Ticker

10/recent/ticker-posts

Zewaca pirjiniyê ne exlaqiye

Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan di derbarê zewaca pirjiniyê de axivî û got: “Eger em wek jin bixwazibin bibin yê xwe bixwe, bibin wekî civakên pêşketî û azad, divê em li xwe vegerin. Ji bo malbat, civak û welatek pêşketî û azad divê beriya her tiştî jin xwe perwerde bikin, rêxistin bikin û zane bikin.”


Zewaca pirjinî ya ku li gelek welatên Rojhilata Navîn hêjî heye, bi hêcetên qanûnî û olî dixwazin rewa bidin nîşandan. Ev yek dide diyarkirin ku ji bo jin pêşnekevin û rêxistina xwe çênekin, bi her awayî zext li ser tê kirin û di nava çar dîrwaran de tê girtin. Di derbarê vê mijarê de Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan ji ajansa me re axivî û bang li tevahî dayîkan kir ku keçên xwe bi malê dinyayê re qiyas nekin û got: “Divê dayîk keçên xwe nexin malê kirîn û firotinê. Ji ber ku keçên me ne lawireke ku bê kirîn yan jî firotin, parçeyek ji canê me ye.”

‘Medya PDK’ê pirjiniyê rewa dike’

Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser zewaca du jinan ya bi zilamekê re ku beriya çend rojan di çapemeniya PDK’ê de hatibû parvekirin û wiha got: “Çapemeniya PDK’ê bi nîşandana dîmenên zewaca wî zilamî ya ku bi dû jinan re hem civakê teşwîq dike û hem jî pirjiniyê rewa dike. Di çapemeniyê de nîşadana dîmenek wisa ne exlaqiye û cihê şermezariyê ye, pêwîst bû ku di çapemeniyan de bi milyonan jin li himberî vê helwesta xwe nîşan dabûna. Çima dibêjin jin û jiyan? Bi rastî eger jin azad nebe civak azad nabe, ji bo vê jî heta ku jin li himberî rewşên wisa bêdeng bimînin wê ti carî jin û civak azad nebe. Di çapemeniyê de nîşandana zewaca pirjiniyê teşwîqkirina civakê ye û ne exlaqiye. Niha ne wek dema berê ye, helbet ev zewaca bi vî awayî di demê berê de hebû, lê ji ber ku wê demê jin nezan bûn, civak nezan bû ji bo wê hertişt dihatin jiyankirin. Lê divê di roja me ya îro de ev tişt neyên jiyan kirin, ev çapemenî be yan jî malbat be kî dibe bila bibe bi nîşandana zewaca pirjiniyê dayîna rewa kirine. Pêwîste destpêkê em wek jin qebûl nekin û di kesayeta zilam de mehkum bikin.”

‘Di malbatê de jî mafê xortan ji yê keçan zêdetire’

Yildiztan di berdewama axaftinên xwe de îşaret bi perwerdeya destpêkê ya ku di malbatê de tê dayîn kir û wiha pêde çû: “Dema zarokek li gorî pîvanên malbata ku têde mezin dibe tê perwerdekirin û di kesayeta wê zarokê de kesekî baş derdikeve, dibêjin ev perwerdeya wê dayîkê yan jî ya wê malbatê ye. Rûxmê ku jin perwerde hem dide zarok û hem jî dide civakê lê dîsa jî tê biçûk xistin. Di roja me ya îro de bi saya fikir û îdeolojiya Rêber Apo jin dikarin xwe îfadebinin, zanebikin û pêşbêxin. Bi hezaran şehîdên me yên jin hene, ji bo ku jin azad bibin şerkirin û şehîd bûn. Li rûxmê her tiştî jî hêjî gelek kêmaniyên di nava malbatê de nehatine derbaz kirin. Mînak; Dema keçek ji xortekî hesbike, ew keç li rastî zext û nêzîkatiyên xirab yê malbatê tê, lê ji bo xortekî ev berovajiye ango her tişt weke ku mafê wî ye rewa dibîne. Di aliyê wekheviyê de divê mafê ku ji bo zilaman çibe ji bo jinan jî heman be. Bila wekhevî û azadî şaş neyê fêhm kirin, ne tiştek wisaye ku hema jin azad bibe hertiştî bike. Azadiya jin ji kesayeta jin bigire heta perwerdeya zarokên wê, malbat û civakê ev hemû erkê li ser milê jinê ye û jê berpirsyare. Li beranberî vê nêzîkatiyên ku li himberî jinan tê kirin ne rastin, divê jin bixwe jî vê yekê qebûl neke, rastî û heqîqeta heyî pewîste li zarokên xwe, malbata xwe û civaka xwe bide fêrkirin.”

‘Perwerde hêmana bingehîn ya kes û civaka ye’

Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan da diyar kirin ku barê jin-dayîkê di aliyê malbat, civak û zarokan de girane û got: “Divê beriya her tiştî jin destê xwe bidin hev û li xwe xwedî derbikevin. Em dibînin axa me, welatê me û civaka me bindeste, lê jin du-sê qatê wê bindeste. Ji ber vê yekê em dibêjin heta jin azad nebe malbat, civak û welat azad nabe. Bi vê boneyê banga min ji bo hemû dayîkan ewe ku li keç û ciwanên xwe xwedî derbikevin û kiryarên ku li ser jin tê ferzkirin qebûl nekên. Eger em wek jin bixwazibin bibin yê xwe bixwe, bibin wekî civakên pêşketî û azad, divê em li xwe vegerin. Ji bo malbat, civak, welatek pêşketî û azad divê beriya her tiştî jin xwe perwerde bikin, rêxistin bikin û zana bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar