Hunermendê Kurd Hozan Comert: “Dijmin ev 90 sale bi polîtîkaya xwe ya bişaftinê ruh û mejiyê me kiriye bin badora şerê xwe yê qirej. Wek gelê Kurd û hunermendên Kurd, li himber dagikeran têkoşîna herî girîng, têkoşîna çand û hunerê ye.”
Xurbet Tallî
Hozan Comert ku yek ji hunermendên Kurd yê ku di temenek biçûk de dest bi karê hunerê kirî, têkildarî çand û hunera gelê Kurd û çanda tevahî civakan ji rojnama me re axivî.
‘Hunermend rêberên civakê ne’
Hozan Comert di
destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser rol û mîsyona hunermendan ya di
civakê de û wiha got: “Ji despeka civaka mirovahiyê heta roja îro nasnameya
civakan çande, giyana çandê jî hunermendin. Eger çand, huner û hunermend nebûna
wê ti ferqek di navbera mirov û zindiyê din de nebûya. Heta 1995’an dîrokzanên dinyayê
yekfikir bûn digotin dîroka civaka mirovahiyê 8 hezar sale.
Li herêma bajarê Rihayê Gobeklî Tepe bi pêşenktiya Erdkologên Almanan Klaus schmîdt 1995’an çanda ku derxistine holê bi wê çandê dîroka mirovahiyê gehişt 12 hezar sal. Li Gobeklî Tepe nezî 30 mekanên cuda yên Xwedawendan, wêne û peykelên bi hunera hunermendên wê demê hatiye afirandin. Hunermend rêberên civakê ne. Piştî Gobeklî Tepe sumeriyan, fîrewnan, Zerduştî, Îbrahîm pêxember Hz Musa, Konfîçyûs, Eflatûn, Sokrates, Hz Îsa, Hz Muhemed, ronesensa Awrupayê, nirxdarên ku min anîn ziman Çand û Hunera civakan de yên serkene. Wekî vana bi hezaran hunermend di civakan de rêzantî kirine. Civak bedene, hunermend jî ruhê bedena civakane. Li gor zanyar û lekolînerên cîhanê Mezopotamya Asoya civakan û çand û hunerê ye. Reber Apo dibêje: ‘Em di destpêka dîrokê de veşartîne, dîrok jî di roja me de veşartî ye.” Di vê dîroka veşartî de Şaristaniya gelan û Kurdan bi çand û hunerê hatibû afirandin.”
‘Bi vê felsefê
jin wek Xwedawendan şiyar bûn’
Comert di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di vê pevajoyê de rolê herî mezin ji bo nirxê netewa Kurd dikeve ser milê hunermendan û wiha pêde çû: “Tevgera Azadiya Kurdistanê nezî çil sale bi felsefe û ramanên Reber Apo tekoşînekî gerdûnî bê navber dimeşîne. 12 hezar salan civaka Rojhilata Navîn bi nirxên Xwedawendan, pir xwedayî, bi Zerduşt û Hz Îbrahîm yek xwedayî hatiye rêveberên. Li Rojhilata Navîn cara yekemîn bi fikr û ramanê Reber Apo Felsefe ket nav jiyana Kurdan û Rojhilata Navîn. Bi felsefeya Reber Ocalan gelê Kurd çanda siyasî ya civakî, exlaqî û leşkerî li hemberî desthilatdaran li Rojhelat jiyanekî nû da destpêkirin. Bi vê felsefê jin wek Xwedawendan şiyar bûn, bûn xemil û xwezaya jiyana civaka nû. Bi vê felsefê dijmintiya navbera olan têk çû. Her ol û bawermend wek gulîlkên gerdûnê bi rengên xwe vebûn.
Bi felsefe û
ramanên Serokatî, bi têkoşîna ewladên gelê Kurd, bi berxwedana gelê Kurdistanê rastî
û heqîqeta dîrokê derxistine holê. Destpêka tekoşîna azadiyê, hunermendên
teybet yên mûzîkê li gor zanistî û kapasîteya xwe xizmetekî pîroz meşandin. Bi
dehan hunermend wek ronahiya hunerê ketin nav dîroka çanda Kurd. Tevgera Azadî
40 sale li himberî dagirkeran têkoşînekî bê hempa dimeşîne. Ji bo çand û hunerê
nirxên ku derxistiye hole, wek rastiya efsane û mîtolojîyên mirovahiyê ne. Bi hezaran
pakrewanên vî gelî wek hewariyên mirovahiyê gihiştine şahadetê.
Her şehîdekî
Tevgere Azadiyê giyana Modernîteya Demokratîk e. Jiyana her Şehîdekî romaneke,
stiraneke, destaneke,
quwet û heqîqeteke. Her wiha ji bo hunermendan jî wîjdan, hest û Giyane.
Hunermendê ku
Modernîteya Demokratîk û nirxên wê nasneke, nagihêje nirxên mirovahî û gerdûnê.
Dibe dîlgirtiyê Moderniteya Kapîtalîst.”
‘Hunermend pêşeng, wijdan, ronahî û Fedayê gel e’
Hozan Comert bi
van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Dijmin ev 90 sale bi polîtîkaya xwe ya
bişaftinê ruh û mejiyê me kiriye bin kontirola şerê xwe yê qirej. Wek gelê Kurd
û hunermendên Kurd, li himber dagikeran têkoşîna herî girîng, têkoşîna çand û
hunerê ye. Her hunermendek Kurd, bi keda xwe, qîmet û nirxên gelên xwe li gor têgihiştina
xwe û hunera xwe di dilê gelê xwe de cih girtî ye. Em dibejin hunermend pêşeng,
wijdan, ronahî û Fedayê gel e.”
0 Yorumlar