Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardariyek xurt di dome

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 11’emîn ve hat dewr girtin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tîrmehê de ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 11’emîn ve hat dewr girtin. Beriya ku axaftin were kirin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama Saziya Malbatên Şehîdan Dilvîn Oremarî li ser armanca çalakiyê axivî.

Dilvîn balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Wek tê zanîn ji 25’ê Adara 2021’an ve bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin, bi vê boneyê gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî dest bi çalakiyê kiriye. Em jî weke malbatên şehîdan me di koma 10’emîn de cih girtiye bi şîara ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ dest bi çalakiya xwe kir. Emê tecrîda ku tê pêkanîn bi şerê gelê şoreşgerî bişkênin û bi Rêbertiya xwe re azad jiyan bikin.”

Çalakiya Nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ dewrî koma 11’emîn hat kirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar