Ticker

10/recent/ticker-posts

Berxwedana xelkê Mexmûrê şev û roj dewam dike

Berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî dorpêçkirina wargehê şev û roj dewam dike. Xelkê Mexmûrê konê berxwedanê vedane û duh bi şev jî bi hezaran li çadirên berxwedanê kombûn û ragihandin ku ew têlkirina wargehê qebûl nakin.


Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê di sibeha 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, hewl dan derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Hêzên Iraqê heman rojê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bibû.

Berxwedan di dome

Berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî dorpêçkirinê 2 rojin, şev û roj dewam dike. Xelkê wargehê bi şev û roj di bin konên berxwedanê de li dijî hewldana têlkirinê ber xwe didin. Xelkê Mexmûrê duh bi şev jî herikin seytereyê û ragihandin ku ew ti carî qebûl nakin dora wan were têlkirin.

Di van kêliyan de jî xelkê Mexmûrê li seytereyê dibin konan de çalakiya xwe didomînin. Hê jî hêzên Artêşa Iraqê li 300 metre durî konê berxwedanê tevî çek, kepçe, û bendên dorpêçê rawestiyane.


Yorum Gönder

0 Yorumlar