Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Yên bibin hevkarê qatîlan ew jî qatîlin’

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bang li gelê Bakurê Kurdistanê kirin ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de xwedî li nasnameya xwe ya Kurdbûnê derbikevin. Her wiha gotin: “Ger kuştiyên me jî çêbibin divê em roja hilbijartinê li sindoqên xwe xwedî derbikevin. Em bang li cerdevanên Bakurê Kurdistanê dikin ku li xwe bizivirin, îro roja xîretêye.”

Jiyan Pîran

Wê di 14’ê vê mehê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hibijartinên parlementerî û serokkomariyê bên kirin, têkildarî vê mijarê xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn û bang li gelê Bakurê Kurdistanê kirin ku di hilbijartina 14’ê Gulanê de xwedî li nasnameya xwe ya Kurdbûnê derbikevin.

‘Pişta xwe bidin dijmin, berê xwe bidin gelê xwe’

Hacer Tok di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku kes li gelê Kurd nebûne xwedî û nabin xwedî jî, divê gelê Kurd li xwe bibe xwedî û neyê lîstoka dijmin. Hacer got: “Dema gelê me diçe ser sindoqan divê girtiyên zindanan, gerîlayên ku li hember çekên kîmyawî berxwedidin û rastiya dijmin bîne ber çavê xwe. Ji nîvî zêdetir jin di partiya me de cih digire û li himber sîstema dijî jinê têkoşîn dike. Ger kuştiyên me jî çêbibin, divê em roja hilbijartinê li sindoqên xwe xwedî derbikevin. Ez bang li cerdevanên Bakurê Kurdistanê dikim ku li xwe bizivirin, îro roja xîretêye. Bila Roboskî û enfalê bînin bîra xwe. Pişta xwe bidin dijmin, berê xwe bidin gelê xwe.”

‘Dengê xwe nedin faşîzma AKP û MHP’ê’

Mele Zekî Gabarî jî balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên di zindanan de û wiha axivî: “Ez wek dîndarek yê Kurd bang li tevahî gelê Kurd dikim ku divê di hilbijartinê de li partiya xwe bibin xwedî. Pêwîste gelê Kurd bi dengê xwe vê tecrîda li ser Rêbertî û bi hezaran girtiyên di zindan de ne bişkînin, aştî û aramiyê bînin herêmê. Divê dengê xwe nedin qatîlê gelê Kurd. Xwidê dibêje ‘Ê ku bibe hevkarê qatîlan ew jî qatîle.’ Banga me ji bo hemû gelê Kurd û Tirk ewe ku biratiyê bingeh bigrin, dengê xwe nedin faşîzma AKP û MHP’ê. Em hêvî dikin wê gelê me vê sîstemê di sindoqan de hilweşîne.”

‘Ruhê Botan yê Egîdî derxe holê’

Her wiha Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn jî balkîşand ser giringiya hilbijartinê û got: “Hilbijarina di 14’ vê mehê de ku wê li Bakurê Kurdistanê çêbibe, ji bo gelê Kurd û tevahî netewên din ên li Tirkiye jiyan dikin gelek girînge. Em nabêjin ev hilbijartin wê qedera Kurdan diyar bike, lê ji bo hilweşandina sîstema faşîst ya AKP-MHP û bi destxistina deskeftiyên Kurdan gelek girînge. Em bang li gelê Botan bi taybetî gelê Qilabanê dikin ku xwedî şehîd û şervanin, di vê dozê de ked dane pêwîste îro ji herkesê zêdetir xwedî li nasnameya xwe ya Kurdbûnê xwedî derbikeve û sîstema AKP-MHP’ê hilweşîne. Ruhê Botan yê Egîdî derxe holê. Me li Şirnex û Silopiya di jêr zemînan de gelek ciwanên xwe şehîd dan, divê gelê me wan ji bîr nekin.”

Şêniyê wargehê Bapîr Gundik Remo jî qala sîstema AKP û MHP’ê ya ku gel li ser navê Îslamyetê dixapîne kir û wiha domand: “Em wek gelê Mexmûrê bang li gelê Bakurê Kurdistanê dikin divê di hilbijartinê de xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Ji ber ku di hilbijartina derbazbûyî de çi ji destê dewleta Tirkiye hat kir. Leşker û cerdevanên xwe dixistin dewrê, wisa karî li bajarê Şirnexê parlementerê xwe derxînin. Dizwazin bi navê HUD-PAR û Îslamyetê, gelê Kurd bi xapînin. Hivîdarîn gelê Kurd bi taybet bajarê Şirnex, Gundê Hilal, Navçeya Qilaban, GundikRemo, Gundê Mijîn, Gundê Sipîndarê, Avamasya û tevahî gundên Şirnexê rengê xwe di hilbijartinê de diyar bike.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar