Ticker

10/recent/ticker-posts

DERGÛŞA ŞARISTANIYÊ MEZOPOTAMYA

 


Dîroka Mezopotamyayê yan jî pêşdîroka Mezopotamyayê dîrokeke ji koçberbûyîna mirovî ya herî pêşîn a di Serdema Paleolîtîkê de, heta serdema kevnare ya kevne. Ev dîrok pêşî ji şopên kolandinên arkeolojîk ji çavkaniyên dîrokî hatine berhevkirin.

Mirovahî di serdemên Paleolîtîk û Neolotîka Destpêkê de tenê li beşên Mezopotamyaya Jorîn de cihwar bibûn. Li alûviyûma başûr jî di dema Neolotîka Kevin de bi cih bûne. Mezopotamyayê, di Serdema Bronzê ya destpêkê de ji bo gelek şaristaniyên mezin ên herî kevin cihwartî kiriye. Ji ber vê sedemê ye ku Mezopotamya wek dergûşa şaristaniyê tê binavkirin.

Navê Mezopotamyayê bi yewnaniya kevn tê wateya “erdê di navbera çeman de”. Bi qasî ku tê zanîn, ev nav cara yekemîn di sedsala B.Z. 4an de ji bo destnîşankirina axa li Rojhilatê Firatê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye bikaranîn. Piştre navê Mezopotamyayê bi gelemperî ji bo hemî erdên di navbera çemên Firat û Dîcleyê de hatiye bikaranîn, loma hem Rojavayê Kurdistanê û hem jî Başûrê Kurdistanê, hemî axa Iraqê û Bakurê Kurdistanê hildide nava xwe. Çiyayên cîran ên li rojavayê Firatê û rojavayê çiyayê Zagrosê di bin navê Mezopotamya de berfirehtir têne binavkirin. Erdnîgariya Mezopotamyayê bi navên Mezopotamyaya Jorîn (an jî Mezopotamyaya Bakur) û Mezopotamya Jêrîn (an jî Mezopotamyaya Başûr) tên binavkirin.

Mezopotamyaya Jorîn ku bi navê Cizîrê jî tê naskirin, herêma di navbera çemê Firat û Dîcleyê de ye. Mezopotamya Jêrîn jî li herêma ji Bexdayê heta Kendava Farsê ye. Di bikaranîna zanistî ya nûjen de, têgîna Mezopotamyayê gelek caran jî xwedî konnotasyoneke kronolojîk e.

Civak û jîngehên yekem

Yekem civakên gundan li Rojhilata Nêzîk a kevnar, di dema Neolîtîkê de, di dawiya serdema qeşayê ya paşîn û di destpêka Holosenê de xuya dibin. Veguheztinê di navbera civakên nêçîrvan û berhevkar ku bi nêçîriyê jiyana xwe dewam dikirin û civakên cotkar ku bi piranî bi hilberîna xwe, debara xwe peyda dikirin, ji çend qonaxan pêk tên.

Damezrandina dewlet û bajaran

Serdema ku di nîva duyem a hezarsala 5’emîn berî zayînê û hezarsala çaran a berî zayînê werdigire, bi jiyana hevpar, bi derketina dewletên yekem û civakên bajarî yên yekem re jiyana hevpar, jiyana civakî û siyasî de guhertinek derketiye holê. Ev dem di heyama serdema Obeid a dawîn, (di salên 4400-3900 b.z.) û heyama serdema Uruk, (di salên 3900-3000 b.z.) de ye. Ev dema dirêj xwediyê kronolojiyek pir bi niqaşe û di van demên dawiyê de di bin navekî gerdûnî, bi navê “kalkolîtîka kevin” hatiye binavkirin. Serdema ku di navbera salên 4400 û 3100 b.z. de ye dabeşî pênc jêr serdeman bûye.

Di nêzîkbûna dawiya kevnar a Rojhilata Nêzîk û Mezopotamya re peresanên girîng ên siyasî û civakî heyameke pir dirêj li berxwedaye. Her ku diçe peresanên nû û formên entegrasyona civakî hiyerarşîk dibin. Di nav civakê de eşîr, qebîle, serok û dewlet derdikevin holê. Civakên Neolîtîka Dawîn ji aliyê civakî û siyasî ve hiyerarşîk dibin û piştre jî dewletên yekem û bajarên yekem di nîveka duyemîn a hezarsala çaremîn dertên holê.

Destpêkirina pergala nivîsandinê

Sumeriyan di dîroka mirovahiyê de yekem car pergala tîpên nivîsandinê afirandiye. Pergala nivîsê bi navê forma bizmarî yan jî nivîsa bizmarî hatiye binavkirin. Nivîs, di destpêkê de li Mezopotamyaya Jêrîn wekî pergaleke fîgurî xuya bûye. Di wî demê Sûmeriyan de bi ya qamîşan li ser axê fîgura xêz dikirin. Her fîgurek yan jî îşaretek tişta ku dihat xêzkirin li gorî şibandina wî, raman û peyamek dida nîşan.

Li Mezopotamyaya Jêrîn du gelên Sumerî ku zimanên ji hev cûda bi Sumerî û Ar-Semîtî diaxivîn (û paşê dinivîsandin) hebûn. Zimanê Sumeriyan xwedî rêzimana xwe ya cûda bû. Zimanê Ar-Semîtîk, ku paşê jê re Akadî an Babîlî-Asûrî tê gotin, ji şaxa Samiyan, ji malbata Afrasî ye.

Derbarê nivîsên herî kevin ên nivîskî yên Serdema Navîn (dora 2900 heta 2500 sal berî zayînê), bê guman ew bi taybetî bi zimanê Sumeriyan hatine nivîsandin. Li gorî daneyên heyî, di navbera kesên ku bi van zimanan di axivin de dijminatiya nav-etnîkî tune ye.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar