Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Di meha Sibatê de kezaxtin li Mexmûrê tê kirin’

Evdirehman Îşlek têkildarî kezaxtina daran diyar kir ku pêwîst her sala di destpêka biharê de kezaxtin bê kir û wiha got: “ Kezaxtin kokê daran bi hêz dike û berhemgirtinê baştir dike.”

Jiyan Pîran

Her sal di dawiya meha Sibatê de li Mexmûrê kezaxtina daran tê kirin. Bi hatina biharê re çawan xweza xwe nû dike pêwîste dar jî bi kezaxtinê bê ku we re seqetkirin şêwazek nû bê dayînê. Têkildarî mijarê bi taybet kezaxtina mêwan Şêniyê Wargeha Mexmûrê Evdirehman Îşlek ji Rojanameya me re axivî.

‘Dema em li gund me ev kar dikir’

Evdirehman di destpêka axaftinên xwe de balkişand li ser zanabûna kezaxtinê û giringiya wê ji bo daran û wiha got: “Piranî darfêkî di vê mehê de tên çandin û tên kezaxtin. Xwezaya Mexmûrê xwe di vê mehê de nû dibe. Bi hatina birahê re pêwîste kezaxtin bê pêkanîn. JI ber ku pîranî darfêkiyên wek, hinar, hêjî û mêw li Mexmûrê berhem baş digirin, em jî çandinaya xwe li ser vê bingihê dikîn. Dema em li gund me ev kar dikir. Ez di temenek biçûk de fêrî çandin û kezaxtina daran bû. Her kes nikar bi serê xwe bibe çotkar kede û zanabûn dixwaze. Ger kesek bixwaze berhemek baş ji çandiniyê bigre divê di rê û rêzbazê wî çandin yê de bibe xwedî tecrûbe yan jî ji kesek dizane alîkarî bixwaze. Gelek kes ked didin lê ji ber ku zanabûna wan ya vî karî nîne nikarin berhemek baş bi destbixin. Pêwîste di destpêka şitil danînê de erd bi qasî metreyek bê kûr bike û nû şitil bêdanîn. Di biharê de rojek ne rojekê avadanî bê kirin. Di werzê havînê de jî her êvar bi rêk û pêkî avdanî bê kirin. Ji ber ku axa Mexmûrê hişk û havîna wê jî gelek germ derbaz dibe, ger ev rêbaz neyê bingeh girtin wê dar hişk bibe. Salê carek yan du car bên binkulkirin û zibil bêxistina binê darê. Pîranî li vir zibil tê karanîn, ji ber ku fêkiyên wê bi tam, xwedî vîtamîn û xwezayî ne. Yên ku gober kartînin fêkiyên wan bê tam, bê vîtamîn û ne xwezayî ne.”

‘Dema darekê bişk vedan nabe ku kezaxtin bê kirin’

Evdirehman îşlek di dewama axaftinên xwe de qala demsala kezaxtinê kir û wiha pêde çû: “Kezaxtin di çandiniyê de xalek gelek girînge. Li mexmûrê di 18’ Sibatê de tê destpêkirin heta 15-20 Rojan berdewam dike. Kesên kezaxtinê daran dikin. Dizanin kijan çiq wê fêkî bigre kijan ji nagire li gorî wê çiqê darê jê dike. Her dar cûda tên kezaxtin. Em niha mêwan di kezêxîn. Ger kezaxtinek baş neyê kirin wê di havînê de dar hişk dibe. Pêwîste di kezaxtinê de çiqên ku tîrî didin neyên jê kirin. Yên ku zêde dirêjin ku em dizanin ji qeweta darê zêdetir em jê dikin. Hindek çiq maka mêwên pêwîst neyên dest dan dema ew hatin jê kirin êdî mêw berhemek baş nade. Dema darekê bişk vedan nabe ku kezaxtin bê kirin. Beriya dar bişk vede divê kezaxtin bê pêkanîn.  Darên ku kezaxtina wan neyê kirin berhemê wê bê tam, kêm û têde heyek ku hiş jî bibe.”  

Yorum Gönder

0 Yorumlar