Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk; “Wê desthilatdariya faşîst a ku hebûna xwe li ser dijminatiya gelê Kurd daye avakirin, bi destê gelê Kurd têk biçe. Tifaqa me tifaqa Ked û Azadiyê ye, divê gelê me ji bo parlamenteriyê tenê dengên xwe bide Yeşîl Sol Partiyê.”
Armanc Herekol
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk derbarê girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, girîngiya çûyîna ser sindoqan, têkçûna tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê û bandora hilbijartinê ya li ser Gelê Kurd, bersiva pirsên ajansa me da.
Bedran Ozturk bang li hemû dengdêran kir; “Dema em biçin ser sindoqan em ê li ser şopa ruhê salên 90’î mohra xwe li bin darê bixin. Dema gelê me yê Bakur biçe ser sindoqan bila dayîka Taybet, Cemîle û hemû zarokên Kurd ên ku hatin qetilkirin, malbata Şenyaşar, gaspkirina şaredariyan, girtiyên siyasî û tecrîdê bînin bîra xwe. Dara Yeşîl Sol Partiyê dara wekhevî û aştiyê ye û li bin darê cihê me hemuyan heye.”
Hevpeyvîna bi Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk re wiha ye:
– Girîngiya hilbijartina 14’ê Gulanê çiye ?
Ev hilbijartin ji bo gelê me hilbijartineke dîrokî ye. Ji ber ku di vê hilbijartinê de emê bibînin ka wê hêviya aştiyê serbikeve yan polîtîkayên şer. Emê bibînin ka wê demokrasî serbikeve an faşîzm. Wezîrê Karê Hindir yê Tirkiyeyê Silêman Soylu hilbijartinê wek darbeyeke siyasî nirxand. Tê wê wateyê ku ji demokrasiyê ditirsin. Ger AKP-MHP serbikevin wê bibêjin; demokrasî pêk hat, ger têk biçin wê bibêjin darbe pêk hat. Wê desthilatdariya faşîst a ku hebûna xwe li ser dijminatiya gelê Kurd daye avakirin, bi destê gelê Kurd têk biçe. Gelê Kurd di hilbijartinê de xwedî roleke diyarkere. Tifaqa Komarî û Millet li ser dijminatiya gelê Kurd li hev dikin, li ser dengên Kurdan jî şer dikin. Di vê hilbijartinê de wê gelê me serkeftina rêya sêyemîn xurt bike. Bi vî awayî wê rêya aştiyê, rêya wekheviyê, rêya demokrasiye veke.
– HDP vê carê bi navê YSP (Yeşîl Sol Partî) dikeve hilbijatinê, gelo divê gelê me yê Kurd ku piştgirî didin HDP’ê, çawa li gor YSP’ê tevbigerin û bi vêve girêdayî YSP di vê hilbijartinê de piştgirî dide CHP’ê yan na?
Weke hûn jî dizanin heta niha gelek partiyên me hatine girtin, lê ev yek nikaribû rê li ber kevneşopiya têkoşîna demokrasî û azadiyê bigire. Gelê me di vî warî de xwedî tecrûbeyeke girîng e. Gelê me li barajan ji %10 derbas kir û namzetên xwe yê serbixwe şandin meclîsê û di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de jî bi heman rêbazan baraj ser û bin kir. Di pusuleya dengan de yek dar heye, ew dar jî ya YSP’ê ye. YSP’ê ti car negotiye ku ew piştgiriyê didin CHP’ê, tifaqa me tifaqa Ked û Azadiyê ye, tifaqa CHP’ê tifaqa Gele (Milet), em çiqas li dijî tifaqa Cumhûrê bin, ewqas jî li dijî tifaqa Gel in (Milet), ji ber vê yekê divê gelê me ji bo parlamenteriyê tenê dengên xwe bide Yeşîl Sol Partiyê. Ji ber serokomariya namzetê YSP’ê nîne, lê gelê me li dijî faşîzmê dizane wê dengê xwe bide kê.
– Gelo hilweşîna AKP-MHP’ê wê bandorek çawa li Tirkiye, Bakûrê Kurdistanê û her wiha Rojhilata Navîn bike?
AKP-MHP bi polîtîkayên şer, li ser dijminatiya gelê Kurd siyasetê dike. li Herêma Kurdistanê û li Rojava bê navber êrişê destkeftiyên gelê me dike. Bi têkçûyîna AKP-MHP’ê re wê rêya rant, talan û diziyê hilweşe, li Kurdistan û Tirkiyê wê hêviya pêkhatina demokrasî û azadiyê xurt bibe. Helbet bandora erênî ya van pêkhateyan wê li Rojhilata Navîn jî rû bide. Heger hêviyên me pêk neyên, em ji têkoşînê nawestin, mijara me guhertina darê destê desthilatdariyê nîne, mijara me guhertina pergela sedsalî ye.
– Herî dawî peyama we ji bo gelê Mexmûr, Bakûr û Tirkiyeyê çi ye?
Em dizanîn ku gelê me yê Mexmûrê di kîjan pêvajoyan de derbas bûne. Li kuderê zext, zordarî û êrişên çêbûne, ewder kiriye warê doza xwe. Ev yek pir bi rûmet e, bila gelê me yê Mexmûrê bizanibin ku di warê têkoşîna wan a bêhempa de, em xwedî hafizayeke zindî ne. Dema em biçin ser sindoqan em ê li ser şopa ruhê salên 90’î mohra xwe li bin darê bixin. Dema gelê me yê Bakûr biçe ser sindoqan bila dayîka Taybet, Cemîle û hemû zarokên Kurd ên ku hatin qetilkirin, Malbata Şenyaşar, gaspkirina şaredariyan, girtiyên siyasî û tecrîdê bînin bîra xwe. Gelên Tirkiyeyê jî dema çûn ser sindoqan, bila bizanibin ku dara me li dijî yekperestiyê ye. Dara Yeşîl Sol Partiyê dara wekhevî û aştiyê ye û li bin darê cihê me hemuyan heye.
0 Yorumlar