3.Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê ku bi diruşmeya ‘Bi avakirina civaka demokratîk û xwe parastina cewherî Rêber Apo azad bikin, dijmin têk bibin’ û bi tevlîbûna 420 delegeyan hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Li salona Konferansê ya wargehê bi beşdarbûna 420 delegeyan 3. Kongereya Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 21’ê Sibata 2024’an de hatibû destpê kirin şeş rojan domand û duh bi dawî bû.
Di kongreyê de raporên dû salan yên Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Meclîsa Ciwanan hatin xwendin. Bi wê ve girêdayî nirxandinên kar û xebatên dû salan û ji bo nebesiyên ku di dû salan de derketibûn rexne û rexnedayîn pêşketin. Her wiha Hevpeymana Civakî û pêşnûmebiryar hatin xwendin û di erêkirina delegeyan re hatin derbazkirin. Piştî wê hilbijartinên hevserokên Meclîsê û hevserokên Dîwana Meclîsê hatin kirin.
Di hilbijartinên hatine kirin de Fîlîz Budak û Ehmed Şehbaz wekî hevserokên Meclîsê, Elî Bilehî û Nûdem Yeman jî ji bo Dîwana Meclîsê hatin hilbijartin.
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axaftina dawî kir. Fîlîz Budak di axaftinên xwe de Kongre li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî delegeyan pîroz kir û wiha behsa şeş rojên Kongreyê kir: “Di şeş rojan de nirxandinên giranbiha û gelek pêşniyarên ku mirov ji bo dema pêş weke ronahî bide pêşiya xwe hatin kirin. Em di pêvajoyek zehmet re derbaz dibin, rewşa yekemîn ku em xwe di ber de berpirsyar bibînin, rewşa Rêbertî ye. Polîtîkaya îmha û înkarê ya ku li ser gelê Kurd û xaka Kurdistanê tê meşandin ji bo vêya bûyîna bersiv, her wiha ji bo dema pêş ew polîtîkayên li ser wargeh belavkirinê vala derxistin, bi qasî ku ji me tê di aliyê Hikumeta Iraqê û Netweyên Yekbûyî û di aliyê Herêmê de xebatên ku bên xwesin pêkanîna wana. Wê ev hemû bihêlin ku pergala wargehê hîn zêdetir û xurtir li ser lingan bimîne. Ji ber ku em wek wargeh xwedî îdîaya jiyanek alternatîf, jiyanekî nimûne ji bo giştî pergala heyî bidin avakirin û hemû nimûneyên pergalê ji Wargeha Mexmûr derbazî Bakûr, Başur, Rojhilat û Rojava bibe. Pergala ku em didin avakirin em çiqasî xwe di ber de berpirsyar bibînin, em çiqasî bikaribin naveroka wê dagirin emê ew qasî bikaribin nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin û sîstema desthilatdar ya heyî hilweşînin. Polîtîkayên valakirina gundan û penaberkirinê yên ku dixwestin li ser esasê civakê bê bingeh û bê ziman bike me wek Wargeha Mexmûr ev polîtîkaya di asta cîhanî de vala derxistiye û zimanê xwe jî heta asta dawî parastiye, me şêweyê jiyanê avakiriye.”
Piştî axaftina girtinê, endamên meclîsa nû ku ji 95 kesan pêktê, sond xwarin û herî dawî kongre bi xwendina ancamnameya kongrê bi dawî bû.

0 Yorumlar