Me ji hesreta dilê zarokên welatên xwe derguşek bê war afirand bi wê
derdûşê re azadî bû hêviyek û ber bi lotkeyên çiyayên azad ve bibask dibe. Mîna
heyva li pey rojê ketî zarokên me li pey welatek azad ketin û bûn hêviya mirovahiya
winda bûyî. Her kêliyek yê vê axê bû bingehek yên destanên ku Nemrûdan nekarî
xwe di nav de bi nav bikin. Di her kuçe û kolanên Cizîrê de Egîdek çavê xwe
vekir. Mîna ku Egîdiyê li vî warî sond xwaribe vî welatî her zarokek yê xwe kir
Egîd, li ser singa xwe mezin kirin û kirin xwefadayê vê axa pîroz. Yek ji wan
jî rêheval Sefkan bû. Mêrxwazî, peyevek lê ne ewqas hêsan ku her kes di kesayta
xwe de bibe mêrxwaz. Wêrekî, bawerî, hêza têkoşînê, zanabûn, dilnizmî û gelek
teybetmendiyên cûda dihêlê ku kes bibin mêrxwaz. Gelek xortên vî welatî bûn
mêrxwaz û ji bo evîna azadiya vê xakê canê xwe kirin mertal. Nizanim ji axa vî
welatiya yan jî ji eşqa vî welatiye ku ewqas xort û keç dibin heyranê hebûna vê
axê û ber bi xwezaya wê ve difirin.
Rêheval Nizar di sala 1974’an de li bajarê Cîzîrê, bajarê
berxwedêr, evîndar û hunermendan di nava malbatek welatparêz de çavê xwe li
jiyanê vedike. Lê wek hemû zarokên Kurdan hîna zarokatiya xwe jiyan nekirî di kevin
nava rastiya dijwar ya dagirkeriya li Kurdistanê tê jiyîn de. Zarokatiya xwe li
kuçe û kolanên Cizîrê derbaz dike. Zarokek guhdar, dilnizim û kedkar bû. Li Cizîrê
destbi xwedinê dike, di dibistanê de kesek zîrek bû. Bavê wî ji ber rewşên
siyasî tê girtin, piştî ku bavê wî tê girtin neçar dimîne dest ji dibistanê berde.
Ji ber ku zarokê mezin yê malê bû, berpirsyartiya malê giştî diket ser milê wî.
Di pêvajoya bavê wê di girtîgihê de ji bo aboriya malbatê û ya bavê xwe pêşwazî
bike, gelek kar li ser hev dikir. Hewl dida di her hevdîtina girtîgehê de
serdana bavê xwe bike. Gelek caran li ser karê xwe rastî bêmafiyên kesê
îxantkar tê, lê serê xwe li hember kesê natewîne. Dema bavê wî di girtîgihê de rastî
êşkenceya giratê, bavê wî di girtîgihê de soz dide dibêje; ‘Dema ez derketim ezê
zarokên xwe hemûyan beşdarî nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê bikim.’ Dema
bavê tê mal ji kurê xwe re dibêje, ‘ez dixwazim tu beşdar têkoşîna azadiyê bibî.’
Gotina bavê xwe erê dike. Rojek bavê wî tê mal ne li male, li derdor dipirse,
diçe saha fitbolê dibêje; ‘Were em biçin malê’ dibêje bavê xwe; ‘Tû here ez li
pey te têm.’ Dema bavê wê diçe mal ew naçe. Li gel komek hevalên xwe di sala
1988’an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Ji ber zor û zehmetiyên ku jiyan
dike, dibe xwedî tecrûbe û çeribandin. Tecrûbe, wêrekî û hêza wî ya cewherî
wisa kir ku di nava jiyana gerîlatî de jî zoriyan jiyan neke. Ji bo bibe
hêviyên şehîd Sefkan bigihîne heqîqetê, navê Şehîd Sefkan li xwe dike û li ser
doza wî têkoşîna xwe ya azadiyê dide meşandin. Di pêvajoya gerîlatiya xwe de li
herêma Gabar û Bestan dimîne. Yên ku mîna Şehîd Sefkan bûn evîndarê vê axê di
hemû hucreyên laşê xwe de evîna xwe dan jiyankirin. Di kesayeta xwe de kesên şoreşger
xuluqandin û bûn sembol ji bo doza azadiya Kurditanê. Rêheval Sefkan jî bû
sembola çiyayên azad yên ku di hemû kêliyên têkoşîna xwe de li hember hemû
zordestiya dijmin têkoşîn kir û gihişt asta şahadetê di têkoşîna azadiya
Kurdistanê de. Heval Sefkan di çalakiyek ya li dijî dewleta Tirk de bi komek
hevalên xwe re li herêma Gabarê, li Gêrê di sala 1990’an de digihije karwanên
nemiran. Ger rojekê ez li rastî nivîskarekê hatim ez bêjim bila peyv û hevokên
we eşqa zarokê welatê min ya li hember axa xwe bike destan vê cîhanê da ku din
û alem êş û meşqê hîs bike û bide jiyanî kirin.

0 Yorumlar