Hevşaredarê Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî têkildarî pirsgirêkên ku di hêla elektirîkê de tên jiyan kirin got: “Elektirîka wargehê ji Hewlêr tê û ji ber wê jî Hikumeta Herêmê li gor xwesteka xwe elektirîkê dide. Elektirîka wargehê li gorî ‘wan gotî’, wê 7 demjimêran bê dayîn.”
Armanc Herekol
Hevşaredarê
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî pirsgirêkên elektirîka
wargehê ji rojnama me re peyivî û destnîşan kir ku Hikumeta Herêmê ji ber
gendelî û diziyê nikare deynê elektirîkê bide.
‘Divê elektirîka wargehê neyê qûtkirin’
Bedran
Pîranî di serî de anî ziman ku ev bi salan e, elektirîka wargehê ji Herêma
Kurdistanê tê û got: “Piştî ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ambargoyek li ser
me hat pêkanîn û şûnde, di hêla av, elektirîk û xizmetgûzarî de gelek zorî li
me tê kirin. PDK van kiryaran bi destê dewleta Tirk pêktîne. Pêwîste bi ti
awayê, şev elektirîka me neçûba, ji ber ku herêm an jî cihê ku em lê dijîn,
metirsiya DAIŞ’ê lê heye. Lê mixabin ev yek nayê pêkanîn û ev qasî du heyvanin
elektirîka me ya giştî, şev tê qûtkitin û wargeh di tarîtiyê de dimîne. Sedema
wê jî, gendelî û diziya Mala Barzanî ye. Ji ber ku Mala Barzanî dewlemendiya
xaka Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dijminê Kurdan dike, gelê Kurd jî di nav xizaniyê
de dimîne.”
Ji ber
dizî û gendeliyan xelk bê elektirîk e!
Pîranî di
nava axafitnên xwe de bilêvkir ku ne tenê Mexmûr, elektirîka tevahî Başûr tê
qûtkirin û sedema wê jî wiha anî ser ziman: “Cihek wek Başûr di vê sedsalê de
bê elektirîke, ev bê elektirîkî ne ji ber tûnebûnê ye, ji ber dizî û gendeliya
Mala Barzanî ye. Heta niha jî Herêmek wek Başûr elektirîka xwe ji hindek kampanya
û şîrketên şexsî digire. Hat zanîn ku ji ber herêm pereyên van şîrketên
elektirîkê nadin, lewma ew şîrket jî gel dihêle bê elektirîk. Ev desthilata
heyî, xwîna gelê Kurd dimije û heta niha jî ti xizmet ji gel re nekiriye. Divê
niha elektirîka Başûrê Kurdistanê 24 demjimêran bihatiba, lê mixabin ji ber
dizî û gendeliyan, hindek cih tenê 4 demjimêran elektirîkê distînin.”
7
demjimêran elektirkîk heye
Di şeva
25’ê Çileyê de balafirên bê mirov êrişî qada gazê ya Kormorê ya li Qadir Kerem
a Çemçemalê kir û ev êriş û zirarên çêbûyîn bandora xwe li elektirîkê jî kir.
Ji ber wê yekê du rojan ser hev elektirîka wargehê 4 demjimêran hat dayîn û ev
yek bû pirsek di serê gel de, me jî têkildarî vê mijarê ji Hevserokê Şarewaniya
Mexmûrê Bedran Pîranî pirsî, gelo wê elektirîka wargehê bibe 4 demjimêr an wê
wek berê 7 demjimêran bê dayîn? Pîranî têkildarî vê got: “Wek wargeh niha em 7
demjimêran elektirîkê digirin. Herêma Mexmûr giştî wisa ye, ne tenê wargeh wisa
ye. Di van rojên dawî de êrişek ser qada gazê ya Kormorê ya li Qadir Kerem a
Çemçemalê çêbû û bû sedem ku elektirîka me jî bê qûtkirin. Hat gotin ku wê
sererastkirina vê pirsgirêkê dirêj bike, lê zû hate çêkirin. Wê wek timî 7
demjimêran elektirîka wargehê bê dayîn.”
‘Elektirîkê
bi teserûf karbînin’
Herî dawî
Bedran Pîran’î peyamek da gelê wargehê û xwest ku gel di hêla bikaranîna
elektirîkê de bi teserûf tevbigere û got: “Di demjimêrên destpêkê de, sope,
kilîma û gêzeran hev re neberdinê, ji ber ku giranî çêdibe. Dema ku elektirîk
hat û pitşî demjimêrekî şûnde sopeyên xwe berdinê. Ji bo ku otomotîk bikeve
tevgerê. Ya din jî di dema roj de gûlopên zêde vemirînin û cîhazên ku vala vala
di elektirîkê de ne, derbixin. Em wek Şarewanî ji gel daxwaz dikin ku bi me re
bibin alîkar.”
0 Yorumlar