Ticker

10/recent/ticker-posts

KCDK-E: Li xelkê Mexmûrê xwedî derbikevin

KCDK-E’yê berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û got: “Em bang li gelê me yê li derveyê welat dikin ku bi hestyar bin û xwedî li xelkê Mexmûrê derbikevin.”


Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê duh danê siharê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê siharê ve hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû. Berxwedana xelkê Mexmûrê berdewam e.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) banga xwedîderketina li xelkê Wargeha Penaberan Rustem Cûdî (Mexmûr) kir ku ji aliyê hêzên dewleta Iraqê ve hatiye dopêçkirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Gefa dewleta Tirk, li ser erdê Kurdistanê berdewam e. Dor li Mexmûrê hatiye girtin!

Desthilatdariya AKP-MHP’ê beriya hilbijartina ku wê sedsala bê ya herêmê û Kurdistanê pê diyar bibe, ji bo têkçûyîna xwe bi serkeftinê tacîdar bike, bi dewletên paşverû re li qirkirina Kurdan dewam dike.

Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye, rû bi rûyê êrîşa PDK’ê û hikûmeta Iraqê bûye. Hikûmeta Iraqê dixwaze bi têlan dorê li wargehê bigire û tecrîd û qetlîamê bike, ji 20’ê meha Gulanê ve êrîşan dike.

Ev êrîşa ji nîşkave, hatiye asteke wisa ku jiyana li Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî zehmet bûye. Armanca bi vê êrîşa ku bi vî awayî dor li gelê Kurd tê girtin, beriya hilbijartinê ji bo xelatkirina Erdoganê dîktator e.

Tevî raperîn û berteka gel, xetere berdewam e, malbata Barzaniyan ku ji navikê ve bi dewleta Tirk ve hatiye girêdan û hikûmeta Iraqê vî planê qirêjî datînin holê.

Xelkê Mexmûrê, wek her car li dijî vê êrîşa qirkirinê canê xwe dike mertal û li ber radibe. Bi pêşengtiya Meclisa Gelê Mexmûrê, zarok û jin, pîr û ciwan li ber xwe didin.

Em KCDK-E, silav li berxwedana rûmetdar a xelkê Mexmûrê dikin, em bang li gelê me yê li derveyê welêt dikin ku hestyar bin û li xelkê Mexmûrê xwedî derbikevin. Li her dera em lê ne, bi rêyên dîplomatîk, emê dewleta Tirk, PDK ya hevkar û rejîma Iraqê ya paşverû teşhîr bikin.

Qirker, wê li ber berxwedana xelkê Mexmûrê çok deynin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar