Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Şehîdên 14’yê Tîrmehê Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Kemal Pîr û Alî Çîçek di 41’emîn salvegera destpêkirina rojiya mirinê ya 14’yê Tîrmehê de hatin bîranîn.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Şehîdên 14’yê Tîrmeh di heman demê de kadroyên pêşeng yên PKK’ê Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Kemal Pîr û Alî Çîçek, di 41’emîn salvegera destpêkirina rojiya mirinê ya 14’yê Tîrmeha sala 1982’yê ku li Zîndana Amedê li dijî îşkence, zext, zilm û zordariya rejîma faşîst ya 12’yê Îlonê hatibû destpêkirin û di encama rojiya mirinê de ev kadroyên pêşeng yên PKK’ê gihiştin asta şehadetê, duh şev bi sînevîzyonekê hatin bîranîn.
Bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan di kesayeta şehîdên 14’yê Tîrmehê de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqîqeyekê rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek li ser jiyan, kesayet û tekoşîna şehîd Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Kemal Pîr û Alî Çîçek hat nîşandan. Herwiha piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin û ‘Berxwedan Jiyane’ bidawî bû.

0 Yorumlar