Hevşaredarê Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî têkildarî paqijî, ekolojî û amadekariyên zivistanê yên wargehê axîvî û diyar kir ku gel û şaredarî bi hev re dikarin paqijî û ekolojiya wargehê biparêzin.
Armanc Herekol
Hevşaredarê
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Bedran Pîranî li ser paqijî,
ekolojî û amadekariyên zivistanê yên wargehê, ji rojnama me re peyivî û bang li
gel kir da ku wargehê paqij bigirin.
Gel di
hêla paqijiyê de xemsar bûye
Hevşaredar
Bedran di destpêka axaftinên xwe de qala karkerên şaredariyê yên beşa paqijiyê
kir û got: “8 karkerên me yên paqijiyê hene, 2 ji wan erkdarên paqijkirina
qenalan in. 4 karker jî yên paqijiya rojane ye û 2 karker jî ajokarên erebeyên
paqijiyê ne. Li gor rêjeya malên wargehê, endamên me yên paqijiyê kêmin, lê
rûxmê wê jî her roj xebatên paqijiyê tên meşandin. Hefteyê du caran erkdarên me
kolan bi kolan, gelaşên wan erdan radikin û dikin poşêtan de. Di hêla paqijiyê
de, tiştên ku dikevin li ser milê şaredariyê hene û yên dikevin li ser milê gel
heye. Şaredarî heta astekî karê xwe dike. Lê mixabin gel hertim bi me re nabe
alîkar. Divê gel li ber deriyê xwe paqij bike û nehêle gilaş li kolanan kom
bibe. Ev demeke, gelê me di vê mijarê de kêmekî xemsar bûye, divê wisa nekin û
wargehê paqij bigirin. Zarok tiştan dixwin û laylona wê davêjin erdê, divê wisa
nekin. Malbat divê bi zarokên xwe bidin têgihandin ku gilaş divê bê avêtina di qotiyên
çopê de. Em hêvî dikin gel bi me re bibe alîkar û em bi hev re wargeha xwe
paqij bigirin.”
Çanda
Botanê li wargehê domandin
Bedran
Pîranî di nava axaftinên xwe de bal kişand li ser ekolojiyê û da zanîn ku
projeyên wan ên darçandinê hene û wiha behsa wan projeyan kir: “Dema ku em hatin
vir, ev der çol bû, lê me ji xwe re kir bûhûşt. Me dar çandin, çandinî kir û me
çanda xwe ya Botanê li vir da jiyankirin. Ji ber wê yekê, niha wargeha me, li
gor derdor cihek herî xweş û têr dar e. Ji ber ku gelê me gelekî perwerdekirî û
di bin sêwana Netewa Demokraratîk de mezin bûye. Em wek wargeh pir girîngî
didin ekolojiyê. Niha di projeyên me de hene ku em daran biçînin. Li dora hewûza
ku îsal me ji gel re çêkirî ango li semta yek, projeyên me yên darçandinê
hatine destpêkirin. Emê wir bikin daristanek xweş. Li wir hem derfetên erd û
hem jî av heye. Me dest bi çêkirina wir kiriye. Her wiha di pêşerojên me de
gelek cihên semta 4 hene ku em daran lê biçînin. Li gor derfetên xwe em di
xizmeta gelê xwe de ne. Lê divê dîsa gel xwedî berpirsyar be û her derê mal û
baxçeyên xwe daran biçînin. Xwezaya xwe biparêzin û daran biçînin.”
Şaredarî
ya gel e!
Herî dawî
Hevşaredarê Mexmûrê Bedran Pîranî têkildarî hatina demsala zivistanê axivî û
anî ziman ku amadekariyên wan ên zivistanê heye û wiha axaftinên xwe domand: “Zivistana
bûrî ji ber barana zêde, lehî rabû û di encamê de gelek gov xirab bûn, gelek
malên kevin û dîwarên hewşa malan hilweşiyan. Piştî wê şaredariyê dest bi
çêkirin û nûkirina qanalên avê yên di nava wargehê de kirin. Di dîroka
penaberiya me ya li Mexmûrê de, baranek wisa ne barîbû. Em hemû matmayî man, ji
ber ku baranek pir zêde barî. Li gor me bihistî, dibêjin wê îsal jî baranek pir
zêde bibare. Ji bo wê wek şaredarî me amadekariyên xwe kirine. Me dîwarên qanalên
avê bilindkirine û ji nû ve çêkirine. Em daxwaz ji gel dikin, bila wan qanalan
paqij bihêlin. Bila gel dîwarên xwe li ser wan qanalan çênekin. Bi hev re em
dikaribin her tiştî serbixin. Ji ber ku şaredarî ya gel e.”

0 Yorumlar