Bi peymana 1921’an a Enqereyê, beşek ji Başûrê Kurdistanê ket para Franseyê. Di wan salan de gelê Ereb di navbera gelek dewletan de nehatibû parçekirin. Franseyê, Sûriye û Lubnan bi rejîma mandeyeke şîrîk bi rêve dibir. Burjuwaziya komprador a Ereb û Xiristiyan, di hakîmiyeta Fransî ku heta 1946’an berdewam kiribû de çêbû. Beyrut, di vê pêvajoyê de bi roleke merkezî rabû. Rêveberiya Fransî ku li ser bingeheke zeîf hatibû avakirin, berjewendiya hin gelên di hegomonyaya xwe de li ber çav digirt. Tevî ku Ereb û Xiristiyan di qada siyasî de pêş diketin, ev derfet ji bo Kurdan nedihat naskirin. Dîsa jî, bandora hakîmiyeta Fransî li ser Kurdan kêm çêbû. Ereban, ji ber ku hê ew bi xwe di hegomonyaya rejîmên mêtinger de dijîn, nedikarîn li ser Kurdan çewisandinê pêş bixin. Partiya BAAS ku bi pêşengiya hin burjuwayên biçûk ên Ereb hat avakirin, weke berdevkê siyasî yê burjuwaziya Ereb, li dijî hegomonyaya Fransî têkoşîn pêş xist. Dema ku di vê pêvajoyê de zehmetiya pratîzekirina mêtingeriya klasîk li vê zêde bû, Fransî, ku Sûriye û Lubnan bi şiklê du dewletên cuda ji hev qetandibûn, neçar man di rêveberiyên van dewletan de nokerên xwe bi cih bikin û paşde bikişin. Fransiyan, ji beriya ku paş de bikişe Hatay’a ku beşeke mezin ji şêniya wê Ereb bû û ya mayî jî Kurd, Tirk, Çerkez bû bi dagiriya Kemalîstan re rû bi rû hiştibûn.
Bi paşde
kişîna Fransiyan re di nav dewleta Sûriyê de Ereb bûn neteweya hakim. Bi
xurtbûna burjuwaziya Ereb re zilm û zora li ser Kurdan dest bi zêdebûnê kir.
Bi hatina
ser îxtîdarê ya Baas’ê Şovenîst re “dişibiya CHP’ya li Tirkiyê,” planên weke ji
kedxwariya Ereb re vekirina Kurdistanê, bi darê zorê bi cih kirina Kurdan li
Başûrê Suriyeyê, projeya “kembera Ereb” û bişaftina kûr û giran hat pêşxistin.
Kurd bi girêdana welatîbûnê ne girêdayî dewletê bûn û weke kêmneteweyan lê
dihate nêrîn. Partiya Komînîst a Revîzyonîst ya Suriye û Partiya Baas a
Sûriyeyê ku îro bi hev re li ser desthilatdariyê ne, ji ber nakokiyên weke
parvekirina ava Firatê, pirsgirêka Filîstin û Lubnanê, hin tawîz didin Kurdan û
wan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin.
Di encama
peymanên 1923’an ya Lozan, 1926’an ya Bruksel ku Tirkiye û Îngilîzîstanê di
navbera xwe de çêkiribûn de, beşeke mezin a rojhilata Başûrê Kurdistanê ket
kontrola (manda) Îngilîzîstanê. Hegomonyaya Îngilîzan, demeke dirêj li ser
Îraqê berdewam kir. Îngilîzan di vê pêvajoya demdirêj de li ser Kurd û Ereban
polîtîkayên cuda meşandin. Tevî ku Ereb derdixistin pêş, ji bo ku bandora
tevgerên rizgariyê yên Ereban kêm bikin “weke li Tirkiyê bûye” li gorî
berjewendiyên xwe di cih de dîtin ku qasî bi ser nekevin, pirsgireka Kurd zindî
bigirin û alîkarî bidinê polîtîkayeke taybet (karekterîstîk) hegomonyaya xwe
meşandin.
Potansiyela
şoreşger a Kurdistanê, di ti pêvajoyên dîrokê de bi berjewendiyên Îngilîzan re
li hev nekir. Îngilîzan pir baş dizanîn ku Kurdistaneke serbixwe, ji bo
berjewendiyên Îngilîzan ên li Rojhilata Navîn wê bibe xetereyeke pir mezin.
Kurdistana serbixwe ku bi berjewendiyên çînên feodal û kompradoran ve li hev
nake û ji ber vê yekê jî xwe gihandina pêkhateyeke demokratîk cudatir ti riyên
wê yên din nîne, ji bo polîtîkayên emperyalîzmê yên li Rojhilata Navîn jî
xetereya herî mezine. Kurdistanek ku parçe parçe bûyî, dema ku emperyalîzm
bixwaze ji nokerên (işbirlikçi) xwe hê zêde tewîz bistîne û wan bike maşikên
xwe, bikaribe Kurdistana ku weke amûreke şantajê bi kar bîne, ji bo
berjewendiyên emperyalîzmê Kurdistana herî îdeal e. Dostaniya bi Kurdan reya
dûr û ya çapemeniya emperyalîst jî, di rastiyê de xwe dispêre polîtîkayeke
wiha.
Aliyê ku
di bin hegomonyaya rejîma mandeyê ya Îngilîzan de timî bandora wan dihat
zêdekirin, Erebên feodal-komprador bûn. Îngilîz û beşên heya dawiyê bi wan ve
girêdayî, çewisîn û kedxwariya xwe li ser Kurdistanê qederekê zêde kirin. Hê di
destpêkê de berxwedanên ku di pêşengiya feodal û reîsên eşîrên Kurdan de li
dijî vê çewisîn û kedxwariyê hatine pêşxistin bi şîrîkatiya van hêzan hat
tepisandin. Ev berxwedanên ku wê li dijî Ereban bi hêsanî bi ser biketana, ji
aliyê hêzên hewayî yên Îngilîzan ve bêtesîr dihatin kirin.
Piştî Şerê
Parvekirinê Yê II. yê Emperyalîst di asta cîhanê de ketina planê duyemîn a
Îngilîzan, tesîra herî ku zêde dibe ya welatên sosyalîst û tevgerên rizgariya
neteweyî, di hundir de avabûna partiya Baas a Ereb û Partiya Demokrat a Kurdistanê,
Partiya Komînîst a Îraqê ya Şoreger ku berê hatibû avakirin, bû sedem da ku li
Îraqê tevgera şoreşgerî dest bi pêşketinê bike. Wekî berhema destpêkê ya vê
têkoşînê; Nûrî Seîd Paşa’yê ku di rewşa ajanê Îngilîzan de bû ji aliyê gel ve
hat lînçkirin, Îraq gihîşt serxwebûna xwe û hikumetekî hê demokratîk hat
sazkirin. Hikumeta Îraqê, ji Pakta Bexdayê ku bi armanca tepisandina têkoşînên
rizgariya neteweyî ya gelên Rojhilata Navîn hatibû avakirin (CENTO’ya niha)
veqetiya, ji Kurdan re jî soza hin mafên neteweyî û demokratîk da. Lê belê
karektera şoven a burjuwaziya biçûka Ereban û berê xwe dayina dîkdatoriyê ya
serokwezîr Qasim ku temsîla burjuwaziya Ereb dikir, bû sedem ku demokratîzebûna
Îraqê asteng be û sozên ku hatibûn dayîn Kurdan werin binpêkirin. Têkoşîna
pêşdiket a PDK, PKÎ û Partiya Baas’ê di sala 1968’an de dîsa bû sedem ku
hikumetekî di aliyê şiklî de demokrat derkeve meydanê. Lê vê carê jî tesîra
zêde a Baas’ê ya di nav îxtîdarê de, kir ku dîsa “ şiyara Îraqa demokratîk,
Kurdistana xweser” neyê pêkanîn. Karektera reformîst, nîv-burjuwa û nîv-feodal
a PDK’ya Îraqê, dibû asteng ku ew berê xwe bide serxwebûnê û dibû sedem ku
şiyara “Kurdistana serbixwe” hatiye rewşa ku eger ji bo wê şer were kirin
dikare were qezenckirin paşguh were kirin. Ji van firsendên ku ji dest
derketine şun de sedemên wekî, pînebûna bi emperyalîzmê ve ya PDK’ya Îraqê û bi
rêya tawîzdayîna ji bo emperyalîzmê, cihê xwe qayîmkirina Baas’ê, bû sedem ku
di sala 1974’an de Kurd bi binkeftineke giran re rû bi rû bimînin. Heta ku
pêkhateya eşîrî-feodal, ku reformîzm xwe dispêrê, bi emperyalîzm û mêtingeriyê
re di rewşa lihevkirinê de dimîne “wê bimîne jî” ne gengaze ku ti encamên din
werin girtin.
Di roja me
ya îro de, dîktaya Baas ku Partiya Komînîst a lraqê ya revîzyonîst bûye dûvikê
wê, li Kurdistanê dagiriya xwe berdewam dike, Kurdan bi darê zorê koçberê
Başûrê lraqê dike, hewl dide projeya “kembera Ereban” pêkbîne û di serî de
petrol, dewlemendiyên Kurdistanê talan dike. Di bin van şert û mercan de ji bo
gelê li vî parçeyî pirsgirêka bingehîn, ne ku bi şiyara “ji bo lraqê demokrasî
û ji bo Kurdistanê otonomî ku di pratîkê de bi caran îflas kiriye û bûye sedema
zererên mezin şer bike;” ji bo hilweşandina bi her şiklê têkiliyên ekonomîk,
çandî, leşkerî û siyasî yên li gel komara Ereb a Îraqê ji bo “Kurdistana
serbixwe şer kirin û xebatên îdeolojîk, rêxistinî, siyasî û leşkerî ku ev şer
ferz dike bilez kirine.
Rêber
Apo
0 Yorumlar