Jinên Wergeha Penaberan Mexmûr akademîsyen û nivîskara Kurd Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin bibîr anî û kujerên wê bi daxuyaniyekê şermezar kir û gotin: “Em 150 jinên ji çar aliyên cîhanê ku îmzeya me di vê nameyê de heye, bang li NY û tevahî saziyên têkildar dikin ku demildest bikevin tevgerê.”
Jinên Wergeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) akademisyen û nivîskara Kurd Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, bibîr anî, kujer û hêzên li pişt kujerên wê bi daxuyaniyekê şermezar kir û gotin: “Em 150 jinên ji çar aliyên cîhanê ku îmzeya me di vê nameyê de heye, bang li NY û tevahî saziyên têkildar dikin ku demildest bikevin tevgerê.”
Bi kombûna jinan ya li ber avahiya Jineolojiyê beriya daxuyaniyê, di kesayeta Nagihan Akarsel de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Mamosta Cîhan Benek ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Akademîsyen, nivîskar, rojnamegera Kurd û parêzvana mafê jinan Nagîhan Akarsel beriya salekî di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê yê girêdayî Rêveberiya Federal ya Başûrê Kurdistanê/Iraqê, hat qetilkirin. Di nava salekê de, li gel tevahî daxwazên edaletê kujerê Nagîhan Akarsel nehat darizandin, ji bo pêşîlêgirtina qetilkirinên siyasî bergiriyên pêwîst yên siyasî û hiqûqî nehatin girtin.
Hîna rojek li ser qetilkirina Nagîhan Akarsel re derbas nebibû, kujerê wê yê direviya Hewlêrê hat girtin. Li gorî agahiyên ji saziyên ragihandinê hatine girtin, kujerê bi navê Îsmaîl Peker hemwelatiyê Tirkiyê ye. Sefîrê dewleta Tirk yê Iraqê Alî Riza Guney di derbarê mijarê de daxuyaniyek da ragihandinê. Di ragihandinê de bi zimanek dîplomatîk got ku kujer ji aliyê MÎT’ê ve hatiye erkdarkirin. Lê heta niha ji bo darizandina kujer, ronîkirina hêzên di pişt vê qetilkirinê de ti gavên hiqûqî nehatine avêtin. Ne rayedarên Rêveberiya Herêma Kurdistanê, ne jî yên Iraqê, ji bo mehkûmkirina kujer û hêzên li pişt bûyerê, ji bo ronîkirina vê kuştina bêzagon tu hewldan nedane.
Nagîhan Akarsel pêşengiya gelek projeyên Akademiya Jineolojiyê kir. Jinên ji gel û beşên civakê yên cuda ji bo jiyanek hevpar ya bi rûmet û azad anî gel hev. Sê pîvanên bingehîn ên dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di kesateya xwe û sekna jiyana xwe de kir yek. Ev 40 salin hêzên dewleta Tirk bi awayek bê zagon komkujiyên li dijî jinên Kurd didomîne. Qetilkirina Nagîhan Akarsel jî xelekek ji vê komkujiyê ye. Di dema desthilata AKP-Tayyîp Erdogan de, di nav sînor û ji derveyî sînor, bi awayek derzagonî li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Jin ya Kurdistanê kiryarên qetilkirinê zêde bûne.
Rapora Taybet ya NY ya li ser tundiya li dijî jin û zarokên Keç, sedem û encaman jî fikarên xwe yên di vê mijarê de dubare kir. Anî ziman ku gelek jinên sivîl bi hinceta “Operasyona li dijî teororê” ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine kuştin. Heman demê rayedarên NY bang li Tirkiyê kirin ku yên van sûcan dikin bên darizandin û ji bo cezakirinek pêximker bi alîkariya saziyên navnetewî mekanîzmeya lêpirsînek bê alî bê avakirin. Lê yek ji vana pêk nehat.
Ji ber vê; Em 150 jinên ji çar aliyên cîhanê ku îmzeya me di vê nameyê de heye, bang li NY û tevahî saziyên têkildar dikin ku demildest bikevin tevgerê.
Daxwaza me ya edaleta ji bo Nagîhan Akarsel heman demê de daxwaza edaletê ya ji bo tevahî jinên bi rê û rêbazên cuda hatine qetilkirine. Bi gotina Ni una menos! (Yek din ji me kêm nabe), ji bo parastina jiyan û mafê jinan, bang li saziyên navnetewî dikin ku bergiriyên lezgîn û bi bandor danin.
Pêwîste di nav bergiriyên bên girtin de ev hebin:
- Berpirsyarên qetilkirina Nagîhan Akarsel û tevahî qetilkirinên siyasî bên darizandin û cezakirin.
- Qada hewayî ya Iraq û Sûriyê ji balefirên şer û balefirên bêmirov yên dewleta Tirk re bên girtin.
- Zext li dewleta Tirk bê kirin ku li herêmên Kurdistanê yên di nava sînorên Iraq, Sûriye û Tirkiyê de, êrişên bê hiqûq, polîtîkayên dagirkirinê, qetilkirinên rêkûpêk ên li dijî jin û parêzvanên mafên mirovan bên rawestandin.
- Erdogan û hikûmeta AKP’ê, di çarçoveya hiqûqa navnetewî de ji ber sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê dike, sûcên li dijî jinan û gelan dikin bên darizandin.
Kesên hiqûqî-hikûmî ku name û îmze bigihinê;
Sekreterê Giştî yê NY Birêz António Guterres
Serokê Desteya Ewropayê Birêz Charles Michel
Serokwezîrê Iraqê Birêz Mihemed Şiya El Sûdanî
Însyatîfa Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.

0 Yorumlar