Ticker

10/recent/ticker-posts

Welatiyên Dêrikê ji bo piştevaniya bi Wargeha Mexmûrê re meşiyan

Li dijî hewildana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ya artêşa Iraqê, bi sedan kes li Dêrikê meşiyan û gotin: “Em bi xelkê Mexmûrê re ne.”


Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê duh danê siharê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê siharê ve hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû. Berxwedana xelkê Mexmûrê berdewam e.

Li dijî hewildana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ya artêşa Iraqê, bi sedan kes li Dêrikê meşiyan. Xwepêşandan, ji qada Azadî dest pê kir û li sûka navendî bi dawî bû û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo axivî û kiryarên artêşa Iraqê şermezar kirin.

Binefş Ebdo got: “Em piştgiriya xelkê li Mexmûrê dikin ku li hember planên dewleta Tirk û li ber zilmê serî hildidin.”

Di dawiya xwepêşandanê de, şêniyan berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û dorpêça li ser şermezar kir.

Yorum Gönder

0 Yorumlar