Şêniyên Mexmûrê derbarê gefên ku herî dawî li Rêber Ocalan hatîn kirin de axivîn û wiha gotin: “Dewleta Tirkiye ji azadiya Rêber Apo ditirsin, ji ber ku dizanin eger Rêbertî azad bibe wê azadî û aramî bikeve nava hem Tirkiye û hem jî her çar parçeyên Kurdistanê.”
Xurbet TallîŞêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî tecrîda girankirî û di vê çarçoveyê de gef û zextên ku herî dawî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatîn kirin, ji Rojnews re axivîn.
‘Rêber Apo em zindî kirin’
Hemaîl Nêrwehî di destpêka axaftinên xwe de tecrîda girankirî ya li Rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: “ Rêberê me ev 25 salin li girtîgehê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin. Em destpêkê dewleta Tirkiye û hemû dewletên ku dibêjin em mafê mirovan di parêzin şermezar dikin. Zêdeyî dû salin bi ti awayî agahî ji Rêbertî nîne û em nizanin di çi rewşê de ye. Çawa ku tevahî misilman bi Hz Mihemed bawer dikin û dînê xwe bi wî nasdike, Rêber Apo jî tevahî gelê Kurd yê li her devera cîhanê şiyar kir. Weke darekî hişk tû şîn bikî, Rêber Apo em zindî kirin û ji tinebûnê xuliqandin. Em deyîndarê Rêber Apo ne, ji bo wê jî divê em hemû rabin ser lingan û ji Rêber Apo re bibin bersiv. Ji ber ku, ev jiyana ku em niha jiyan dikin bi saya Rêber Apo ye, ev ruhê li ser canê me yê Rêber Apo ye. Ji bo wê em soz didin, destê ku dirêjî Rêbertiya me bibe emê wî destî bişkênin.”
‘Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd rabûye’
Hemaîl Nêrwehî herî dawî ev bang kir: “Em hîvîdarin ku tevahî gelê Kurd rabin ser lingan, bila dewleta Tirkiye nebêje gelê Kurd bêdenge Rêber Apo di ruhê me de jiyan dike, li ber çavên me zindiye û em 24 saetan wî dihizirin. Ji bo wê jî em bang li tevahî dewletên navnetewî yên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin dikin ku rewşa Rêbertiya me li ber çav bigrin. Ji ber ku Rêberê me ji bo me wekî pêxemberekê ye. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd rabûye, ji bo tevahî gelê bindest rabûye. Ji bo wê jî heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad nekin emê di nava çalakiyan de bin.”
‘Rêbertî ji bo me xeta sor e’
Her wiha Kurtay Hêşetî jî têkildarî bê mafî û gefên ku li ser Rêber Ocalan tê pêkanîn axivî û wiha peyîvî: “Ev demekî dirêje ji Rêbertî ti agahî nayê girtin, bi taybet ji 2011’an û vir ve tecrîdek girankirî li ser Serokatî heye. Li vêderê em dikarin bêjin Rêbertî li milyonan dibe xwedî, lê em nikarin li gorî tê xwestin li Rêbertî bibin xwedî, em nikarin Rêbertî bi fîzîkî azad bikin di vî alî de em li hemberî Rêbertî û şehîdan rexenedayîna xwe didin. Wek Rêveberiya KCK’ê jî di daxûyaniyên xwe de anî ziman ku gefekî mezin li ser Rêbertî heye, em viya şermezar dikin. Em bi ti awayî van kiryarên ku li ser Rêbertiya me tê pêkanîn qebûl nakin, ji ber ku Rêbertî ji bo me xeta sor e. Emê ti carî jiyanek bê Serokatî jiyan nekin, di oxira vê de mirin jî hebe. Ji bo wê jî pêwîste her Kurdekî ku dibêje ez Kurdim, xwedî rûmetim û şerefim divê li her derê rabe ser lingan û bi çalakiyên cûr be cûr xwedî li Rêbertî derbikevin. Ji ber ku eger em xwedî li Rêbertiya xwe dernekevin emê nikaribin xwedî li xwe jî derbikevin. Ji bo wê jî xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li Şehîdan û kesayeta xwe ye.”
‘Bi xwe rêziknameyên xwe binpê dikin’
Kurtay Hêşetî balkişand li ser rêziknameya dewleta Tirkiye û wiha domand: “Eger îro Tirkiye dibêje em mafê mirovan diparêzin û di rêziknameya me de mafê her mirovekî heye ku bi reng û zimanê xwe jiyan bike, wêdemê divê xwedî li rêziknameya xwe derbikeve. Îro li Rojhilata Navîn krîzek mezin heye û çareseriya vê jî li Îmralî ye. Ji bo wê jî heta ku tecrîd li ser Rêbertî hebe wê çareserî neyê Rojhilata Navîn.”
‘Tecrîda li ser Rêbertî li ser tevahî mirovahiyê ye’
Her wiha Besê Bûdak jî hêrsa xwe ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan anî ziman û wiha pê de çû: “Ev 25 salin Serokê me ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye girtin û di navbera çar dîwaran de tê ragirtin. Her roja ku derbaz dibe tecrîda li ser heyî girantir dike. Em dibînîn îro cîhan hemû ji bo Rêbertî rabûye ser lingan. Kesê ku aqil, wijdan, exlaqê wî heye dibêjin Serokatî wekî fîlozofekêye, kesek wekî wî di cîhanê de nîne. Rêbertiya me ev 25 salin di zindana Îmraliyê de tê ragirtin, ne CPT, ne mirovekî xwedî wijdan û ne jî ev dewletên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin ji bo Rêbertî tiştek nekirine, her kesekê xwe bêdeng kiriye weke ku bêjin ti eleqederiya me pê nîne. Dewleta Tirkiye tecrîda nava tecrîdê de li ser Rêbertiya me pêktînin, divê gelê Kurd bi hev re rabin û vêya qebûl nekin. Ji ber ku ev tecrîda li ser Rêbertî, li ser tevahî gelê Kurd û mirovahiyê ye. Dewleta Tirkiye ji azadiya Rêber Apo ditirse, ji ber ku dizanin eger Rêbertî azad bibe wê azadî û aramiyek bikeve nava hem Tirkiye û hem jî her çar parçeyên Kurdistanê.”

Besê Bûdak di dawiyê de bang li tevahî gelê Kurd kir ku rabin ser lingan da ku bikaribin Rêberê xwe ji bin tecrîd û zilma heyî rizgar bikin.



0 Yorumlar