Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî tevgera zêde ya balefirên bê mirov ya ku bê navber li ser wargehê digerin daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Dron û balefirên keşfê yên ku bi rojane bê navber li ser wargehê digerin, li ser wargehê metirsiyek e. Divê hemû hêzên ji ewlehiya wargehê berpirsyarin, qada hewayî ji bo Tirkiyeyê bigirin û li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikevin.”
Li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê tevgerek zêde ya balefirên keşfê heye ku bi rojane balefirên bê mirov bê navber şev û roj digerin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî tevgera balefirên bê mirov ya ku bê navber li ser wargehê digerin daxuyaniyek dan. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak ve hate dayîn.
Fîlîz Budak di axaftina xwe de diyar kir ku tevgera balefirên bê mirov di van demên dawî de li ser wargehê hîn zêdetir bû ye û got: “Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku qada hewayî li balefirên dewleta Tirk bigirin. Di pêvajoya ku em jiyan dikin de, êrişên mezin li ser tevgera azadiya Kurdistanê, li ser gelê Kurd, li ser erdnîgariya Kurdistanê û bi taybetî li ser hebûna gelê Kurd Rêber Apo tecrîdek girankirî komseptekî înkar û tinekirinê tê meşandin. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê li kûderê dibe bila bibe, yên ku bi Kurdî daxive, bi Kurdî distire, yê ku bi çanda Kurdî dixwaze mezin bibe û bi nasnameya Kurdê azad jiyan bike hedefa hêzên dagirkerên Kurdistanê ne. Ji ber wê jî dixwazin di vê sedsalê de qewmê herî qedîm yê xaka mezopotamya Kurdên ku xwediyê Kurdistanê ne, xwedî çand û dîroka herî kevnar a mirovahiyê ne dixwazin ji rûpelên dîrokê tine bikin. Li beramberî vêya têkoşîna Rêbertiya me ya ku 24 salin di hûcereyên yek kesî de di bin hemû şert û mercên herî giran yên êşkenceyê de dide mînakên wê di cîhanê de nehatiye dîtin.
Wek gelê Mexmûr berxwedaniya ku ev 30 sale li penabertiyê bost bi bost li ser axa ku em digerin, îro tekoşîna ku em didin meşandin li hemberî şert û mercên xwezayê, şert û mercên penabertiyê ye. Îro bi rojane em bi êrişên hewayî re rû bi rû tên. Li hemberî çar dewletên dagirkerên Kurdistanê, îro em têkoşînekî bê hempa didin. Bi vê têkoşînê em azadiya jin, azadiya gelên Rojhilata Navîn yên bindest, azadiya gelên Kurdistanê hedef dikin. Em dixwazin şêweyê jiyanek bi rûmet di vê sîstema ku heta qirikê di nava bê exlaqî û dagirkeriyê de fetisiye, vê jiyanê bi awayekî azad bidin jiyan kirin û mirovahiyê bi vêya tacîdar bikin. Lewra hemû hêzên dagirker yên ku daxwaza wan rant li beramberî vê pergalê û Rêbertiya me di nava êrişan de ye.”
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Banga me ji bo hemû hêzên ku di ber parastina vê wargehê de berpirsyare ye ku divê qada hewayî ya Tirk bigire. Dron û balefirên şer yên ku rojane, bi taybetî di nava çend mehên dawî de bê navber ji yekê zêdetir balefirên keşîfê yên ku li ser wargeha me digerin, metirsiye li ser gelê wargehê. Ji ber wê em bang li hemû hêzên ku li ber ewlehiya wargehê de berpirsyarin divê li erk û berpisyartiyên xwe xwedî derbikevin.”








0 Yorumlar