Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bi boneya şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Çalakiya Nobetê hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 14’an ve hat dewrgirtin û wiha hate gotin; “Heta ku em Serokê xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de nebînin wê çalakiyên me bidome.”
Bi kombûna xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan, deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 14’emîn Rojbîn Otûn axivî.
Rojbîn Otûn di destpêka axaftinên xwe de xêrhatina tevahî xelkê amade kir û wiha got: “Em ji weke zarokên wargehê dibêjin heta ku em bi awayek fîzîk li gel Rêberê xwe jiyan nekin emê di nava çalakiyan de bin. Emê bi meş û çalakiyên xwe bersiva herî xwirt bidin dijmin û emê hêza zarokên warghê bidin nîşandan.”
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ciwan fedayên Rêber Apo ne’ dewrî koma 15’emîn hat kirin.


0 Yorumlar