Duyemîn artêşa herî mezin a di NATO’yê de û rêxistina polîs-jenderme ya herî mezin, di nava 40 salên vî şerî de carekê jî nikaribû gavek nêzî Biryargeha Merkezî ya HPG’ê bibe, lê HPG bi vê çalakiyê kete ‘biryargeha dijmin.’
Li ser
Wezareta Karê Hûndir a Tirkiyê ku hemû saziyên polîs, jenderme, ewlekariya
behre û notirvan (bekçî) girêdayî wê ne û ji aliyê Artêşa Tirk ve bi çekên
giran tê parastin ji aliyê du gerîlayên cangorî di 1’ê Cotmehê de çalakiyeke
fedayî pêkanîn. Fermandariya Biryargeha Navenda HPG’ê aşkere kir ku vê çalakiyê
“Tabûra Nemiran” pêkanîne. Li gor vê daxûyaniyê, tê diyarkirin ku ev çalakî
bersiveke li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên neheq û ji exleq para xwe
negirtine û hemû jî êrîşên sûcê şer ên li ser HPG’ê, girtiyên zindanan, bi
giştî gelê Kurd tên meşandine, her wiha ev çalakî hişyariyek ji bo dewleta Tirk
a dagirker e. Biryargeha HPG’ê destnîşan dike ku eger wan xwestibûya dikaribûn
di demjimêrên ku herî qelebalix de pêk bînin, lê serî li vê rêyê nedane, çalakî
ber deriyê Wezareta Karê Hûndir hatiye kirin.
Di rastiya
xwe de eger ev çalakî, di dema Erdogan jî di nav de hemû wezîr, parlementer,
general û dîplomatên ku ji bo temaşevan dihatin bi boneya roja vekirina meclîsa
mezin a Tirkiyeyê de derbas dibûn hatibûya kirin dê encama wê ya Tirkiyeyê
serûbin kiribûya. Lewra li gor Wezîrê Karê Hûndir, êrîşa li ser parlementoyê,
ji ber zêde mirov hebûn dê êrişeke hêsantir bûya.
Duyemîn
artêşa herî mezin a di NATO’yê de û rêxistina polîs-jenderme ya herî mezin, di
nava 40 salên vî şerî de carekê jî nikaribû gavek nêzî Biryargeha Merkezî ya
HPG’ê bibe, lê HPG bi vê çalakiyê kete ‘biryargeha dijmin’, ev jî qonaxeke nû
ya vî şerî radixe ber çavan. Li gor kordînata Wezareta Karê Hûndir, li wê heremê
‘Mejiyê Dewletê’ di wir de nîşan dide. Ji Fermandariya Artêşê bigire, saziyên
navendî yên MÎT’ê, ji Cendermeyan bigire heta Meclîsa Mezin a Dewleta Tirk hemû
saziyên dewletê, her yek kolanek di navbêra wan de, piraniya wan jî di bin erdê
de û bi hev ve girêdayî di wê heremê de bûye wek merkez. Di bin parastina
hezaran polîs û leşker, her wiha endamên MÎT’ê yên di bin firotina nan, kestane
û hwd de hatine kamuflekirin, bi hezaran kamerayên mobese, balafirên keşfê yên
ji hewa ve tên çavderîkirin, gotin di cih de be ‘Çûk bifirin wê were dîtin” de
sizmaya gerîlayan ji bo dewleta Tirk zeafeke ewlekariyê ya mezin e û ji bo
gerilla jî çalakiyeke serkeftinê ya herî bêhempa ye.
EV
ÇALAKÎ LI DIJÎ NAVENDA LEŞKERÎ YE NE SIVÎL E!
Li ser
esasê vê çalakiyê pêwîste her welatiyên Tirk û Kurd ji hêzên desthiladarên
dewleta Tirk a dagirker re bibêjin ku bê ku dirêj bibe, bê ku şer ji Kurdistanê
bikeve hemû bajarên mezin ên Tirkiyeyê, bê ku qeyrana aboriyê bikeve
felaketekî, bê ku Tirkiye neçar bimîne li ser daxwaza NATO’yê tevlî şer ên
îhtîmal li Kafkasya, Balqanan pêk were bibe, bibêjin “Vî şerî rawestîne, hûn
nikaribin rawestînin jî ya Rêber Apo serbest berdin, ew dikare şer rawestîne.”
Ev çalakî,
çalakiyeke li dijî navenda leşkerî ye, ne saziyên sivîl e. Lewra partî û
dezgehên muxalif jî di navê de, dewlet, hêz û hevkarên dewleta Tirk a dagirker,
bê ku rê bidin hev daxuyaniyên şermezarkirinê, lanetkirinê didin. Yên wek e
Rûşen Çakir jî di navê de hin qaşo rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên
muxalif, wan polîtîka û kiryarên tunekirin û înkara dewleta Tirk a
desthiladariya wê AKP-MHP dike ku li ser Kurdan dide meşandin nabînin,
çalakiyekî yekîneyeke leşkerî ya rêxistinekê li dijî karargeha leşkerî ya
dijminê xwe (dewleta Tirk) hatî kirin, jixwe di çavên desthiladariyê de
xweş-beşî nîşan bidin bê ku fêm bikin çi çiye dest bi şermezarkirinê û
reşkirinê kirin.
MISIR
ÇI BÛYE JI TE?
Ji bilî
hûndirê Tirkiyê, dewletên statukoparêz ên heremê jî bê ku fêm bikin ev çalakî
çiye, çi nîne dest bi şermezarkirinê kirin. Ji van yek PDK û ya din jî Misir
bû. Dê hade PDK rêya wê diyare, ji hevkariya dewleta Tirk a dagirker zêdetir
bûye koleyê wê û adeta li dijî gerîlayên azadiyê ji bo dewleta Tirk a dagirker
mayînan paqij dike “Bûye kerê teqemeniyê (mayînan)”. Lê em fêm nakin çi ji
Misirê hatiye? Yanî pir ne dûr hê duh na pêr, ma ne hûn bûn ku dema dewleta
Tirk leşker û çeteyên xwe şandibûn ji bo piştgiriya çeteyên Îxwanî Muslimîn a
di navbêra Lîbya û Misirê, we dewleta Tirk a dagirker tewanbar dikir û gef li
wan dixwar? Niha çi guherî? We li ser çi lihev kiriye? Ku berî fêm bikî ku ev
çalakî çewa çêbûye pêre pêre te daxuyaniya şermezarkirinê da…
ARMANCA
DAXUYANIYA HAKAN FÎDAN
Wek e her
carê dikin, ev car jî ji bo hincetek ji êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbike,
Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan, dibêje ku yên çalakiya Enqereyê pêkaniye ji
Sûriyê ango Rojavayê Kurdistanê derbas bûne. Ev daxuyanî aciziya hikumeta faşîst
a AKP-MHP’ê radixe berçavan, em wê deynin aliyekê ji bo êriş bikî hewceyê van
hincetên bê bingeh nîne. Ma Hakan Fîdan ne te digot “Ez bixwazim ji bo
hincetekê êrişê ya li ser Rojava ava bikim pir rehete, biçim aliyê din fuzeyekê
bavêjim aliyê Tirkiyê temam e”. Tu jî û her kes jî baş dizane tiştek wisa ne
rast e.
Welewku em
bêjin wisa ye jî… Ji vê xwezayîtir çi heye? Yanî ew Rojava ya ku tu her roj bi
hemû komên xwe yên çete, balafirên keşfê û bombebarkirî, hewanan êrişê wê dikî,
ji bilî leşkerî, endam û rêveberên sivîl ên saziyên sivîlan hedef digirî û
qetil dikî. Li gel vê yekê jî ev çalakî li dijî navenda leşkerî hatiye kirin,
wek e çewa Biryargeha HPG’ê daxûyanî da, gerîlayên azadiyê endamên “Tabûra
Nemiran” e.
PÎVANA
SERKEFTINA ÇALAKIYÊ
Ev çalakî
ne çalakiyekî ku çend polîs an jî leşker hatine kuştin an jî birîndarkirin e.
Ev çalakî wek e me li jor anî ziman bersiveke li dijî hemû zext û zordariya li
ser gelê Kurd û Kurdistanê û peyameke ji dewleta Tirk a dagirker ku digotin
“PKK tenê mane çend sed kes, ew jî tê demek nêz de xilas bibin” e. Li gor vê
peyamê çalakî çalakiyeke pir serkeftî bû û gihişt armanca xwe. Yanî wek
rayedarên dewleta Tirk a dagirker ku dibêjin ‘bê ku bigihêjin armanca xwe hatin
bêbandorkirin” an jî ew kesên pîvana serkeftin an jî binkeftina çalakiyê li gor
hejmara kuştî û birîndar ên polîs û leşkeran hesab dikin, ketine bin bandora
trolên tora civakî yên Erdogan, AKP-MHP’ê. Jixwe AKP-MHP ji bo rastiyê veşêre,
bi rêya dozgeriyê xwe ve hemû agahî û nûçeyên derbarê çalakiyê de ‘qedexeya
weşanê’ daye.
Milîtan
Rêhat
0 Yorumlar