Çend
roj beriya niha nameya ku dibêjin Mesrûr Barzanî ji Serokê Emerîkayê Bîden re
nivîsandiye, ket rojevê. Her çiqas piştre ji aliyê Barzanî ve hatibe derewandin
jî diyar e ku wî nivîsandiye yan jî li ser navê wî, bi destûra wî hatiye
nivîsandin. Lê tişta balkêş çiye? Heta niha bapîrê Mesrûr, bavê Mesrûr, apê Mesrûr,
pismamê Mesrûr, Mesrûr bixwe yanî bi kurtasî binemala Barzanî gelek name hem ji
hêzên navnetewî û hem jî hêzên dagirker re nivîsandine, lê tu name di
rojnameyan de nehatine weşandin an jî nebûne rojev. Lê ev nameya dawî hat
weşandin û ket rojevê. Hem jî zanebûn weşandin û xistin rojevê. Di nameyê de Mesrûr
ji Bîden alîkarî dixwaze û dibêje ‘eger hûn destwerdanê nekin, wê statuya me
bikeve xeteriyê û em wek aborî, siyasî hêz winda dikin. Di dema serokwezîrtiya
min de cara ewile ku pêvajoyek ne pak li hember me tê rêvebirin.’ Kesê/a ku
rewşa 34 salan a Başûrê Kurdistanê nezane wê bêje ‘demek heta niha statuya
Başûrê Kurdistanê ne di xeteriyê de bû; niha ketiye nava xeteriyê’ û wê
bifikire ku heta niha gel ti pirsgirêkên aborî jiyan nekirine, lewra Mesrûr
hewar dike. Halbukî ji ber binemala Barzanî, ev 34 salin statuya Başûrê
Kurdistanê bi xeteriyan re rû bi rû ye. Ev 34 salin gelê me fêrî parsekiyê
kirine. Ev 34 salin birûmeta wan tê leyîstin. Heta çend sal beriya niha jî bi
dirav û sedeqeyan jiyana xwe didomandin. Çend salên destpêkê bi dirav û
sedeqeyan, li rûmeta gel dihat leyîstin û piştre jî mihtacê kar û pariyek nan
hatin kirin. Jixwe ev 34 salin azadî, demokrasî, edalet, wekhevî nêzî Başûrê
Kurdistanê nebûye. Helbet sedem çi dibe bila bibe mirov çûyîna ciwanên Başûrê
Kurdistanê ya ber bi derveyî welat rast nabîne, lê eger li gel her tiştî jî axa
pîr û kalan tê terikandin, sedem Mesrûr û binemala wî bixwe ye. Car din eger
gel xweziya xwe bi faşîstê Saddam tîne sedem ew binemal e.
Dîsa
Mesrûr dibêje di dema serokwezîrtiya min de cara ewiliye ku li hember me
pêvajoyek ne pak tê rêvebirin. Lê Mesrûr ev du sal zêdetirin ku serokwezîre û
ti kes jî jêre nabêje, madem cara ewilî li hemberî serokwezîrtiya te pêvajoyek
ne pak tê rêvebirin, te çima ev pirsgirêk beriya niha bi dewleta Iraqê re
çareser nedikir. Lê hem Mesrûr û hem jî binemala wî, ji roja Rejîma Saddam
hilweşiya û heta niha xwe bi cîhanê nedan e. Wekî ku bêjin cîhan ji aliyê me ve
hatiye afirandin. Lewra li gel hemû bangawaziyên hikûmetên Iraqê û Tevgera me
ya Azadiyê jî, mixabin malbata Barzanî nêzî çareseriya wan pirsgirêkên mijara
gotinê nebûye. Heta dema Nêçîrvan digot ‘ti mineta me bi hikûmeta Iraqê nîn e.
Nefta me besî me ye.’ Rast e, berê bi dek û dolaban neft difirotin, behrek
mezin a dahatûya ku ji balafirgeh û deriyên sînor dihatin ji wan re dima. Lewra
pir pêdiviya wan bi hikûmeta Iraqê ne dima. Xwe bêminet dikirin. Lê rewşa gel
ji ya niha cudatir nebû. Nexasim rewşa herêma diket bin rêveberiya YNK’ê,
xirabtir bû. Li gel ku hikûmeta herêmê ji wê herêmê dahatû jî kom dikir lê gel
dihat ceza kirin. Dixwestin rêveberiya wê herêmê û gel binîn li hemberî hevdû.
Yanî tişta dixwazim bêjim ewe ku pirsgirêkên Barzanî di nameya xwe de behs
dike, ne pirsgirêkên niha ne. Tiştên ku niha rû didin encamên wan pirsgirêkan
in. Lê mirov nikare nivîsandin, weşandin û xistina rojevê ya wan pirsgirêkan,
derveyî; hatin û çûyîna Hakan Fîdan a Iraq û Îranê, çûyîna Fuad Hisên, Qubat Talabanî
ya Îranê û vexwandina şandeyek artêşa Iraqê ya Emerîkayê bigire dest. Ji ber ev
hemû tişt di nava mehekê de pêkhatin û ev ne tesadufî bûn. Her çiqas Îran û
Emerîka qaşo xwe dijberî hev nîşan bidin jî, dema mijar dibe Rêber Apo, PKK û
gelê Kurd, hemû dibin yek. Mînaka herî nêzîk li Dêrazorê pêkhat. Di dîmenan de
her du dewletên faşîst (Tirkiye, Sûriye) û çete dihatin xuya kirin, lê paş
perdeyê jî; Îran, Emerîka, Rusya û gelek hêz, li dijî rêveberiya Bakur
Rojhilatê Sûrî ketibûn nava liv û tevgerê. Ya rast dixwestin tifaqiya navbera
Kurdan û Ereban xirabikin û heta meha Cotmehê jî qirkirina gelê Kurd temam
bikin.
Lê
ji ber ew pêknehat, niha jî dixwazin bi gotina ku statuya Başûrê Kurdistanê di
xeteriyê de ye, ji aliyê aborî û siyasî ve têk diçin û li hemberî hewldanên Barzaniyan
bêhurmetî heye; malbata xayîn di tasfiye kirina şoreşa azadiyê û qirkirina gelê
Kurd de bikar bînin. Çawa ku destpêka salên 90’î statuya Başûrê Kurdistanê bi
şertê ku PKK’ê re şer bikin hat naskirin, niha jî dixwazin bi wî awayî bikar
bînin. Eger li gel hişyariya Tevgera Azadî û nerazîbûnên gelê Kurd jî, hîna
malbata çete serkêşiya tasfiye kirinê dike, sedem eve.
Baz
Mordem

0 Yorumlar