Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi rêya hunerê dikarin leyîstokan vala derbixînin

 Hunermenda Kurd Nûarîn: “Divê PDK, Malbata Barzanî û hemû rêveberiya Başûrê Kurdistanê yên ku di van leyîstokên qirêj de cihê xwe digirin dest ji van leyîstokan berdin, ji ber ku ev yek nayê qebûl kirin û ji bo wan şermezariyekî mezine.”

Xurbet Tallî

Hunermenda Kurd Nûarîn têkildarî êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê re li ser pêşengên gelê Kurd û tevahî Kurdistanê dimeşînin ji rojnameya me re axivî.

‘Ji vî gelî lêborînê bixwaze’

Hunermend Nûarîn di destpêk axaftinên xwe de êrişên dewleta Tirk yên li ser pêşeng û qehremanên gelê Kurd tê meşandin, her wiha xiyaneta PDK’ê ya li hemberî gelê Kurd bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Gelek dijminên Kurdan hene, mirov dikare bêje bi qasî dostên me ewqas dijminên me jî gelekin. Lê dema mirov dibêje dijmin, di serî de dewleta dagirker a Tirk û gelek dewletên ku li hemberî van êrişan xwe ker, kor û lal kirine ku naxwazin di vî alî de bêdengiya xwe xirb bikin tê bîra mirov. Lê tişta ku ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin û mirov naxwaze bîne ziman jî ewe ku kesên em dibêjin birayên me ne, ji xwîna me ye di nava van êrişên qirêj de cih digirin û hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin ku di serî de Malbata Barzanî PDK ye. Mirov çawan dikare xiyanetê li gelê xwe, li xwişk û birayê xwe bike? Ev zarokên ku têdikoşin, ji bo her çar aliyê Kurdiyanê ye. Lê çawan dibe ku mirov piştgiriyê nede vê yekîtiyê û xiyanetê li gelê xwe bike? Dema mirov vana tîne ziman jî dilê mirov di êşe, ji ber ku mirov dizane dijmin dijmin e, qaşo tû dibêjî ez Kurdim lê bi xwe xiyanetê li xwişk û birayên xwe bikî. Em ne tenê wek hunermend, wesfê me çi dibe bila bibe em dibêjin bila êdî PDK dest ji van lîstikên xwe yên qirêj berde û ji vî gelî lêborînê bixwaze. Jixwe êdî bi gotinan jî lêborîn nayên qebûl kirin, ji ber ku xiyanetên gelek mezin kirine. Divê ji bo yekîtî, serkeftin, azadiya gelê Kurd û azadiya Serokê gelê Kurd di nava xebatan de bin ku bikaribin xwe bidin efû kirin.”

‘Em vê mîsyona xwe bi cih bînin’

Nûarîn di dewama axaftinên xwe de îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk jî kir û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk a faşîst serî li her rê û rêbazên qirêj da, lê gelê Kurd bi têkoşîna xwe, bi gerîla û qehremanên xwe ev lîstikên wan vala derxistin. Îro dixwazin van lîstikên qirêj bi destê rêveberiya Başûrê Kurdistanê, gelê Kurd, pêşneg û qehremanên gelê Kurd  tine bikin. Gelê Kurd bi salane li berxwe dide, qehermanên gelê Kurd bi salane têkoşîn dikin, ewqas destkeftiyên ku me li her çar aliyên Kurdistanê di serî de li Rojavayê Kurdistanê bidestxistine, pêwîste em xwedî lêderbikevin ku  bikaribin yekîtiya xwe avabikin. Pêwîste di vî alî de çi dikeve li ser milê me, em bi hevre pêk bînin. Divê em di her alî de xebat bidin meşandin ku em bikaribin van lîstikên qirêj vala derbixin. Her wiha em bikaribin hem Serokê xwe, hem gelê xwe û hem jî welatê xwe azad bikin. Di aliyê mîsyona hunermendan de Rêber Apo digot; ‘Hunermend pêşeng û wijdanê vî gelî ye’, divê em van gotinan ji bîr nekin. Eger Rêber Apo mîsyonek bi vî awayî daye me, pêwîste em vê mîsyona xwe bi cih bînin. Divê em di her xebatê de cihê xwe bigirin. Ji bo em bikaribin gelê xwe şiyar bikin û tevlî nava çalakiyan bikin, ev platform be yan medya civakî be, çi dibe bila bibe divê em di nava hewildanan de bin. Wek hunermend em dikarin bi rêya hunera xwe gelek karan bikin. Mînak, her hunermendek dikare bi stiranên xwe, bi şano, sînema, wêne, govend û hwd dikarin van  lîstikên qirêj vala derbixînin.”

Hunermenda Kurd Nûarîn bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Banga me ji bo tevahî gelê Kurd bi taybet ji bo hunermendan ewe ku em wek hunermend, jin, welatparêz û dostên gelê Kurd di her alî de, di her platforman de nêrînên xwe bînin ziman ku em van êrişan qebûl nakin û bi tûndî şermezar bikin. Divê PDK, Malbata Barzanî û rêveberiya Başûrê Kurdistanê yên ku di van lîstikên qirêj de cihê xwe digirin dest ji van lîstikan berdin, ji ber ku ev yek nayê qebûl kirin û ji bo wan şermezariyekî mezine.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar