Divê mirov ekonomiya komîn a xweseriya ekonomîk bi kapîtalîzma dewletê û ekonomiya wê re tevlîhev neke. Naşibe hewldanên kolektîfkirinê yên sosyalîzma pêkhatî jî.
Pêwîste ev
êrişên li ser aboriya civakê bi berfirehî bêne dîtin û sîstemeke nû ya aboriya
civakê li ser bingehê aboriya civaka xwezayî ya ku helwesta êrişkar
a kapîtalîst vale derdixe, civakê û xwezayê biparêze were avakirin. Pêşxistina
sazûmeniyekî wisa tê wateya pêkanîna parastina cewherî ya civakê. Tenê qadên
çandiniyê yên heyî jî dikarin tevahiya pêdiviyên aboriya civakê dabîn bikin. Bi
endûstriya ku li hemberî ekolojiyê hişyar e û bêyî ku xweza were
xirapkirin jî, dikare hilberînê pêkbîne. Bi enerjiya xwezayî ya ku xwe bixwe nû
dike re jî pêwîstiyên enerjiyê dikarin bêne dabînkirin. Bi hinek bendavên biçûk
û heremî yên ku xwezayê tine nakin, xirab nakin jî dikarin pêwîstiyên avdanê û
enerjiyê bêne rêkxistin.
Di sîstema
nû ya aboriyê de, di têgihiştina netewa demokratîk de ji sûd ê (kâra) zêde re
cîh nîn e. Li ser bingehê berdewamkirina jiyana xwe û hîn zêdetir sûdkirin û
pêşxistina karê xwe de rêjeya sûdê dibe ku were pejirandin. Komkirina
sermayeyê, wê bibe sedema çînîbûnê, biyanîbûna ji civakê, desthilatdariyê û
mêtingeriyê. Ger milkiyet hebe wê bi vî awayî hebe. Wê bajarbûna ku ji
ekolojiyê re, civakbûnê re hişyare wisan bibe. Bajarên mezin têne wateya
nexweşî û pirsgirêkên mezin. Li hemberî çolahiyê wê daristan bêne armanckirin.
Karxaneyên
mezin, şîrketên mezin, di heman demê de xisarên mezin ên xwezayê ne jî. Ji ber
vê yekê heta ji dest tê di cihên heremî de jiyanek, aboriyekî komînal, ji bo
pêkanîna pêdiviyên xwe, li gorî taybetmendiyên heremên xwe, bi koparatîfbûnekî
giştî, hilberîna ku bi bingeh girtina kêrhatinê, dabînkirina pêdiviyan esas
digre divê bê pêşxistin. Ev yek hem ji aliyê bazirganî, hem ji aliyê civakî û
hem jî ji aliyê parastina ekolojiyê ve wê avantajên mezin bidest bixe.
Rêber Apo di
vê mijarê de wiha dibêje; Karûbarên ekonomîk ên cih nadin îstîsmarê, di serî de
civaka neolîtîk li cem tevahiya civakan bi coşa cejnê hatiye pîrozkirin.
Xweseriya ekonomîk a neteweya demokratîk sîstemek e ku bi wê ev coş careke din
pêk tê. Bendavên li ser çemên Kurdistanê hatine avakirin rê li ber felaketa
mezin a dîrokê û ekolojîk vekirine. Xweseriya ekonomîk destûrê nade ti bendavên
ku ekolojiyê, erdên bi bereket û dîrokê li ber çav nagire û heta destûrê nade
ku li şûna yên temenê xwe temam kirine yên nû bêne avakirin. Ger gengaz be, di
tesfiyekirina wan de texsîr nake. Bi ruhekî tam ê seferberiyê li dijî erozyon û
çolistaniyê ku dijminê mezin ê civak û zindiyan in, radiweste. Parastina axê û
bi daristankirina hawirdorê weke cureyekî herî pîroz ê kedê radigihîne û
xebatên di van herdû qadan de têrê dikin ku bêkarmayîna sedsalan ji holê
rabike.
Çawa ku di
dewlet-netewê de ji bo daneheva sermaye û karê qada herî pîroz a xebatê qada
kara herî zêde ye, li cem neteweya demokratîk jî xebatên ji bo daristanan, erd
û zeviyan qadên herî pîroz in ku xebatên di vî warî de tevahiya dîrokê civak li
ser piyan girtine. Bêyî kapîtalîzm û îndustriyalîzmê civak dikarin jiyana xwe
bidomînin; lê erd û daristan nebin, jiyana civakî nikare dewam bike.
Kapîtalîzmê civak ji erd, gund û daristanan qut kir û di bingehê bêkariyê de jî
ev heye. Hêza kar a erzan û kewara bêkaran ji bo kara herî zêde ya kapîtalîzmê
her hewce bûn û lewma diyardeyên wisa ne ku bi zanebûn û bi darê zorê hatine
çêkirin. Careke din vegera li erd û zeviyan, li daristanan, bi kurtî vegera li
jiyana ekolojîk wê bi tenê bêkariyê ji holê raneke; di heman demê de wê civakê
ji kanserojeniya bajaran jî rizgar bike. Bi vî awayî wê bajêr jî rizgar bike.
Bajarê weke ûr mezin dibe nexweşiyeke kansêrê ye. Jixwe kansêrên
ferdî jî weke gelek nexweşiyên din berhemên jiyana bajêr in. Ji ber vê yekê, vegera
li erd û axê, li xebatên ji bo daristanan, cotkarî û xwarinên ekolojîk ne bi
tenê ji bo bêkariyê çare ne; panjehra tevahiya nexweşiyên modernîteyê û bajêr
in jî.
Divê mirov
ekonomiya komîn a xweseriya ekonomîk bi kapîtalîzma dewletê û ekonomiya wê re
tevlîhev neke. Naşibe hewldanên kolektîfkirinê yên sosyalîzma pêkhatî jî. Em
behsa yekeyên ekonomîk dikin ku herî zêde bi xwezaya mirov û hawîrdorê re li
hev in. Di komûnê de ji suxre, hewldan û keda nabe azadiyê re cih nîn e. Em
behsa model û çavkaniya jiyana bingehîn dikin ku civakan tevahiya dîrokê pê xwe
heyî kirine, pîroz hesibandine û bi coş pêşwazî kirine. Li ku coş, bereket û
xêrûbêr hebe, li wir ekonomiya komûn heye.
KCK weke
hestiyê piştê yê neteweya demokratîk xweseriya ekonomîk û ekonomiya komîn bi
kêmanî bi qasî xweparastina civakê hewce û esas dibîne. Çawa ku bêyî
xweparastinê civak nikare hebûna xwe bidomîne, bêyî xweseriya ekonomîk,
parastina erd û axê, bêyî daristan, ekolojî û komînê, civak nikare xwe xwedî
bike ango nikare hebûna xwe bidomîne.
Erdal
Êlih
0 Yorumlar