Di axa welatek pîroz de govenda azadiyê di gerînin xudawendên reqsê. Bi vê govendê re bi bask dibin û di gihijin asta nîrwana. Ruhên ku ji bo jiyanek bi wate bê jiyan kirin, dibin fedayiyên jiyanê. Ew welatê ku navê wî di dîrokê de hatibû tinekirin, xudawendan bi reqsa xwe ve carek din dîrok dinivîsandin. Heval Hebûn jî yek ji neviyên wan xudawendên reqsê bû ku bi destmala ku ji wan xudawendên şoreşger girtiye û vê mîrasê bi ruhê xwe re dixe yek û li her lûtkeyên çiyayê walatê pîroz bi sitran û tilîliyên xwe ve agirê azadiyê geşdike. Her ku dixwaze bibe perperîkek, di gire destmala destê şoreşgeran û dest bi reqsa azadiyê dike. Wesîle Alturk ango Hebûn Garzan di nav malbat û gundek welatparz de, di sala 1984’an de li gundê Pîran ku bi asî û berxwedaniya xwe ve tê naskirin çavên xwe li cîhanê vedike. Lê belê rêheval Hebûn di nava wan zinarên asê, newalên kûr û zozanên bi bereket de bi têr û azad ne gerya û jiyan nekir. Hîn zarokek biçûk bû ku di nava gund de bi zarokên hevalên xwe re li ser wan kaniyên ku leyîstokên keyfxweşiyê dileyistin, dewleta dagiker êrişî gundê wan dike û gundê wan tar û mar dike. Ji ber êriş û zextên dewleta Tirk û ji bo bikaribin jiyanek azad bi ziman û çanda xwe jiyan bikin, berê xwe dan koçberiyê. Çi êşe ku mirov li ser xaka xwe bibe zarokek penaber. Heval Hebûn jî wek bi sedan zarokên Kurd di welatê xwe de li ser xaka xwe dibe zarokek penaber. Di vê rêwitiya penaberiyê de heval Hebûn jî wek hemû zarokên mîna xwe mil da bin barê deh qatê temenê xwe û di vê rêwîtiyê de dest bi têkoşînê kir. Di vî rêya penaberiyê de ya ku herê zêde zura rêheval Hebûn diçû û mîna girêyekê dima di qirika wê de, nêzikatiyên Hikumeta Başûrê Kurdistanê bû ku qaşo yên di gotin em birayê hevin. Heval Hebûn bi wî temenê xwe yê biçûk jî rûyê wan yê reş heyanî perdeya herî dawî a herî qirêj bi çavê xwe didît. Ji xaka xwe dûr bi zarokên wek xwe re di binê wan çadiran de bi zimanê dayîka xwe dest bi xwendin û nivîsandinê dike. Rêheval Hebûn di nava vê têkoşîna bi rûmet de dibe kesek pêşketî, têgihiştî û dilnizim. Di her şert û mercan de xwe li beranberî civak û malbatê berpirsiyar dibîne. Rêheval Hebûn bi kêfxweş û rûkeniya xwe di nava hevalên xwe de mîna xudawenda reqsê tê nasîn, ji ber ku ji reqisîn û sitran gotinê pir hesdikir. Dema ku di ser govendê de di reqisiya û bi sitrana ‘hey serok, hey serok ti ji Kurdanê re bû dîrok’ digot ji vê cîhana ku jiyan ji wan re bûye qedexe û li ser vê xaka ku penaber bûne û li van wargehên lê dijîn, bi bask dibû û di firiya diçû li gel Rêbertî, li warên azad jiyana azad jiyan dikir. Ev têkoşîn, berxwedanî û îradeya ku di binê van çadiran de jiyan dikirin, xewin û xiyalên dagirkeran vala derdixist, ji ber wê jî di her kêliyê de êrişê wan dikirin. Di van êrişan de sê xizmê heval Hebûn qetildikin. Ev bûyer dibe dilopa dawî a ji bo biryar dayîna wê. Ji bo tola xizmên xwe û hemû keç û xortên ku di oxira jiyanê de canê xwe feda kirine hilîne bi dû hevalên xwe re biryara tevlîbûna nava refên gerîlayên azadiyê didin û di sala 1995’an de berê xwe didin çiyayên azad. Rêheval Hebûn li serê van çiyan kêlî bi kêlî mezin dibû, roj bi roj di nava vê şoreşê de di pijiya û dibû şoreşgera welatê xwe. Bi hesreta dilê hezaran jinên Kurd ku rojek li warên azad bi Rêber Apo re azad jiyan bikin, li ser xaka welatê xwe jiyanek azad bijîn têkoşîna hebûn û nebûnê dida. Bi fedakarî û çalakbûyîna xwe ve bibû evînek di nav dilê hevalên xwe yên dozê de. Rêheval Hebûn her qada ku diçe wek gerîlayek jin erkê xwe yê şoreşgerî pêktîne û dibe yek ji wan şoptarên li ser îdeolojiya Rêbertî ku ji bo azadiya rizgariya jin xîz kiribû. Heval Hebûn heta kêliya jiyana xwe têkoşîn kir û di sala 2009 de li Gabarê digihije karwanên nemira.

0 Yorumlar