Êriş û dagrikeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistan û Tevegra Azadiyê her ku diçe zêdetir dibe û ev êriş û dagirkerî ketiye qonaxekî nû. Helbet sedemek berbiçav a zêdebûna êriş û dagirkeriyê, nêzbûna salvegera peymana sedsalî ya Lozanê ye.
Bi nêzbûna
sedsalî ya Lozanê re dagirkerên Kurdistanê ketine panîkê û bi hovane êrişî hemû
deveran dike. Lozan ji bo dagirkerên Kurdistanê gelek stratejîk û girînge. Her
ku em bêtir nêzî sedsaliya Lozanê dibin, êriş û qeyranên di Rojhilata Navîn de
mezintir dibin. Bê guman welatê ku herî zêde ji ber vê Lozanê êş kişandî
Kurdistane, ji ber ku Kurdistan hat parçekirin û gelê Kurd bi qirkirinê re hat
derbaskirin. Lê gelê Kurd rûxmê wê jî hebûn, çand û dîroka xwe bi têkoşîn û
berxwedanê xwe ji dîrokê neda tinekirin. Niha jî dagirkerên Kurdistanê dixwazin
hêj sedsal temam nebûyî, Kurdan biqelînin. Loma di van demên dawî de evqas êriş
li ser Rojava, Şengal, Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi taybet jî
deverên ku gel dest ji Kurdbûna xwe bernedayî dikin.
Di van
demên dawî de li Iraqê tirafîkek a hevdîtinan pêk tên. Ji ber van êrişên demên
dawî mirov dikare bêje, carek din di nava hevdîtinan de li ser gelê Kurd
peymanên qirkinê hatine nûkirin. Mirov dikare vê pirsê bike, li Iraqê çi
diqewime û Hikûmet li pey çiye? Ger em tenê heyvek a geşedanên Iraqê
binirxînin, emê bibînin ku Iraq di her aliyê de dixwaze mastê xwe bide firotin.
Bi şêwazek din mirov dikare bêje welat dişewite hikûmet li pey pora xwe şehkirinê
ye. Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan û Iraqê ketiye qonaxekî nû.
Her roj xaka Başûr û Iraqê ji aliyê dagirkeran ve tên tecawîzkirin.Tenê sala
borî bi dehan welatiyên Başûr û Iraqê ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin
qetilkirin. Her roj çekên kîmyawî û qedexekirî li dijî gerîla û xaka Başûrê
Kurdistanê bikar tînin. Li gor zagonan jî em temaşe bikin, êrişên li ser xaka
Başûrê Kurdistan û Iraqê, bikaranîna çekên kîmyawî û qedexekirî sûcên şere.
Iraq jî bi bêdengiya xwe hevkariya vî sûcî dike. Em di vê mijarê de qet behsa
hevkariya Mala Barzanî ya bi van dagirkeran re nakin! Her tişt eşkere ye.
Di 27’ê
Sibatê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li Şengalê wesayîtek kir hedef û
di encamê de du fermandarên YBŞ’ê şehîd bûn û şervanek jî birîndar bûn. Piştî
wê di 1’ê Adarê de jî balafira bê mirov a dewleta Tirk li navenda Şengalê
wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de ji rêveberên Asayîşa Êzidîxanê
şehîd bû. Her wiha di 10’ê Adarê de jî balafirek bê mirov û bi çek li gundek
Qerehencîr ya ser bi bajarokê Çemçemalê wesayîtek bombebaran kir û di encamê de
kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Ev êriş bi tesadûf nînin
û bi van hevdîtinan ve girêdayî ne. Di van hevdîtinan de diyar dibe ku Iraq bi
dijminên Kurdan re lihevkirinek nû pêkaniye û êrişên dijî Tevgera Azadî ketiye
qonexekî nû. Piştî êrişa li ser Şengalê, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit
Mihemed Seîd serdana Tirkiyeyê kir û li gel serokê MÎT’ê Hakan Fîdan civiya. Di
vê civînê de bi eşkere jî hat gotin, li ser rêyên hevkarî û hevbeşiya di
navbera Iraq û Tirkiyeyê de bi taybetî jî di aliyê îstixbaratî de axivîne. Di
heman wextî de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî jî li Bexdayê pêşwaziya
balyozê Tirk yê Iraqê Elî Riza Guney kir û hevdîtin pêkanî. Pir bi eşkere
carekdin li ser gelê Kurd peyman hatine nûkirin. Bi van êrişên herî dawî diyar
dibe ka li ser çi hevkirine.
Me di
destpêka nivîsê de jî anîbû ziman, Iraq li pey çiye? Iraq hem li gel Tirkiyê li
dijî gelê Kurd li hev dike, hem jî li dijî Tirkiyê daxuyaniyan dide. Ka em
hindek daxuyaniyên wan ên van demên dawî bînin bîra we; “Endamê Lijneya
Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê diyar kir ku hebûna Tirkiyeyê, dagirkeriye,
ji ber ku serweriya xaka Iraqê binpê dike, pêwîste hewldanên me hemû ji bo
derxistina vê hêza dagirker ya di nava xaka me de be.
Serokwezîrê
Iraqê Sûdanî ku li gel dijminê Kurdan peymanan nû dike, di hevpeyvînek xwe ya di
televziyona Erebî de behsa binpêkirinên dewleta Tirk û Îranê yên li ser xaka
Iraqê dike û destnîş dike binpêkirinên dewleta Tirk û Îranê nayên pejirandin.
Parlementerên
Iraqê jî di derbarê êrişên dewleta Tirk de anîbûn ziman ku êrişên dewleta Tirk
nayên qebûl kirin.
Her
wiha komîsyonek hatibû avakirin da ku bikaranînên çekên qedexekirî yên dewleta
Tirk bên lêkolîn kirin. Lê heta niha jî vê komîsyonê kar nekiriye.”
Bi rastî
ev çi oportonîstî ye! Hem li ser Tevgera Azadî peymanan bi dewleta Tirk re nû
dikin, hem jî bi daxuyaniyan dewleta Tirk şermezar dikin. Ev rastiya dewletan
e, dewlet timî gel ji bo berjewendiyên xwe difiroşe. Loma tevgera me dijî van
dewletokan e. Çawa ku di şerê NATO û Rusyayê de xelkê Ûkrayna bûn qûrban, niha
jî di Rojhilata Navîn de dixwazin Kurdan bikin qûrban. Lê belê ti caran gelê
Kurd û tevgerên Kurdan ji bilî Mala Barzanî ya bê rûmet ku êdî gelê Kurd wan
Kurd hesab nakin, serî netewandine. Wek tê dîtin û wek Tevegera Azadiyê jî dayî
xûyakirin, di pêşiya gelê Kurd de pêvajoyek pir bi hesas û qonaxên dîrokî hene.
Li pêşiya gelê Kurd şerê hebûn û tûnebûnê heye ku niha şervanên azadiyê bi
salane li çiya vî şerî didin meşandin. Di vî şerê hebûn û tûnebûnê de, di nava
evqas plan, proje û polîtîkayên dewletan a qirkirina gelê Kurd de, divê her
Kurdek destê xwe bixe di bin kevir de. Êdî ti hêvî û bendewariyên gelê Kurd ji
hêzên ji der ve nemaye. Ji ber ku dema mijar dibe Kurd, ew hêz hemû ker, kor û
lal dibin. Çima sazî û dezgehên qaşo dibêjin em mafê mirovan diparêzin, dema
mijar dibe Kurd çavê xwe digirin? Qey ev sazî û dezgeh parêzvanên mafê
mirovanin, an parêzvanên sûcên desthilatdaranin? OPCW, CPT û bi dehan
rêxistinên bi vî rengî dema ku mijar dibe Kurd xwe nebihistî dikin.
Loma tenê
Kurd dikare di vê sedsalê de hebûna xwe mîsoger bike. Pêvajo, pêvajoyek a hebûn
û tûnebûnê ye. Erk li ser milê her ferdekêye ku bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî
tevbigere û bi vî ruhî xwe û netewa xwe rizgar bike, ji dervê ti rêyek din
nîne.
Armanc Herekol
0 Yorumlar