Ticker

10/recent/ticker-posts

Dayîka 75 salî 52 rojin ji bo Rêber Apo di çalakiyê de ye

Xanê Hilalî a 75’salî 52 rojin, li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyê de ye û dibêje: “Ji bo Rêberê xwe ez amademe her cûre çalakiyan bikim. Heta ku dilopek xwîn di laşê min de hebe, ezê ji bo Rêberê xwe têbikoşim. Banga min ji bo tevahî jinan heye, bêdeng nemînin!”

Armanc Herekol

Ji sala 2011’an ve çûyîn û hatina parêzer û malbata Rêber Apo ya li Îmraliyê tên astengkirin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 2015’an derbasî qonexekî nû bû. Ji wê demê heta 25’ê Adara 2021’an, gelek caran hevdîtin hatin astengkirin. Lê bi çalakiyên cûr be cûr û bi çalakiyên gireva birçîbûnê, dem bi dem agahî ji Rêber Apo dihat standin.

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan hevdîtinek kurt bi rêya telefonê bi Rêber Apo re pêk anî. Ji wê rojê heta niha ev 2 sal, 5 heyv û 16 roj in, bi ti şêwazê agahî ji Rêber Apo nehatiye standin.

Li dijî tecrîda heyî, li her derê Kurdistan û derveyî welat gelek xwepêşandan û çalakiyên nobetê tên lidarxistin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, ji 20’ê Tîrmehê ve ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek nobetê hatiye destpêkirin û 52 roj li pey xwe hiştiye.

Xanê Hilalî ku 75 saliye, ji destpêka çalakiya nobetê ya li Mexmûrê heta niha ango ev 52 rojin rûxmê temen û nexweşiyên xwe jî, li dijî tecrîdê di çalakiyê de ye. Li ser vê mijarê Xanê ji ajansa me re peyivî, armanc û daxwazên xwe bi me re parvekir.

Xanê bi hestiyarî tîne ser ziman ku Rêber Apo di destê dijmin de ye, ji ber vê yekê ew gelek acize û wiha dibêje: “Ev tecrîd neheqiyek mezine ji bo gelê Kurd. Ji ber ku yê gelê Kurd û bi taybet jî jin azadkirî, Rêber Apo ye. Rêber Apo hebûn û wateya jiyana me ye. Ev 30 heyv in, bi ti şêwazê em agahî ji Rêberê xwe nagirin ev ji bo me nexweşî û zehmetiyek e. Em nizanin ka Rêber Apo çi dike, rewşa wî ya tenduristî çawane û zehmetiyên ku dikêşe çine? Di hêla jiyana Rêber Apo de metirsiyên me hene. Em ji ber vê tecrîdê gelek diqehirin!”

‘Ti caran Rêberê min radestî dijmin nebûye!’

Xanê di dewamê de diyar kir ku dewleta Tirk dem bi dem, bi rêbazên dijî mafê girtiyan, cezayên disîplînê didin Rêber Apo û wiha pêde diçe: “Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, li ser tevahî gelê Kurde. Dixwazin bi van êriş û tecrîdan Rêber Apo di hêla fikrî de dîl bigirin, lê Rêberê me bi fikrên xwe yên azad xwestekên wan vala derdixe. Ti caran Rêber Apo xwe radestî dijmin nake! Mafê her girtiyekî yê televîzyon, rojname, pirtûkan û hevdîtinê heye, lê ev maf ji bo Rêberê me nayê pêkanîn.”

‘Ji bo Rêberê xwe ezê her cûre çalakiyan bikim’

Xanê Hilalî ku ev 52 rojin, di çalakiyê de cih digire wiha behsa çalakiya li Mexmûrê dike: “Armanca çalakiya me bi fîzîkî azadiya Rêber Apo ye. Ev 52 roj in, ez ji bo Rêberê xwe di çalakiyê de cih digirim. Heta ku em negihijin armanca xwe, em dest ji çalakiya xwe bernadin. Ez 75 salî me û ezê ji bo Rêber Apo her cûre çalakiyê bikim. Her 5 rojan carekî ji bilê min koma çalakiyê tê guhertin. Ez dixwazim timî ji bo Rêber Apo di çalakiyan de bim. Gelê me tê serdana me, ji bo me stranan dibêjin. Her wiha em bi sînevîzyonê nirxandinên Rêbertî guhdar dikin. Çalakiya me têr û tejî derbas dibe.”

Herî dawî Xanê bang li jinên cîhanê û bi taybet jî li jinên Kurdan kir da ku li dijî tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng nemînin.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar