Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi hezaran kes li Mexmûrê dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hat lidarxistin û di meşê de peyamên dijî tecrîdê û azadkirina Rêber Apo hatin dayîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 25’emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hat lidarxistin. Meş bi kombûna gel û xwendevanan, li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heya noqteya kontrola derketina wargehê dewam kir.

Di meşê de bê navaber dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ hatin bilind kirin, her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên li ser ‘Li ser xeta Rojhat û Erdal emê serkeftinê teqez bikin’, ‘Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin’ û ‘Komplo têkçû dem dema şikandina tecrîdê ye’ hatibûn hildan.

Dema meş li ber noqteya kontrola derketina wargehê rawestiya, deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî.

Filîz Budak di destpêka axaftina xwe de komploya 9’ê Cotmehê û komplogeran şermezar kir û wiha got: “Ji bo gelê Kurd li ser xaka xwe wek mirovan jiyan bikin, Rêber Apo temenê xwe feda kir. Hêzên desthilatdar ji bo me ji hebûna me ango ji Rêbertiya me qût bike ev 25 salin Rêbertiya me di bin perkagala îşkenceya Îmralî de digre. Ji bo ku bikaribin bi komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an Rêbertiya me dîl bigrin, hemû armancên xwe yên ji Lozan û Qesra Şîrîn ku armac tinekirina gelê Kurd bû, di vê komployê de kirin yek. Ji vir û şûnde ger jiyanek ne bi fikrê Rêber Apo be wê jiyanek ji rê derketî be. Em soza şikandina tecrîd û azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe didin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bimire îxanet’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar