Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li Germiyanê, li ser Kelha Şêwan a li bajarokê Kelar ya navenda îdareya Germiyanê, li dijî êriş û zextên hêzên çekdarî yên Iraqê li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî û armanca têlkirina derdora wê, daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Germiyanê Şeyma Ednan ve hate dayîn.
Şeyma Ednan destnîşan kir ku ev du roje hêzên Iraqê bi hevkariya PDK û bi plana dewleta Tirk, êriş li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî dayî destpêkirin û wiha got: “Ev êrîş di çarçoveya tecrîdkirina xelê Mexmûrê de ye ku bi salen li vê wargehê dijîn e. Ev êrîşa li dijî sivîlan hatiye siyasî kirin. Ev yek encama têkçûna dewleta Tirk a dagirker ya li çiyayên Kurdistanê û heman demê de serneketina Erdogan ya di hilbijartinê de li beramberî gelê azadîxwaz û Partiya Çepên Kesk e.
Wek Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê vê êrişê şermezar dikin. Bang li NY, hemû parlamenterên Iraqê, her wiha hemû azadîxwazan dikin li dijî vê êrişê bêdeng nemînin. Piştgiriya xelkê wargeha Mexmûrê bikin û vê planê têkbibin.”
0 Yorumlar