Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo hatibû destpêkirin di roja 220’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 220’an de bi dewrgirtina koma 44’emîn berdewam dike.
Merasîma dewirgirtinê bi kombûna gel û çalakvanan ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 43’an Emîne Kara axivî.

Ciwana bi navê Emîne Kara di axaftina xwe de diyar kir ku ev 25 salin bi ser komploya navnetewî re derbaz dibe û wiha got: “Bi komploya navnetewî re xwestin aştiya civakê û pêkvejiyana gelan ji holê rakin. Komploya navnetewî îro jî li Îmraliyê berdewame, hemû civaka Kurd û Rojhilata Navîn xistiye bin bandora xwe û tecrîda girankirî tê meşandin. Hemû pîvanên mirovî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî tên binpêkirin û tecrîd tê kûrkirin, ev sûcek li dijî mirovahiyê ye. Rêber Apo bi aqil û feraseta xwe komploya heyî ser û bin kir û hesabên hêzên komploger pûç kir. Bi hemû hêza xwe hewl da aştiya nava gel û civakan de pêş bixe. Lê tecrîda heyî vê ferasetê têxe metirsiyê. Em jî weke koma 43. ya çalakiyê vê tecrîdê şermezar dikin û ji koma nû re serkeftinê dixwazin.”
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma 44’an hate kirin.

0 Yorumlar