dernexîne û li hevkirinekî di navbera wan û
Rêveberiya Xweser de ji bo aloziya li Surî çênebe, her ku biçe wê alozî û
xeterî jî mezintir bibe.
Loristan Derwîş
0 Yorumlar