Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêngavek dîrokî ya “EM Bİ JİN, JİYAN, AZADÎ BER Bİ ŞOREŞA JİNÊ VE DİMEŞİN” da destpêkirin. Ev pêngav, ji bo jinên Kurd û bi taybet jî, ji jinên cîhanê pêngavek pir girîng û dîrokî ye.
Di dîroka Tevgera Azadiyê de gelek qonaxên stratejîk ên li
gorî demê hatine avêtin hene. Yek jî wan jî ev pêngave. Gelê Kurd û taybet jin,
timî xwe bi ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî ji wan qonaxan re amade dike. Dema ku
mirov temaşe dike, dibîne ku timî pêşengên pêngavan jin in û pêngavê digihînin
serkeftinê.
Helbet sedema vê jî ewe ku ji destpêka şaristaniya navendî û
hetanî niha, timî êriş, bişaftin û polîtîkayên taybet li ser jin û keda jinê
hatin rêvebirin. Timî jin ji aliyê mêr-dewletê ve wek amûrê zarok û xwarin
çêkirinê hatiye dîtin. Ked û berhemên jina ku mirovahî heta roja îro aniye, wek
ked û berhemên mêr hatiye dîtin. Polîtîkaya mêr-dewlet a înkar û îmhaya ked û
berhema jinê ne bes bû, bi cewhera jinê leyîstine û kesên wek Tansû Çîller
afirandine. Bi destê qaşo jinên wek Tansûyan, jin bi destê jinê dane qirkirin.
Ev polîtîka û zihniyeta qirker a dijî mirovahiyê, heta roja me ya îro bi destê
AKP-MHP’ê rolekî sereke dileyîze.
Rêberê gelê azadîxwaz Abdulah Ocalan bi fikir û ramanên xwe
yên azadîxwaz; ji civak, xweza û bi taybet jî ji jinan re, bû hêvî û kana
têkoşînê. Jin bi saya fikir û ramanên azadîxwaz ên Rêber Apo; xwe nas kirin û
li cewherê xwe vegeriyan. Îro bi milyonan jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo
bûne xwedî vîn û ketine ferqa hêza xwe. Jin êdî bûne pêşengên civak, şoreş û
serhildanan.
Em dibînin ku têkoşîna azadiya jinê ne tenê di nava jinên
Kurd de, di nava tevahî jinên azadîxwaz de belav bûye. Êdî jin dibêjin; EM HENE
Û EM DIJÎN. Têkoşîna Azadiya Jinê bûye gerdûnî. Loma KJK dibêje ‘ŞOREŞÊN JINAN
NE XAYEL E.’ Hêz û têkoşîna jina azad bi Bêrîtan, Sara û Zîlanan belav bû. Niha
jî bi fedayiyên wek Sara û Rûkenan berdewam dike. Ger mirov zêde dûr neçe tenê
van salên dawî temaşe bike, wê mirov bibîne ka jin çiqas bûne xwedî hêz.
Çeteyên hov ên DAIŞ’ê bi destê jina azad hat perçiqandin. Niha jî li Îrana ku
dijminê hebûna jinê ye, bi jina Kurd Jîna Amînî re hezaran jin li dijî sîstema
hov a mêr-dewletê rabûne serhildanê.
Jinan daye îspatkirin ku êdî dem dema şoreşa jinê ye.
Sedsala 21’an bûye sedsala şoreşa jinan. Di vê çarçoveyê de îdeolojiya azadiya
jinê ya jineolojiyê, paradîgmaya azadiyê, berxwedana jinê û rêxistina jinê di
lezkirina mirovahiyê ya ber bi bedewî, wekhevî, edalet û azadiyê de xwedî
roleke pêşeng e.
Li ser vê yekê pêngava “EM BI JIN, JIYAN, AZADÎ BER BI
ŞOREŞA JINÊ VE DIMEŞIN” wê bibe dawî anîna zihniyeta mêr-dewletê. Di vê bingehê
de ji bo ku azadiya jinê mîsoger bibe û bi azadiya jinê re civak azad bibe,
divê destpêkê jin û tevahî gelên azadîxwaz pergala êşkencê ya Îmraliyê
birûxîne. Di vê pêngavê de rola sereke ya jinê ye û taybet jî divê jinên ciwan
bi fikrên xwe yên azad û rêbazên xwe yên dewlemend, darbeya mirinê li zîhniyeta
mêr-dewletê bidin. Bêguman ev erk ne tenê ya jinan e; bi vê re, divê mêr û
tevahî pêkhateyên civakê jî xwedî li pêngavê derbikevin.
Ji ber ku ev pêngav ne tenê pêngava jinan e, pêngava azadiya
zilam û ya civakê ye. Ji bo wê bi azadiya jinê re civak azad dibe. Loma divê
jin, mêr, ciwan, pîr û kal bi hev re xwedî li pêngava “EM BI JIN, JIYAN, AZADÎ
BER BI ŞOREŞA JINÊ VE DIMEŞIN” derbikevin û azadiya civakê mîsoger bikin. Werin
bi felsefeya jiyana azad li ser bingeha ‘JIN JIYAN AZADΑ ku dirûşma
konfederalîzma jinên demokratîk e, veguherînin jiyanek rêxistinî.
Ji bîr nekin ‘Azadiya Rêber Apo, Azadiya jinê ye, Azadiya
jinê jî azadiyê civakê ye.’
ARMANC HEREKOL

0 Yorumlar