Cudî sitargeha pêximberan. Xemil û şenga Kurdistanê. Tu bûyî warê Egîdan bûyî
warê evîn û evîndaran. Cudî! ji dîrokê heyanî roja îro li nava singa tede di
şewite agirê xudawendan. Geşdibe û di her pêtek a wî agirê te de destan ji nûve
tê nivîsîn.
Herekol keça çiyayê Cûdî ji gundê sipêndarokê ya ku pişta xwe dide Cûdî rûyê
xwe dide Herekolê di sala 1978 de ji dayîk dibe. Di nava xwezayek ewqas bi
bereket de ji dayîk bûyîn mirovan dike deyîndarê xwe, dema mirov li Kurdistanê
dinêre di rastiyê de em hemû deyîndarê vê xaka pîrozin. Mîna hemû zarokên Botanê
heval Qumrî Îlhan ango Herekol jî, xweşiya gundê xwe jiyan ne kir. Ji ber ku hin
di malzaroka dayîka xwe de bû xaniyê wan xira dibe, xwişk û birayê wê di binê wî
kavilî de dimîne. Dama ku dayîka wê ji
ber wan ve di giriya, Herekol jî di malzaroka dayîka xwe de digiriya û tama êşê
hîs kiribû. Ji ber wê, ji êşên welatê
xwe ne biyanîbû. Rêheval Herekol di wî dilê xwe yê biçûk de êşên mezin hilgirtibû.
Gelo ma dibe mirov li ser vê xakê ji malazaroka jinên mîna xudewendan ji dayîk
bibe û biyaniyê êşên ku Cûdî dikişinî be? Na nabe, gelê Kurd ku ji kaniya Cûdî av
vexarî bi eslin ji bo wê dest ji xaka Cûdî
na berdin.
Ji salên 80’î bigrin heyanî roja îro
dagirkerên Kurdistanê di şewitîne Cûdiyê Miradan. Gundê wan jî di wan salan de
bi destê xwînxwaran hatibû wêran kirin. Lê rûxmê hemû wêranî û talana jî Malbatê bi hêsanî dest ji wan
kavilan bernade. Roj di nava wan kavilan, mêrg û rezan de dimînîn, şev jî dibin
mêvanê gundê Gundikremo. Dayîka heval Herekol destê zarokên xwe digirt dibir,
li vî alî li wî alî, Herekol bi dayîka xwe re di temên biçûk de li pey jiyanûk
birûmet di geriya.
Ev êrişin dijmin gelekî zora heval Herekol diçû, dema wê li wan kavilan
temaşe dikir, êşek mezin dilê wî di pêça. Ji bo êşa dilê xwe kêm bike dest bi
gotina sitranan dikir. Sitranên wê jî, her behsa rê û rêwîtiyan bû.
Her şev dijmin ser mala wan de digire, dayîk û birayê wê dibirin bi rojan carna
jî bi mehan bernedida. Li pêş çavên wê êşkence li dayîk û biryê wê dikirinn.
Rêheval Herekol di wî temenê xwe yê biçûk de para xwe ji wan êşkenceyan digire,
qet wate nedida wan girtin û êşkenceyan. Carnan ji xwe pirs dike, ‘ma em kîne,
çima ewqas ji me di tirsin, ma me ji bilî jiyanê û li mafê xwe geranê çi kiriye
ku her şev ser mala me de digirin?’ Belê diyar bû ku Rêheval Herekol wê vê
nehqiyê qebûl neke û her rêwî be. Bi wêrekiyek mezin destê birayê xwe yê biçûk
digre û dikeve ser rê berê xwe dide kampa
Zelê diçe gel birayê xwe yê mezin. Ev helwesta wê dibe îsyana wê ya li beranberî
neheqiyê. Rêheval Herekol di jiyanê de fedekar, kedkar û bi zane tevdigeriya.
Di karê xwe de bi israr û mîsoger pêk di anî. Belê rûxmê ku wê sinorên ku
dagirkeran di nîva welatê wê de danîbû derbaz ji kiribû, lê cardin jî ji tang û
topan, ji lêdanên balafirên dijmin dûr ne ketibû. Di binê wan şikeftan de ji bangê
êvarî heyanî bangê sibehê gurim û gurima top û balafiran ji guhê wê kêm ne dibû.
Êdî wext hatibû û dem ew dem bû bikeve ser rêyek nû. Dem dema tolhildana ji dijmin bû. Ji
bo tola hemû rêwîtiyên xwe û dayîka xwe, ji bo tola wan rondikên dayîka xwe yên
ku li ser wan kavilan rijandî hilîne di sala 1993 berê xwe dide çiyayên azad. Êdî
ev rê, rêya wê ya rûmetê bû. Herekol wê di vê rêyê de bê tirs, bê rondikên
çavan bi meşiya. Ji ber ku ewê ne bi tenê bûya, wê li kêleka wê rêhevalên wê
yên ku wek wê heman êşên welatê xwe kişane hebûya. Wê cardin ber bi Cûdî, Besta
û Herekolê ve bi meşiya. Herku ber bi kûrahiya çiyan ve dimeşiya, çiya jî wek
parçeyek ji bedena xwe wê dixist himbêza xwe de. Ji bo tolê ji dijmin hilîne
êdî di destê wê de ne tenê sitranên wê yên dil şawat hebû. Çeka wê di destê wê
de bû. Rêheval Herekol heta kêliya jiyana xwe ya dawiyê, ji bo welatek azad bi
dest bixe bi deng û rengê xwe bi hêz û îradeya ku ji jinên xudawend girtibû
têkoşiya û di sala 1997 gihişte karwanên
nemiran.

0 Yorumlar