Ticker

10/recent/ticker-posts

Dayikên Mexmûrê hovîtiya dewleta Tirk ya li beramberî şehîdan şermezar kirin

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de bi daxuyaniyekê hovîtiya dewleta Tirk a li hemberî şehîdan şermezar kirin.

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de bi daxuyaniyekê hovîtiya dewleta Tirk a li hemberî şehîdan şermezar kirin. Beriya daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Teybet Kapar axivî û destpêkê hovîtiya dewleta Tirk şermezar kir.

Dayîka Teybet di axaftinên xwe de nêzîkatiyên dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk êdî ne tenê hestiyên zarokên me dikin pakêt, cilên zarokên me yên şewitî jî dikin pakêt û ji me re rêdikin, em vê hovîtiya wan şermezar dikin. Me digot ka tenê ji hestiyên zarokên me ditirsin, lê ji cilê zarokên me jî ditirsin. Îro ji nexweşên me yên di zindanan de jî ditirsin, ji ber ku îro nikarin li Avaşîn, Zap û Metîna li heberî gerîla şerbikin ji bo wê her roj hestî û cilê zarokên me pakêt dikin û ji me re rêdikin. Em bi hestiyên zarokên xwe serbilindin, emê heta dawiyê li pey doz, xewn û xeyalên wan bin. Banga me ji bo kesên ku dibêjin em misilmanin, em mafê welatparêziyê bi cih tînin bila rabin ser lingan û Rêberê xwe xwedî derbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar