Bersivên Gel:
-Fedayî.
-Ji
bo armancekê bi hemû hêza xwe têkoşîn kirin.
-Azadî
ye.
-Gerîlatî
ye.
-Ji
xwe dayîn.
-Rastî
meşandin.
-Gihiştina
heqîqetê ye.
-Fedayî
gelê xwe ye.
-Ji
hertiştê xwe tawîz dayîn e.
-Pêşiya
zilmê gertin e.
-
Layîqê gelê xwe bûyîn e,
-Her
kêliya xwe bi rastiyê re jiyankirin e.
-Hemû
hucreyên xwe dayîna dozekê ye.
-Ji
mirinê ne tirsîn e.
-Bê
dudil têkoşîn kirine.
Xwebexşî;
Yên ku bêyî li benda berjewendiyekî heyeberî bimîne, bi komek mirova re yan jî bi
tena serê xwe ji bo civak, teba û xwezayê amade dibe. Kesên xwebexş bes ji bo
berjewendiyên civakê dihizirin. Xala herî balkêş ya xwebexşiyê ew ku bi vîna
xwe ji bo bingihê armancek diyarkirî dixebitin. Kesên xwebexş hewl didin sûdê
bidin jin, zarok, pîr, teba û xwezayê ku bibin parçeyek ya guhertinan. Sûdê
kesên xwebexş bê bedel xebatkirine, hem sûd dide civakê, hem sûd dide
xwebexşiyê. Xebatên xwebexşiyê pileya jiyanê bilind dike. Li gorî lêkolînan,
tenduristî û dilşabûna kesên xwebexş ji ya mirovên din pir zêdetire. Dema em temaşe
dikin kesên alîkariya mirovan dikin mirovên pir vehêsayî ne. Xwebexş dikare pir
bihêsanî li hemberî pirsgirêkan rabe. Kesên xwebexş di xebatên perwerde û
semîneran zêdetir afirînertirin. Alîkarî dayîna kesekî din yên civakê, bixwe bawerbûnê zêde dike. Karên
xwebexşiyê, bi xwebexşiyê re heval û derdorên nû dide qezenc kirin. Di nava
komê de hevsengî xebat kirine, xwebexşiyê bi xwe re tîne, xwebexşî jî awayê
komî û hevsengiyê dide fêrkirin. Hişmendiya xwezayî pêşdixe, kêrhatinên bi
bandor dide bidestxistin. Têkiliyên baş pêşdixe û bi kesên baş re naskirinê
dide pêkanîn. Bi xwebexş kar kirin, gêwilê mirovan bilind dike. Dema xwebexşî
di nava civakê de pêşdikeve heskirin, danûstandin, hevalbendî û li hevxwedî
derketin zêde dibe. Têkiliyên civakî xurtir dibe. Ji ber ku xwebexş ji bo
berjewendiyên civakê dixebite. Di heman demê de ew civak dikare tevahî
pirsgirêkên xwe bi awayek hêsan çarser bike û dikare pêşî li têkçûna aborî û ramyarî
bigire. Xwebexşiya hinek kesên civakê berê giştî mirovên wê civakê dide hevkarî
û wan ji ez eziyê dûr dixe. Ger di nava civakekê de kesên xwebexş nemînin, heskirin
kêm dibe, belavbûn pêşdikeve û têkçûna civakî
dikeve meryetê. Xwebexşî civakê xweşik dikin û pêşdixin. Kesên xwebexş di aliyê
erênî de hem xwe, hem civakê û hem jî cîhanê diguherînin. Xwebexş bingihê xwe
ji civaka xwezayî digire. Ji ber wê pirbûna xwebexşan civakê ber bi mirovahiyê
ve dikişîne. Xwebexşî kesên zana taqîkirine bi wê ve girêdayî kêrhatin, ji
mirovan heskirin, parvekirin û berpisyarîgirtinê bi me dide qezenc kirin e. Kesên
xwebexş ti qezencê naxazin, ji qezencê zêdetir kêrhatinê bi destdixe. Armanca
bingihîn ya xwebexşiyê ewe ku bê hizirandina berjewendiyên xwe yên kesî bike,
bi vîna xwe ya azad demê, zanîn, kêrhatin û derfetên xwe ji bo berjewendiyên
civakê bikaranîne. Gelek cûrên xwebaxşan heye. Xwebexşên ji bo bidestxistina
daxwazên xwe, ji bo fêrkirinê, ji bo xwe gihandina xeyal, ji bo parvekirinê, ji
bo alîkaridayîna mirovan, ji bo azad kirina civak û paqijkirina civak ji xirabiyan,
kar dikin. Bê guman xwebexş dikarin di nava civaka xwe de xwebexşiyê bidin heskirin
û guhdar kirin, bilind kirin xwebexşiyê hilgirtina barê civakê ye. Dema em vê
dibêjin, divê em bizanin hemû cûrên xwebexşiyê pîroz û hêjane. Hinek mirov zanabûna
xwe, hinek kêrhatinên xwe, hinek malê û hinek jî zarokên xwe bê bedel dixin
dibin xizmeta gelê xwe de. Ev hemû jî bi wate ne, lê ya herî bi wate û diyar
dema ku mirov hertiştên xwe ji bo gel bikartine ye. Wek ku Xwidê SS ji misilman
re dibêje; ‘Min ruhê we û malên wê ji we kiriye, di bedelê wê de min cinet daye
we.’ Di heman demê de Heval Zîlan dibêje; ‘Xwezî ji canê min şîrîntir min
tiştek din jî heba ku min ew ji bo azadiya gel bidaba’. Hevalên hêja! Xwebexşî rûmteke ku li her cihî
nayê dîtin û herkes nikare bibe şayanê wê rûmetê. Her civak û her malbat
nikarin kesên xwebexş bi afirînin. Ji bo zêdebûna xwebexşan pêwîstî bi
felsefeyek pêşketî heye. Ji derketina felsefeyek pêşketî zêdetir pêdivî bi
rêberekî pêşketî û xwebexşekê heye. Pirbûna xwebexşan pêkanîna azadî û
heskirinê, hevgirina civakê ye. Her wiha dawî anîna pirsgirêk û nakûkiyên
civakê ne. Tinebûna xwebexşan têkçûna civakê, nirxên netewî û mirovahiyê ye.

0 Yorumlar