Ticker

10/recent/ticker-posts

‘NIKARIN ME XILAS BIKIN’

Çalakvanên Wargeha Mexmûrê: “Eger tiştek bi Serokê me were, wê ti caran aştî û aramî çênebe! Wê birînên me kul û kûr bibin û em nasekinin, çi kesekî nîjadperest li kûderê dibe bila bibe, wê neyên efû  kirin.”

Xurbet Tallî


Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, 70 roj li pey xwe hişt. Têkildarî Çalakiya Nobetê çalakvanên koma 14’emîn ji rojnameya me re axivîn.

‘Çi ji destê me were emê pêkbînin’

Çalakvana bi navê Gulê Guzereşî di derbarê çalakiya xwe de axivî û diyar kir ku armanca wan ya sereke di demek zûtir de fîzîkî azadiya Rêber Apo ye û wiha got: “Em wek gelê Kurd heta ku Rêberê me ji zindanê neyê berdan, emê ji heft salî heta heftê salî li ser linganbin û çalakiyên xwe berdewam bikin. Ji bo Rêber Apo çi ji destê me were emê pêkbînin, ev meş be, mitîng be, bi axaftinê be çi dibe bila bibi emê bikin.”

‘Serkeftin ya gelê mafdare’

Gulê Guzereşî di dawiya axaftinên xwe de ev bang kir: “Banga min ji bo tevahî gelê Kurd yê ku dibêjin ez Kurdim, bila destê xwe dane li ser wijdana xwe û li pêşiya vê êşkenceyê rawestin. Bi taybet ez bang li dayîkên şehîd û şervanan dikim, hemû destê xwe bidin hev û bibin yek. Em bi zarokên xwe re heta dawiyê fedayê Rêberê xwe ne, çi bikeve li ser milê me em amadene pêkbînin. Hîvî û daxwazên me heta dawiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, ji ber ku Rêberê me heqiyê û mafê mirovan diparêze. Ji bo wê jî em di wê baweriyê de ne ku Rêberê me serbikeve û serkeftin ya gelê mafdare.”

‘Emê efû nekin’


Her wiha çalakvanê bi navê Xelîl Hilalî jî li ser çalakiyê axivî û da zanîn ku ev demek dirêje ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin û wiha peyîvî: “Em ji vê bêdengiya heyî bi fikarin. Vê cîhanê xwe ker, kor û lal kiriye yên ku dibêjin em morvahiyê, mafê mirovan diparêzin ne rast dibêjin. Heta ku em Serokê xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de nebînin wê çalakiyên me berdewam bikin. Wê ne tenê li vê derê, wê li çiyayên Kurdistanê, li Ewropa, Rusya, Emerîka û her aliyê cîhanê çalakiyên me bidomin. Bila nebêjin emê wan çavtirsandî bikin, bikujin yan jî bigirin ew nikarin me xilasbikin. Ji ber wê divê Serokê me ji zindanê derbêxin. Eger tiştek bi Serokê me were, wê ti carî selahet di navbera me û Tirkan de çênebe! Wê birînên me kul û kûr bibin û em na sekinin, çi kesekî nîjadperest li kûderê dibe bila bibe emê efû nekin. Ji bo wê jî bila birînên me kûr nekin û xweşiyekê bixin vê dinyayê.”

Xelîl Hilalî bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Banga me ji bo tevahî cîhanê bi taybet kesên ku dibêjin em mafê mirov û mirovahiyê diparêzin bila li Serokê me xwedî derbikevin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar