Şeva 7’ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov û bi çek mizgefta Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bombebaran kir. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Her wiha xaniyên derdorê ziyanek mezin dîtin.
Li ser vê yekê şandeyek ji Malbenda YNK ya navçeya Mexmûrê û Şêxên Ereban yê Şamar serdana cihê ku êriş lê pêkhatî kirin.
Şande destpêkê serdana navenda dîplomasiya wargehê kirin, piştre ji wê derê di derbarê êrişa ku li wargehê çêbûyî de nîqaş hatin kirin.
Her wiha ji şandeya Şêxên Ereban jî di axaftinên xwe de anîn ziman ku wê ti êriş nikaribin yekîtiya gelê Kurd û Ereban û Partiya YNK’ê xirab bikin. Anîn ziman ku ev êriş li dijî Îslamiyetê ye.
Piştre ji wir berê xwe dan cihê bûyerê ango Mizgefta semta 2 ya wargehê. Her wiha ji wir jî çûn serdana dayîka Zeyneb ya ku di bûyerê birîndar bûyî. Şande serdana malên ku di êrişê de ziyan dîtine jî ziyaret kirin.

0 Yorumlar