Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Serkaniya bîrdoziya me ya azadiyê, Rêber Apo ye’

 Welatiyên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku eger li Kurdistan û cîhanê wekhevî, aştî û aramiyek çêbibe, yekane rêya wê Îmraliye û gotin; “Ji ber ku serkaniya bîrdoziya me Rêber Apo ye. Ji bo wê divê deriyê Îmraliyê were vekirin. Tişta ku ji me bê xwestin em amade ne pêkbînin.”

Xurbet Tallî

Komploya navnetewî ya ku dewleta Tirk bi hevkariya dewletên NATO’ê di 9’ê Cotmehê de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkanibû 25 salên xwe temam kir. Têkildarî vê mijarê şêniyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Memxûr) ji Rojnews re axivîn.

‘Dest li Hewa Maye’

Ayten Bûlût destpêkê komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got: “Ev komploya ku li hember Rêber Apo hatî pêkanîn ne wekî kes girtine dest, ji ber ku eger wek kes bigirtiba dest, dikaribûn bi rêbazên cûda jî bikar bînin. Dîtin ku fîkrê Rêber Apo roj bi roj belav dibe û giştî cîhan bandor dike, hewil dan ku vê fikir, îdeolojî û baweriyê biqedînin. Rêbertî gelek caran digot; ‘Ez şer nakim heta dawiyê li ber xwe bidim, lê dema bê xwestin ezê ji bo parastina xwe ya rewa bersiv bidim.’ Dema em li pêvajoyên ku derbaz bûne temaşe dikin, em dibînin her cara ku Rêbertî destê aşîtî, biratî û wekheviyê dirêj kiriye, ew dest li hewa maye.”

‘Mafê Pênûsekê Jî Nayê Dayîn’

Bûlût balkişand li ser bandoriya komployê ya li ser gelê Kurd û diyar kir ku her çiqas komployê tirsa windakirinê di gel de dabe jiyan kirin jî, lê sekna Rêbertî û peyamên ku ji girtîgehê rêkiribûn, bû sedem ku ew tovê Rêbertî avêtî erdê bêhtir belav bibe û wiha pêde çû: “Rêbertî kesayetek wisa bû ku ne tenê dewletek, gelek hêz û dewlet bûn yek encex karibûn Rêbertî dîl bigrin. Dixwestin fikir û bîrdoziya Rêbertî tune bikin. Rêbertî bawerî û bîrdoziya xwe wisa berfireh û pêşxistibû, ruxmê ku van hêzan hemûyan xwe kiribûn yek û tişta ku ji destê wan dihat pêk anîn jî, lê negihiştin armanca xwe. Tu bêmafî û êşkenceyên ku li zindanan têkirin nemaye ku li Rêbertî nekirine. Dema mirov temaşe dike ji bo her girtiyekî ku sûçên weke kuştin, dizî û komkujî kiribe jî mafê xwendin, nivîsandin û xwepêşxistinê jêre tê dayîn. Lê kesayetên wek Rêber Apo ku dixwazin aşîtî, azadî û aramiyê avabikin, derfetê xwendina pirtûkekê, heta mafê pênûsekê jî nayê dayîn.”

‘Divê Deriyê Îmralî Were Vekirin’

Bûlût di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku ew weke zarokên ku di penaberiya vê şoreşê de bi fikir û ramanên Rêbertî mezin bûne, çend salin wêneyek tenê jî yê Rêbertî nedîtine, ev tişt gotin: “Em ne ji ber pariyek nan penaber bûne. Em ji ber hişmendiya yek al, yek ziman, yek dewlet û hwd penaber bûne. Demek dirêje Rêbertî dîl girtiye, lê wêneyek yê wî nehatiye kişandin, ji ber ku tehemil nakin ne dengek û ne jî wêneyek yê wî derbikeve ji derve. Ji bo vê jî eger li Kurdistan û cîhanê wekhevî û aramiyek çêbibe, yekane rêya çareseriyê Rêber Apo ye. Ji bo wê divê deriyê Îmralî were vekirin. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd û dostên Kurdan ewe ku çalakiyên xwe hîn xurtir bikin.”

‘Naxwaze Tevgerek Wiha Pêşbikeve’

Herwiha çalakvanê bi navê Husên Kara ji Komploya 9’ê Cotmehê bi tundî şermezar kir û wiha balkişand li ser Partiya PKK’ê: “Niha PKK tevgerek ya azadiyê ye, bi taybet ji bo mafê Kurd û Kurdistaniyan derketiye. PKK rêya azadî û demoktasiyê her wiha mafê hemû gelan diparêze. Ev tevger di bin rêbertiya Rêber Apo de derket û bi tevlîbûna gelê Kurd yê her çar aliyên Kurdistanê, di demek pir kurt de berfireh bû. Pêşketin û berfirehbûna vê tevgerê tirsek mezin xist dilê dagirkerkerên Kurdistanê û komplogeran. Hemû rê ji bo tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bikar anîn. Li ser gelê Kurd polîtîkayek pir qirêj hat meşandin. Ji ber ku tevgerek wek tevgera azadiyê ne di berjewenediyên dewleyên hegemon de bûn, bi taybet dewletên weke Amerîka, Îngîltere û hinek dewletên Ewropa bi hev re gihiştin biryarekî wisa dihizirîn ku eger Rêbertiya PKK’ê tune bikin, wê tevger jî belav bibe. Di giştî serhildanên Kurdan de ev yek hebû yanî dema serokên wan dihatin girtin yan qetilkirin tevgera wan belav dibû. Bi wê mebestê xwestin vê tevgerê jî tune bikin. Armanca wan ya bingehîn di kesayeta Rêber Apo de xwestin tevgera azadî tune bikin. Pergala Kapîtalîst naxwaze tevgerek wiha bi taybet li Rojhilata Navîn pêş bikeve. Ji ber ku li pêşiya berjewendiyên wan dibe asteng.”

‘Çareseriyek Bêyî Rêber Apo Ne Gengaze’

Hisên Kara di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku Rêber Apo di aliyê nêrîn û ramanên xwe de ji bo gelên bindest bû hêviyek û wiha axivî: “Nêrînên Rêber Apo ne tenê di çarçoveya Kurdistanê de man, belavî hemû cîhanê bû. Ji bo hemû gelên bindest, kesayetên demokrat, sosyalîst bi taybet ji bo çînên karker û cotkaran bû hêvî. Ji ber vê yekê dewletên dagirker bi dewletên kapîtalîst re xwestin vê astengiya li pêşiya wan bi taybet ji bo ku fikirên Rêber Apo li cîhanê belav nebin ev komplo pêkanîn. Yek ji armancên wan ew bû ku bi dîlgirtina Rêber Apo re di nava gelê Kurd û Tirk de, ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li giştî Kurdistanê şer û kaosên mezin çêbibe. Ev jî di berjewendiyên dewleta kapîtalîset de ye. Helbet Rêber Apo ruxmê ku di zindanên de ye jî, rêya çareserî û azadiya gelê Kurd bêyî ferq û cûdahî aliyê jin, zilam, zarok û hwd bi paradîkmaya xwe ya nû rê vekir ku ev jî pêşketinên mezin bi xwe re anî. Her kes gihişt wê qenaetê ku di Kurdistanê de çareseriyek bêyî Rêber Apo ne gengaze.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar