Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê cejna Remezanê pîrozkirin

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejnê berê xwe dan ser goristanê û cejna hev û xizmên xwe pîroz kirin.

Xelkê Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî nimêja cejnê çûn ser goristanê û ji wir jî derbazî Saziya Malbatên Şehîdan bûn. Şêniyên Mexmûrê yên ku piştî serdana goristanê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûyîn cejna hev pîroz kirin û banga yekîtiyê li gelê Kurd kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanê şehîdan, li ser navê xelkê wargehê Mela Elî Sipêrî axivî.

Mela Elî Sipêrtî di destpêka axaftina xwe de cejna Remezanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên serê çiya, şehîd û hemû alema Îslamê pîroz kir û wiha got: “Cejna Remezanê hertim bûye wesîleya azadî û aştiyê. Bi vê boyenê em hêvîdarîn gelê Kurd bigihe azadiya xwe. Ola Îsalamê dibêje divê hun destkeftî û nixên welatê xwe bi parêzin li ser vê yekê em bang li gelê Kurd dikin ku em li hember hemû dijmin û dagirkeran destkeftî û nirxên welatê xwe bi parêzin. Em bi boneya cejna Remezanê cardin soza şopandina rêya şehîdên didin.”

Piştî axaftina Mele Elî Sipêrtî, Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara axivî.

Yusuf Kara di destpêka axaftina xwe de cejna Rêber Apo, Şehîd û şervanên azadiyê pîroz kir û wiha got: “Em hêvîdarin ev cejn bibe wesîleya azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Bi hêviya cejnên azad ku em di van cihên pîroz de li gel Rêbertiya xwe pîroz bikin, em cejna hemû gelê amade pîroz dikîn.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar