Tovên berxwedanê ku di koka gelê Botanê de heyî, di dil û mejiyê zarokên wan de jî şîn bûye. Zarokên wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bi vê berxwedaniyê mezin bûyîn, îro li warê berxwedanê, Mexmûrê hêviyên ji xwe mezintir hembêz dikin. Li gel dayîk û bavên xwe, di destên wan de hêviyên azadiyê û li ser lêvên wan dirûşme û stranên azadiyê, di konên berxwedanê de li berxwe didin.
11 rojin di konên berxwedanê de xwedî li îradeya xwe derdikevin
Ji 20’ê Gulanê ve ango 11 rojin ku Artêşa Iraqê hewla bi têlan û kuleyan dorpêçkirina wargeha penaberan a Mexmûrê dide. Xelkê Mexmûrê bi gotina ku tam cihê xwe bigire, ji heft salî heta heftê salî, 11 rojin di konên berxwedanê de xwedî li îradeya xwe derdikeve û teslîmiyetê qebûl nake. Duh bi şev jî xelkê wargehê di konên berxwedanê de nobedê girtin. Xemla zarokên penaber, cihek din ê kêfxweşiyê ye. Zarokên penaber bi stranên xwe coşek mezin didin berxwedanê.
Berxwedana ku bi salane tê mezinkirin, îro di çavê zarokên li konê berxwedanê ya Mexmûrê ne de tê dîtin. Di stran, dirûşme, ken û hêviyên wan de tê dîtin. Zarokên destê dayikên xwe girtî, bi rûkeniyek zelal berê xwe didin konên berxwedanê. Bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ hêz didin têkosîna dayîk û bavên xwe .
Di destên wan de hêviyên azadiyê,li ser lêvên wan dirûşme û stranên berxwedaniyê, kêlî bi kêlî çanda berxwedaniyê pêş de dibin. Zarokên wargeha penaberan a Mexmûrê, hêviyên ji xwe mezintir hembêz dikin. Weke ku zarokên warê Berxwedanê Mexmûrê bi xwe dibêjin, bi zarokên penaber mabe, ev berxwedan wê berdewam bike.
0 Yorumlar