Rojnemevanê Şengalê Îbrahîm Êzidî diyar kir ku bi armanca tinekirina sîsetam demokratîk a li Şengalê planên PDK, dewleta Tirk û Iraqê berdewam dikin û got: “Civaka Êzidî ya ku biriyara jiyana azad daye wê bi ti planan têk neçe. Lê ne Iraqê ne jî PDK’ê hêviyên xwe yên pêkanîna hevpeymana 9’ê Cotmehê qut nekirine û ji bo jiyanîkirina vê peymanê hertiştî dikin.”
Jiyan Pîran
Piştî hevpeymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê de li ser Şengalê hatî îmzakirin heta niha êrişê tinekirinê li ser Şengalê ne rewestan e. Li ser vê mijarê Rojnemevanê Şegalê Îbrahîm Êzidî ji rojnameya me re axivî.
‘Koçberên Êzidî di bin zilma PDK’ê de ne’
Îbrahîm Êzidî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên PDK’ê yên li ser civaka Êzidî yên ku koçberî Başûrê Kurdistanê bûyîn û wiha got: “Beşek ji Civaka Êzidî piştî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê koçberî Başûrê Kuridsitanê bûne, zêdetirî 8 sale di bin gef û êşkenceya PDK’ê de dijîn. Ji ber şerê taybet yê li ser Şengalê beşek ji wan bê hêvî bûne navegerin ser axa xwe, beşek ji wan jî piştî ku ji aliyê MÎT û Parastina PDK’ê ve hatin ajankirin vegeriyan malên xwe. Li ruxmê hemû êrişên heyî jî di demê dawî de gelek malbatên Şengalê vedigerin ser malên xwe. Ev kombûna li derdora Rêveberiya Xweser a Şengalê dijminatiye PDK’ê dijwartir dike.”
‘Hewl didin Peymana 9’ê Cotmehê pêkbînin’
Îbrahîm Êzidî di dewama gotinên xwe de êrişên li ser civaka Êzidî û pêşengên civaka Êzidî destnîşa kir û wiha pêde çû: “Di kesayeta Merwan Bedel, Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo de koka pergala netewa demokratîk dikin hedef. Di aliyê din ciwanên Êzidî dikin dijminê koka wan û ciwanan ji behere ya wan dûr dixin. Bi vê re jî dixwazin bê beweriyê di nava civaka Êzidî de pêş bixin. Hevdîtinên Berzaniyan yên bi dewleta Tirk a dagîrkeran re û seredanên Hazim Tehsîn Beg jî diyar dibe ku wê êrişên li ser pêşengên civaka Êzidî berdewam bin. Her wiha hevdîtinên rayedarên Iraqê yê bi dewleta Tirk re li ser bingihê bi hêzkirina karên îstixbaratî li ser rewşa Şengalê ye. Her çiqas hikûmeta ku bi çek û şerê li ser erdê li dijî civaka Êzidî dernakeve jî, lê wek ava di bin kayê re derbazdibe siyaseta xwe li ser Şengalê dide meşandin. Piştî ku gelê Şengalê bi têkoşîna xwe li hember hevpeymana 9’ê Cotmeha 2020’an rewestiya, Hikûmeta Kazimî xwest bi hêza leşkerî hevpeymanê jiyanî bikin. Civaka Êzidî ya ku biriyara jiyana azad daye wê bi ti planan têk neçe. Lê ne Iraqê ne jî PDK’ê hêviyên xwe yên pêkanîna hevpeyîmana 9’ê Cotmehê qut nekirine û ji bo jiyanî kirina vê peymanê hertiştî dikin.”
‘Rola PDK’ê ya di êrişên Şengalê de zelal bû’
Îbrahîm
Êzidî di axaftinên xwe de qala hevkariya PDK’ê û Hikûmeta Iraqê ya bi dewleta
Tirk re kir û wiha anî ziman: “Di oparasyona demê dawî ya li dijî MÎT’ê de ku ji
aliyê yekîneyên tayîbet yên YBŞ’ê ve hatîn pêkanîn, gelek kesê ku destê wan di
xwîna pêşengên civaka Êzidî de hene destser kirin. Bi kesên hatîn girtin re rola
PDK’ê di planên li ser Şengalê de hîn zelaltir bû. Li Şengalê bi hezaran leşkerên Iraqê hene û hemû xalên kontrolê yên derbasî Şengalê dibin di destê wan de ne. Lê balkêş ku hemû mayînên di
êrişan de tên karanîn, di van xalên kontrolê re derbazî Şenglê hatine kirin. Li
vir jî hevkariya hikûmeta Iraqê ya di êrişê de diyar dibe. Herî dawî Rêvberê Asayîşa Êzdîxanê Şêrzad Şemo hate hedefgrtin. Mala wî di nava sê saziyên dewletê de ye, du navendên polîsan û saziya îstixbarata dewletê jî hene. Li ber navneda polîsan Şêrzad hate hedefgrtin û şehîd bû. Lê heta niha ti berpirsek yê Iraqê têkildarî vê bûyerê daxuyanî nedaye. Eger nikaribe asîmanê Şengalê ji bo balefirên dewleta Tirk qedaxe bike jî, dikare li ser erdê rê li ber derbasbûna mayînan ji bo Şengal bigire. Ji bo civaka Êzidî jî hilbijartina herî baş
xurtkirina Têkoşîn û
berxwedana li dijî dagîrkerane. Kî dibe bila bibe yên ku di van êrişan de hevakariyê dike wê civaka Êzidî hesab ji wan bixwaze û bêdengiya wan qebûl neke.”

.jpeg)
0 Yorumlar