Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi boneya Cejna Remezanê gel serdana goristanê kirin, li ser gorên şehîdan çira pêxistin û cejna şehidên xwe pîroz kirin.
Di saetên şevê de şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Remezanê serdana goristana wargehê kirin. Gel li ser gorên şehîdan çira pêxistin û cejna wan pîroz kirin. Merasim bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatên şehîdan Bavê Şehîd Yaşar Botan, Mehmud Manak axivî.
Mehmud Manak di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Em Cejna Remezanê li tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê, Rêbertî û şervanên ku niha di tunelên şer de li ber xwe didin pîroz dikîn. Em soza şopanadina şehîd û şervanên xwe didin. Em soz didin ku emê ala şehîdên xwe bigihînin lotkeya herî jor.”
Merasîm bi bilind kirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
0 Yorumlar