Ticker

10/recent/ticker-posts

AMADEKARIYÊN SALA NÛ YA PERWERDÊ DESTPÊ KIRIN

Ji sala nû ya perwerdeyê re gelek nemaye û ji niha ve firoşgeh û malbatan dest bi kirîna pêdiviyên xwendevanan kirine. Malbat ji ber bihabûnê bi gazincin û firoşgeh jî dibêjin, sedema bihabûnê nebûna berhemên Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Armanc Herkol

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 5 dibistanên Seretayî, dibistanek navîn û dibistanek ya amedeyî heye û îsal jî dibistanek din hatiye çêkirin. Bi giştî nêzî 3 hezar û 500 xwendevan bi zimanê dayîkê ango Kurdî dixwînin.

Ji perwerdeya sala nû re gelek nemaye û firoşgehên Wargeha Mexmûrê dest bi anîna pêdiviyên xwendevanan ên cil û berg, pênûs, sernivîs û her cûre kirtasiyeyan kirin e. Ji ber nêzbûna vebûna dibistanê di nav malbat û xwendevanan de kelecanek çêbûye.

Têkildarî vê yekî hem firoşkar û hem jî malbatanên xwendevanan ji rojnama me re peyivîn û di sala nû de ji tevahî xwendevanan re serkeftin xwestin.

Girîngiya perwerdê bizanin!

Firoşkarê cil û bergan ê bi navê Rizgar Bîlen ku ev bi salan e karê firotina cil û bergan dike anî ziman ku wan ji bo sala nû ya perwerdeyê dest bi amadekariyên pêdiviyên xwendevanan kirine û dibêje: “Em ji tevahî xwendevanên wargehê re serkeftinê dixwazin. Bi zimanê xwe perwerde dîtin, şansek herî mezine ji bo me. Ji ber ku ev bi sedan sale di her hêlê de êriş û bişaftin li ser zimanê me heye. Lê ev bi qasî 30 sal in, em li wargehê bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. Pêwîste xwendevanên me jî li gor vê zanabûnê tevbigerin û wisa dest bi perwerdeya sala nû bikin. Wek firoşgeh me jî dest bi anîna cil û bergên dibistanê kiriye.”

‘Gel ji bihabûnê gazincan dikin’

Bîlen di nava axaftinên xwe de destnîşan dike ku li gor salên bûrî, îsal bihayê cil û bergan girantir bûne û sedema wê jî wiha bi lêv dike: “Ne li Iraqê, ne jî li Herêma Kurdistanê, berhem çêkirin nînin. Hemû tiştên xwe ji derve tînin. Ev cil û berg ji Tirkiyê tên Iraqê, ev jî dibe sedem ku bi biha bigihijin destê me. Em naxwazin tiştan giran bifiroşin, lê ji ber ku em bi xwe giran tînin, em neçarin wisa jî bidin. Malbat ji ber bihabûnê gazincan dikin. Ew jî heqin, ji ber ku niha li her derê qeyran heye û kesên ku xwendevanên wan hebin, mezaxtinên wan jî zêde ne.”

Malbat divê bi zarokên xwe re bibin alîkar

Dayîka bi navê Ezîma Demir ku 4 xwendevanên wê hene ji bo sala nû ya perwerdeyê anî ziman ku divê malbat û mamosta hîn pitir li ser waneyên xwendevanan bisekinin û got: “Sala nû ya perwerdeyê nêz dibe û em wek malbat, dest bi kirîna pêdiviyên wan dikin. Ji bo kesên ku xwendevanên wan heyî, mezaxtinek zêde çêdibe. Ev jî wê bandor li malbatan bikin. Wek malbat û mamosta pêwîste hîn zêdetir li ser xwendevanan bisekinin. Sedema lewaziya zarokan yek jî bikaranîna zêde ya telefon û tabletan e. Malbat divê girîngî bidin paqijiya xwendevanan û timî paqij rêbikin dibistanê. Bi wê ve girêdayî, mamosta jî divê hîn zêdetir bi xwendevanan re eleqeder bibin. Ya herî esas divê nebêjin zanko nînin û xwendin vala ye, ev dibe sedem ku zarok ji xwendinê sar bibin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar