Ciwanî di xwezaya xwe de lêgerîn û lêkolîner e. Dema em civakê bişibînin amûrekî teknîkî, pênaseya ciwan hêza motora wê ye wê ne şaş be û pênaseyeke di cih de be. Ji ber ku siberoj û dahata wê bi hêza wê şekil digire û bi rêve diçe. Rola wê ya diyarker a ji bo dahatê jî bi wê dibe. Em dibînin di nava her êl, qewm, eşîr û heta digihêje civakê bandora ciwanî ya diyarkirina qedera wê çiqasî diyarker e. Ji bo wê divê em bikarin di ciwaniyê de hêza xwe ya heyî li gorî demê bimezêxin û berhemek baş jê bigirin.
Ciwan xwedî hem taybetmendiyê çêker û hem jî xirabkeririnê
ye. Ji ber ku ciwaneke bê rêxistinkirî weke çekeke atomî qirker û felaket e.
Dema bi rêxistinkirî û zana be jî ji bo pêşîgirtina wê hêza qirker ewqasî bi
bandor û avaker e. Em dibînin ji bo ciwanên Kurd bê xirakirin û ji rastiya wê
ya serhildêr bê dûrxistin çawa dewlet destê xwe li noq û stûyê wan alandiye,
her gavê difetisînin. Ji bo li pey azadî û lêgerîna civaka xwe neçe bi her cûre
kiryarên qirêj ên weke tiryak, fuhûş, dizî û talanê… bikar tîne û dikuje.
Dewleta Tirk ji ber ku dibîne ciwanek rêxistinkiriye, hema wî dike hedefa xwe û
bi ser de diçe. Dewlet ciwanê nezan, cahil ji bo xwe hildibijêre, ji wî re ew
kêrhatiye. Ji bo li dijî wî ranebe, desthilat û serweriya wî nepirse ew ji bo
wî baş e. Lewra dewletê ji bo Kurdan pênaseya ‘Kurdê baş, Kurdê mirî ye’
kiriye. Ev gotin hema bi xwe nehatiye kirin.
Navenda şerê taybet ê dewleta Tirk ji bo ciwanan ji
têkoşînê dûr bixin her tiştî dikin. Di nava van kiryarên ciwanan dikin hedef
de, fêrî dizî kirin, sîxûrtî, dîsa fuhûş û heta xiyanetê li mal û welatê xwe
dike heye. Pergala dewletê kolekirina ciwanan û şehtkirina wê ye. Ev rêbaza
dewletê ya pêşîgirtina ciwanan a tevlibûna Tevgera Azadiyê ye. Ji bo vê divê
her ciwanekî Kurd li bersiva pirsa ‘Ez kî me’ bigere û li gorî wê tevger bike.
Dîsa ji bo li dijî dagirkeriyê bikeve tevgerê pêwîst nake ku destûr ji hinekan
bixwaze. Serî rakirina li dijî zilmê û dagirkeriyê di xwezaya ciwantiyê de
heye. Ev taybetmendiyeke yê neguher ê ciwaniyê ye.
Ciwanên ku vê yekê dibînin û li dijî wê radibin, li her
derê di hedefê de ne. Çawa ku li Tirkiyeyê ciwan di hedefa rejîma AKP-MHP’ê de
ne, li Başûrê Kurdistanê jî di hedefa desthilata PDK’ê de ne. Di demên dawî de
helwestên gelek kesên qaşo xwe siyasetmedar û welatparêz didin nîşandan
derdikevin pêş ku hebûna hêzeke ciwanan a li dijî dagirkeriyê derketî şaş e û
li dijî yekrêziya hikûmeta Herêma Kurdistanê pênase dikin. Ev yek dikeve
berjewendiyê dijmin û heta astekê dibe hevkarî. Çima bang nakî ku pêşmergeyên
ku rûmeta Kurdan in dibin nobedarên dagirkeriyê, dev ji vê helwesta xwe berdin,
her wiha bang li Serokê Hikûmetê Nêçîrvan Barzanî nakin ku li dijî dagirkeriyê
rabe, nebe hevkarên dijmin û li dijî Kurdan şer neke. Bi gotinên ne ji
hevkariyê dûr hebûna komên ciwanan ên li dijî dagirkeriyê şer dikin rexne dike.
Li şûna van gotina, divê wan ciwanan silav bikin û piştevaniyê bikin. Ew ciwan
a ku hikûmetê nekir, ew dikin. Hikûmet niha bi fermî jî nebe nobedariyê ji
leşkerên Tirk re dike û anîne Başûrê Kurdistanê dagir dikin, lê ew ciwan dest
dane çekê û li dijî mêtingeriyê li rûmet û kerameta xwe xwedî derdikeve. Ji bo
parastina welat ciwan destûrê ji kesê naxwaze. Ji xwe wisa be rola wî ya
ciwantiyê namîne.
Li gel van kesan jî çapemenî û TV’yên girêdayî hikûmeta
Herêma Başûrê Kurdistanê wisa didin nîşanda ku ne Tirkiye herêmê dagir dike PKK
bi destê van koman dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bi vê yekê dixwazin
gel li dijî van rakin. Lê heta niha tevî hemû gotin û kiryarên wan gel
nerazîbûn nîşan nedaye heta li gelek cihên sînor piştevaniya van ciwanan dike.
Ev jî bûye derd û kulek ketiye ser dilê PKD’ê û rêveberên wê. Ji bo wê
lêgerînên wan ên ji bo zeftkirina van ciwanan pir zêde bûye.
Ji bo wê, di serî de divê hemû ciwanên Kurd ji vê
helwestê hêzê bigire û derfet bibîne vê hêzê zêde bike. Ev helwestekî netewî û
rola demê ya ciwantiyê ye. Kobanê bi ciwanan hate rizgarkirin. Şengal bi
ciwanan hate rizgarkirin û şoreş bi ciwanan dibe. Di şoreşa nû ya gerîla de
rola ciwanan diyarker e, lewra her cihê dijmin lê divê ciwan rabe…
Rojnameya Welat
0 Yorumlar