Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Rojavayê Kurdisanê hatin şermezar kirin. Piştî daxuyaniyê koma nû ya çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin çalakî dewir girt.

Gelê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk yadagirker yên li ser Rojavayê Kurdisanê hat şermezar kirin. Piştî daxuyaniyê koma nû ya çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin çalakî devir girt.

Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê bi girtina deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Mamosta Yûsif Gundikî axivî.

Yûsif Gundikî di destpêka axaftina xwe de di kesayeta 29 şehîdên Rojavayê Kurdistanê de hemû şehîdên tevgera Azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Dewleta Tirk li Dêrikê komkujiyek li ser hêzên ewlekariyê pêkanîn. Hêzên ewlekariyên yên Rojava ew hêze ku li hemberî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê şer kirin, civaka Rojava û mirovahî parastiye. Hiqûqa şer heye, divê di şeran de hinek cih neyên hedefgirtin. Lê mixabin dagikerên Kurdistanê exlaqê şer nîne, bi awayekê eşkere û li ber çavên her kesê van pîvanên navnetewî binpê dike. Di heman demê de bi navê çalakvanên azadiya fîzikî ya Rêber Apo ku ve demek dirêje ku li wargehê hatî destpêkirin soza bilindkirina têkoşînê dinîn. Wê hertim serkeftin ya gelê berxwedêr yê ku fikir û felesefa Rêber Apo ji bo xwe re weke rehberek digire be. Wê binketin ya hêzên rûreş be.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedan gelê Kurd’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû

Yorum Gönder

0 Yorumlar